Rojnameya Ronahî

Li Dêra Zorê mamosteyên dildar

Nehîr Pale     

Şert û merc û hişmendiya di nava civaka Dêra Zorê de, bandoreke neyînî li ser tevlîbûna keçan ji dibistanê re dike. Eger malbat feqîr be, yan dibistan dûrbe, yan mamoste lewaz bin, an jî zeviyên wan hebin, destûr nadin ku keç bixwînin û hişmendiya cinsiyetparêz girîngî û mecalê nade ku keç derbasî dibistanê bibe.

Li gundewarên Dêra Zorê pirsgirêkên perwerde û zîhniyeta cinsiyetparêz bandoreke mezin li ser çarenûsa keçan dike. Temenê keçikê dibe 6 salî êdî wê dixin ber karê malê de, êdî zarokan xwedî dike, wê rêdikin palehiyê û li ber destê dayîka xwe dixebite. Ji xwe eger bejna wê ji temenê wê dirêjtir be, hîna 13 salî ye wê dizewicîn in. Ew hesreta keçan a çuyîna dibistanê di dilê wan de dimîne.

Komîn dikare bibe hêza çareseriyê

Li gundê Kesra yê rojavayê bajarê Dêra Zorê komîna Meclîsê Şehîd Muhened Ilêwî mamoste Meha Merwan zarokan perwerde dike.

Hejmara şêniyên taxê 300 malbate, dibistana herî nêzî wan 300 m ji wan dûr e, li ser riya giştî ye û derdora wê vekiriye, ev hemû bandor li ser çuyîna keçan û lawikan a dibistanê dike. Malbat li ser zarokên xwe ditirsin û rênakin dibistanê. Şêniyên taxê êdî zarokên xwe yên keç di karê çandiniyê de didin xebtandin û ji ber mamoste dewreyên perwerdê bi pere vedikin, wan rênakin gel mamosteyan jî.

Kî berpirsyartiya van zarokan radike? Ji komînê Cîgera Hevserokên Meclîsa Xeta Xerbî ya Dêra Zorê Meha Merwan êdî wan li mala xwe perwerde dike.

Xizmeta komîna xwe dike

Meha Merwan fakûlteye mamostetiyê bi dawî kiriye û niha jî di Meclîsa Xeta Xerbî ya Dêra Zorê de dixebite. Piştî ji Meclîsê vedigere her roj saetekê zarokên komîna xwe perwerde dike. Niha hejmara şagirtên wê gihîştiye 17 zarokan (15 keçik û 2 lawik) temenê wan ji 12 salî û jêr de ye. Mamoste Meha wê destpêke zarokan fêrî tîpên zimanê erebî bike û hewl bide ku malbatên wan bide razîkirin ku wan rêkin dibistanê. Gelek malbat hewl didin bi riya dewre û mamosteyên taybet zarokên xwe fêrî xwendin û nivîsandine bikin. Mamoste jî bê pere zarokan perwerde nakin, eger rojê saetekê perwerde bidin zarokan wê mehê 25 hezar LS. ji malbatên zarokan bistînin, eger rojê ji saetekê zêdetir be wê pere jî zêdetir bistînin, hinek malbat hene neçarin mehê 200 hezar LS bidin ji bona dewrê û mamosteyên taybet.

Malbatên şagirtên Meha xwestine bi Meha re bibin alîkar û pere bidin wê, lê Meha bi dildarî xizmeta komîna xwe dike û tenê xema wê ew e ku zarok fêrî xwendin û nivîsandinê bibin û piştre biçin dibistanê.

Malbatên wan zarokan dîtin ku zarokên wan gelekî bi perwerdê şad bûne, êdî di wextê perwerdeya wan de rênakin tu deveran. Ji xwe zarok jî berî saeta ku perwerde dest pê bike, li mala Mamosteya xwe kom dibin.

Têkoşîn û xizmeta Meha hêdî-hêdî dighîje encamê û niha malbatên zarokan piştî dîtin ku zarokên wan dildarî xwendinê ne, êdî biryar digrin ku wan rêbikin dibistanê û her diçe hejmara şagirtên Meha zêde dibin. Mamoste bi dildarî wan fêrdike û ew jî bi dildarî fêr dibin.