Rojnameya Ronahî

Bi wêneyan xweşikbûna xwezaya Soran radixe ber çavan

Li Hola Rêveberiya Çand û Hunerê ya Soran wênegir Omer Xidir pêşengehek vekir ku 40 wêneyên xwezaya sînorê Soran tê de hebûn. Li gorî wênegir Omer dîmenên xweş ên xwezayê ew kişandiye wênegiriyê û niha jî pîşeya xwe kiriye çavkaniya debara jiyanê.

Pirtûkxaneya Elî Mekteb li Hola Rêveberiya Çand û Hunerê ya Soran 5. Pêşengeha Taybet a ji bo Wêneyan hate lidarxistin. Di vê pêşengehê de wêneyên Wênegir Omer Xidir Kakîl ku pêşengeha wî ya duwem a wêneyên xwezayê ye hatin pêşandan. Armanca vê pêşengehê jî hîn zêdetir nasandina xwezaya ciwan a sînorê îdareya Soran bi geştyarên biyanî ye.

Omer Xidir wênegireke ku ev 30 salin karê wênegiriyê dike û wênegirî ji bo xwe kiriye pîşe û çavkaniya debara jiyana xwe. Omer Xidir derbarê armanca xebatên xwe de axivî.

Wênegir Omer Xidir wiha got: “Jiyana min a li nav xwezaya xweş a Soran de, min li ser wênegiriyê da fikirandin. Ji ber ku xweza bandorê li ser derûnî û hestê mirov dike. Ji bo wê jî min biryara vî karî da. Niha jî her roja ku biçim cihek li çiya, dol û deştekê bi sedan wêneyên xwezayê digirim. Bi awayekî kûr li gul û giyayên xwezayî dinêrim ku li nav xwezaya Soran de hene. Wêneyê wan digirim, nîşanî xelkê dikim û didim nasandin. Ji bo wê di her geştekê de kameraya min dibe havalê min.”

Omer Xidir di derbarê karên xwe yên pêşerojê de jî wiha axivî: “Bername û planên min ên ji bo pêşerojê gelekin. Niha bi sedan wêneyên min kişandî hene ku ji bo nîşandan û belavkirinê amade ne. Lê hîna derfet çênebûye. Her wiha li bendê me ku di pêşerojê de karên hîn baştir di warê wênegiriyê de pêşkêş bikim.”

Rêveberiya Pirtûkxaneyê Elî Mekte Hejar Îbrahîm jî derbarê pêşengehê de got: “Li kêleka armanca xwe ya sereke ku afirandina çanda xwendinê ye, em bala xwe didin warên din ên hunerî û çandê jî. Îro jî me destê vî wênegirê xwe girt û vê pêşengehê jê re vekir. Sînorê îdareya Soran di warê xweza û jîngeha xwe de, kanî, rûbar, çiya û dolên xwe ve dewlemend e ku bala geştyaran dikişîne. Armanca me ji vê pêşengehê jî ew bû ji welatiyên derveyî sînorê me û geştyarên biyanî re bibêjin ku ger hatin nav xweza û jîngeha Soran jîngehê biparêzin û paqij bigirin.”