Rojnameya Ronahî

Mîrateye mirovahiyê xêzdike

Navenda nûçeyan

Dulk, hunermendekî ji Katalanyayê ye. Ew li Valensiyayê hatiye dinê û yek ji şêwekarên herî navdar ê Spanyayê ye. Nexasim jî xweza û ajalên ku nikarin xwe biparêzin, bi bîr û baweriyeke ekolojîk diresmîne û di vî warî de enerjiyeke wî ya xurt heye. Sêwirandin û xeyalên wî yên li ser tabloyan, dikin ku em hay ji dinyayê hebin û xwezayê talan nekin.

Pirsgirêkên avûhewayê her diçin zêdetir dibin û alema insan û heywanan jî her roj hinekî din ber bi xeterê ve diçe. Xweza roj bi roj tê talankirin ji hêla insanan ve û encamên giran ên vê talankirinê derdikevin holê. Hunermend Antonio Segura ango bi navê xwe yê din Dulk, bi xebatên xwe yê rengîn bala xelkê dibe ser van pirsgirêkên xweza û avûhewayê. Ew bi van wêneyên xwe yên fantastîk ên ku bi gelek hûrgiliyan dadikevin, dewlemendiya xwezayê nîşan dide. Xweza û ajalên di wêneyên wî de dikin ku careke din em li ser hebûna xwe ya li dinyayê bihizirin. Ji lewre hemû heywan bi hevre di nav xweşiyê de dijîn, yanî ew bi her awayî mazûlvaniyeke ku insan nakin, tînin bîra xelkê. Wêneyên wî di pêşangeha “Heritage” (Mîrate) de hatine komkirin û li Los Angelesê tên nîşandan.

Dulk hunermendekî ji Katalanyayê ye. Ew ji Valensiyayê hatiye dinê û yek ji şêwekarên herî navdar yê Spanyayê ye. Di warê navneteweyî de jî bi karên xwe tê naskirin. Ew tenê ne di warê xêzkirinê de her wiha di warê peyker, fotograf û dijîtal de jî jêhatî ye û gelek berhemên wî hene. Lê lêhûrbûna wî ya li ser ekosîstemê zêdetir e. Nexasim jî xweza û ajalên ku nikarin xwe biparêzin bi bîr û baweriyeke ekolojîk diresmîne û di vî warî de enerjiyeke wî ya xurt heye. Sêwirandin û xeyalên wî yên li ser tabloyan dikin ku em hay ji dinyayê hebin û xwezayê talan nekin.

Hevrêtiya huner û xwezayê

Hezkirina Dulkî ya ji bo ajalan ji piçûkatiya wî ve dest pê kiriye. Dema piçûk bûye bavê wî ansîklopediyên heywanan ên kalikên wî dane wî û wî jî pir li van ansîklopediyan nihêriye. Bi wextê re bala wî zêdetir çûye ser van ajalan û tim di hişê xwe de dinyayeke fantastîk sêwirandiye. Her wiha bavê wî jî xweza pê daye naskirin û van serpêhatiyên wî, kirine ku bi xêzkirinê dakeve. Ew dibêje; “Ez xêz dikim û boyax dikim. Ji lewra ev jiyana min a rastîn bi xwe ye. Ez bi vî awayî hîs dikim ku heme. Ez huner û xwezayê bi hev re dinirxînim. Ji zarokatiyê ve bingehê hemû karên min li ser vî tiştî hatiye avakirin.”

Xemgînî dide hizirandin

Dulk, beriya bi resmên fantastîk dakeve, li kolanan jî gelek wêne çêkirine û wêneyên wî yên li kolanan ên mezin jî navdar in. Ji bo ew xwe azadtir hîs bike, carna ji stûdyoya xwe direve û li kolanan, li ser dîwarên xaniyan xêz dike. Lê di demên xwe yên dawî de wî bêhtir li stûdyoyê xêz kiriye; ji ber wê, ew dibêje, kolanan gelek tişt fêrî wî kirine. Ew di berhemên xwe de bi têgehên dijber warekî biyolojîk disêwirîne, warekî rengîn ê ku dişibe xewn û xeyalan. Ew warê wî, mirov pê dihesîne ku fîgûrên wî hemû di bin tehlûkeyê de ne û divê mirovahî hay ji van fîgûran (heywanan) hebe. Yanî ew rastiyeke tehl a ku li vê dinyayê xelk naxwaze bibîne, nîşanî me dide. Ew rastiya ku insan jê direvin. Dulk hestên xwe bi vî awayî tîne ziman; “Gelek xeyalên têkçûyî hene di jiyana me de. Xelkê gelek caran bi tiştên sexte jiyana xwe xemiland û ev jiyan bû weke xewnereşkekê. Dilşadî ti carî rêya hizirandinê nîşanî me nade, lê xemgînî gelek rêyan dide ber me û fersendekê dide me da ku em biponijin. Ew dike ku em li hin cihan bisekinin û bi çalakiyên xwe tiştên ne di rê de rast bikin.”

‘Pêla kujer’ ya mîrateyê tine dike

Ma di nav ajalên Dulkî de çi tine ye; masî, teyr, bîzon, gur, gakûvî, kund, bûm, tîmsah, kûsî, çûkên cûr bi cûr û her wiha gelek ajalên kedîkirî û yên kovî. Her wiha xwezayeke xweşik jî di berhemên wî de heye û dilê mirov ji dîtina wê têr nabe ti carî. Yanî wî di van wêneyên xwe de mîrateya mirovahiyê resmandiye û dixwaze xelk li vê mîrateyê xwedî derkeve yan jî baldartir be. Dulk, gava ji bajêr berê xwe dide nava xwezayê, li ser pirsgirêkên avûhewayê û her wiha yên xwezayê hiziriye. Ew pir baş têgihiştiye ku pirsgirêkên avûhewayê û her wiha guherînên xwezayî yên di salên dawî de roj bi roj dibin tehlûke ji bo vê alema xweşik. Piştî ew hîs dike ku “pêleke kujer” ya bi vî awayî heye, dest bi çêkirina van resman dike û xemên xwe yên di vî warî de bi riya resman dide der.

Sembolên çandên xwecihî

Di resmên Dulkî de gelek sembol û nîşaneyên çandên xwecihî jî hene. Wî bal biriye ser çandên xwecihî jî. Wî di hin resmên xwe de ajalên ku sembola çandên xwecihîbûnê ne, xêz kirine. Nexasim jî çandên deverên sar ên xwecihî. Dulk dide zanîn ku ji bo siberojê mîrateya xelkên xwecihî ya derbarê xweza û avûhewayê de pêwîst e. Tekane rêya xelasiyê jî di xwedîderketina li van rêûresmên xwecihî de dibîne û ji insanan re dibêje, li ser jiyan û nêzîkatiyên xelkên xwecihî bisekinin da ku hûn ji van pirsgirêkan xelas bibin. Xelkên xwecihî ji insanên din bêhtir bi xwezayê re li hev dikin û xwezayê naherimînin. Ew her wiha xwezayê talan jî nakin û li gorî pêdiviyên xwe ji xwezayê sûdê werdigirin. Yanî ew parazvanên herî baş û qenc ên xwezayê ne û heger îro xweza tine nebûbe, bi saya serê van kesan û mîrateya wan e.