Rojnameya Ronahî

Li Silêmaniyê pirtûkxaneya jinên Kurd hate vekirin

 

Li bajarê Silêmaniyê ‘Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, ku yek ji xewn û projeya Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bû, hate vekirin. Li Başûrê Kurdistanê yekem carek navendek pirtûkxaneya jinên Kurd tê vekirin.

Îro li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna hejmarek berçav ya jinan Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd hate vekirin.

Navend di çarçoveya projeyê de xebatên ji bo veguheztina berhemên jinên cîhanê ji bo nifşên paşerojê. Herwiha wê di navendê de berhemên nivîskî, devkî, mîtolojîk, helbestî, dengbêjî û xêzkirina jinên Kurd ên ji dîrokê heta niha bêne meşandin. Niha zêdetirî hezar û 800 çavkanî û pirtûkên nivîskarên jin yên di hemû warên cûda de hene.

Di merasîma vekirinê de gelek nivîskar, çalakvan, parêzerên mafên jinan û kesayetên her çar parçeyên Kurdistanê û welatên din amade bûn. Di merasîmê de gelek kesan peyamên pîrozbahiyê weşandin, herwiha gelek pirtûk û karên xwe pêşkêşî navendê kirin.

Hêjayî gotinê ye armanc ew e ku ev navend bibe pirtûkxaneyek ji berhemên ku têkoşîn, hilberandin, çand û hişmendiya jinan ji demên berê heta niha li Kurdistanê nîşan bide û navendek arşîv û bîranînê ye ku ne tenê berhemên nivîskî, lê yên dîtbarî û bihîstinî yên jinên kurd tê de werin berhevkirin û parastin.

Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, rojnameger û akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silemaniyê ji aliyê MÎT’a Tirk ve hate qetilkirin.

Xewn û projeya Nagîhanê ya avakirina Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd pêk tê. Navend îro bi tevlîbûna jinên ku ji Rojhilata Navîn û Ewropayê hatin bê vekirin.

Nagihan Akarsel

Nagihan Akarsel bi nasnav Heval Zîlan, jinek lêkolîner û rojnamevan bû. Di sala 1976’an de li gundê Xêlîkan a ser bi bajaroka Gulyazî ya girêdayî bajarê Konyayê hatiye dinê. Tevayî jiyana xwe bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ji bo têkoşîn û xebata jinê veqetand. Roja 4’ê Cotmeha 2022’yan di encama êrişa çekdarî ya MÎT’a Tirk de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li nêzî mala xwe hat şehîdxistin.