Rojnameya Ronahî

Kar û xebatên Gerînendeya Avê ya bajarê Qamişlo

Reşo Mihemed/Qamişlo

Gerînendeya Avê ya bajarê Qamişlo, bi armanca çakkirina rewşa avê li bajêr, di sala 2022’an de, tevî hin astengiyan, 16 piroje pêk anîn û îsal jî 6 piroje xistin nav pilana xwe de.

 

Gerînendeya Avê ya bajarê Qamişlo yek ji saziyên ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên têkildarî ava welatiyên bajêr e. Sazî bi giştî, 50 karmendan di nav xwe de dihewîne û hêjayî gotinê ye ku hertim ji bo başkirina rewşa ava bajêr di nava xebatê de ne. Herwiha pirojeyên girîng û mezin jî ji bona vê yekê dikin nav pilanên xwe de.

Li kantona Qamişlo sê meheteyên ji bo komkirin û belavkirina avê hene, ya herî mezin; meheteya Hilêliyê ye û hjmara bîrên avê yên ku ev mehete avê jê werdigere 51 bîrên avê ne û kûrahiya van bîran ji 400 heya 500 mitran e. Herwha meheteya Ewêca jî avê ji 10 bîran werdigre û meheteya Ceqceq jî ya 3`yan e û  3 bîr jî avê didin vê meheteyê. Ev hemû mehete avê ber bi 3 xalên rawestand û belavkirinê ve tînin û 2 karmend ji bo belavkirina avê ber bi  bajêr ve hatine erkdarkirin.

Di heman demê de jî xetek avê ji derveyî Qamişlo tê, ku xeta Sefan yek ji xetên avê ya ku alîkariyê bi meheteyên bajê re dike. Ev xet ji gundê Xanaserê heya Qamişlo bi riya boriyên 600 m.mمل متر) )taybet yên avê re, tê. Herwiha ji bilî vê xeta avê û 3 meheteyan,13 bîrên din jî li taxa Cûdî, Cirnik, Qidûrbeg û Umfursan jî hene.

Herwiha vê Gerînendeyê di 2022`yan de gelek pirojeyên mezin bi dawî kiriye, li gor rêveberiya wê ji Rojnameya Ronahî re diyar kir, derket holê ku Gerînendeya Avê ya Qamişlo ji sala 2022`yan heya niha, 14 pirojeyên avê bi dawî kirine û nêzî 40 hezar dolar li van pirojeyan çû.

Li gor rêveberê Gerînendeya Avê ya bajarê Qamişlo da destnîşankirin pirojeyên wan yên sala 2022`yan jî  ev bûn:

1:Da pirsgirêka ava beşek ji taxa Siyahî were çareserkirin,vê Gerînendeyê li taxa Siyahî 2 rêgarên avê yên nû çêkirin, 2 sikrên îtalî yên nû bi cih kirin û herwiha xeteke avê bi dirêjahiya 15 m kişand ser wan rêgar û sikran û ev pirsgirêk jî çareser bû.

2: Guherandina 4 sikrên bi yên îtalî nû, li gelek taxên bajarê Qamişlo.

3: Guherandina xeta avê ya li nik Gaziya Lazgîn Arif bi xeta avê ya bolitrîn. Herwiha  dirêjiya vê xetê jî 200 m bû.

4: Guherandina xeteke avê, li taxa Erbewiyê.

5: xeteke serke ya tora avê ya kevin ku ew xet ya hesinê zêbeq bû hat rahêştin û di şûna wê de, xeteke nû ya bilastîk hat bi cih kirin. Ji ber ku li gor rêxistinên tendirustî yên Cîhanî, ev bûriyên hesin di demeke kurt de tev zingar digrin û ava ku dide jî nepaqij e, lê yên bilastîk, bi 10 qatî ji boriyên hesin çêtirin.

6: Berfirehkirina xetên avê yên taxa Zihûr.

7: Çêkirina boriyeke xeta avê ya serke ya bajarê Qamişlo.

8: Çêkirina boriya  xeta sereke ya taxa Elaya.

9: Guherandina xeta li bakurê Dadgeha Qamişlo.

10: Guherandina xeta sereke ya başûrê çerxerêya Qiwetlî.

11: Berfirehkirina xetên avê yên taxa Cûdî.

12:  Çêkirina xeta sereke ya li cem çerxerêya Qiwetilî.

13: Çêkirina xeta sereke ya li cem çerxerêya Rojhilat(Şerq).

14: kirîna 2 ototransatên(terens) ji bo ceyrana her 13 bîrên li taxa Cûdî, Qidûrbeg, Umilfursan û Cirnikê.

Ji bo îsal jî 6 piroje di nav pilanên Gerînendeya Avê ya bajarê Qamişlo de ne. 2 piroje di nav kar û xebata Gerînendeyê de ne û di meha Tîrmehê de jî wê bi dawî bibe û herwiha 4 pirojeyên din jî wê di dema bê de werin despêkirin.

1: Guherandina sîstema ceyrana bîra Ebû Bekir Elsedîq ya li taxa Cûdî ji ya awayê ceyrana jenetoran bi ya ceyrana normal ku bi şev û roj ceyran li ser bîrê qut nebe. Herwiha wê 15 hzar dolar wê lêçûna vê pirojeyê be û  ev piroje di demeke nêz de  wê bi dawî bibe.

2: Avakirina xezaneya 3`yan ya li meheteya Hilêliyê, berdewam e ev xezane jî dikare 3000 m.m av vehewîne. Herwiha 800 hezar dolar wê li vê pirojeyê here û wê di meha Tîrmehê de jî bi dawî bibe.

3: Mezinkirina tora xeta avê ya taxa Hilêliyê, dirêjahiya wê jî 1070 mitire ye, wê 10 hezar û 116 dolar li vê pirojeyê here.  Ji bo munaqeseyê vî karî jî bi riya Şaredariya Qamişlo hatiye raghandin.

4: Mezinkirina tora xeta avê ya taxa Xerbî, dirêjahiya wê jî 516 mitir e, wê 6 hezar 562 dolar li vê pirojeyê here. Herwiha ji bo munaqeseyê jî bi riya Şaredariya Qamişlo hatiye raghandin.

5: Mezinkirina tora xeta avê ya taxa Cûdî, dirêjahiya wê jî 168 mitir e, wê  hezar û 685 dolar li vê pirojeyê here. Herwiha ji bo munaqeseyê jî bi riya Şaredariya Qamişlo hatiye raghandin.

6: Bi cihkirina xeteke avê ya nû li bakurê çerxerêya Osman Sebrî heya çerxerêya Şehîd Yûsiv Gulo, herwiha hîna ev piroje di bin lêkolînê de ye û ji bo munaqeseyê nehatiyê ragihandin.

 

Kar û xebata Gerînendeya bajarê Qamişlo

Têkildarî pirojeyên avê yên Gerînendeya Ava bajarê Qamişlo ya sala 2022 û 2023`yan û astengiyên wê, rêveberê Gerînendeyê, Wasil Eseed ji Rojnameya me Ronahî re axivî.

Wasil da zanîn ku ji sala 2022 heya 2023`yan gelek piroje ji bo başkirina rewşa avê pêk anîne û wiha destnîşn kir: ” Em weke Gerînendeya Ava bajarê Qamişlo, bi hemû karmendên xwe ve hertim ji bo çareserkirina pirsgirêkên avê yên bajarê xwe kar û xebatê dikin. Herwiha avê jî rojane û bi awayekî sîstematîk ji çar jêderan didin gel û saziyên nava bajêr. Di heman demê de jî ger pirsgirêk kete xetên avê yên hin malan an jî saziyan û da ku bê av nemînin, em avê bê pere bi sêtîrên xwe ji wan re dibin. Di sala 2022`yan de, gelek pisgirêk li ser asta bajêr hebûn, me jî ev pirsgirêk baş lêkolîn kirin û ev pirsgirêk kirin nava pilan û pirojeyên xwe de. Hêjayî gotinê ye ku me 14 piroje di sala bûrî de bi dawî kirin û pirsgirêkên avê yên sala 2022`yan tev çareser kirin. Herwiha îsal 6 piroje jî di nav xebata me de ne û di mehên bê de jî wê werin temam kirin.”

Astengiyên di kar û xebatê de

Rêveberê Gerînendeya  Avê ya bajarê Qamişlo Wasil Eseed di dwiya axaftina xwe de diyar kir ku di kar û xebatên ji bo başkirina rewşa avê de, hin astengî derdikevin pêş û wiha got:”Em di pirojeyên xwe yên sala 2022`yan de rastî hin astengiyan hatin, weke pirsgirêkên ku di bagra me de çêbûn. Ev bagra ne dixebitî û li werşeyên çêkirinê ye, herwiha ev kar tev bi bagrayekê nameşe, ji ber vê yekê pêwîstiya me bi yeke din jî heye. Herwiha erebeyke JKA tenê jî ji bo kar û xebatê li  cem me heye, ew jî pirî caran nayê bikaranîn ji ber ku xera dibe. Wekî din jî dema ku pisgirêkeke  avê li Qamişlo derdikeve, em neçar dibin ku avê bi sehrîcê bibin û belav bikin, niha tenê yek sehrîc li cem me heye, lê tenê sehrîcek avê ji bo vî bajarî têrê nake, lewma pêwîstiya me bi sehrîcên din jî heye.”