Rojnameya Ronahî

Zîlan milîtana heqîqetê ye

 

Kordînasyona Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê PAJK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Pêşengiya ji pêvajoyê re ya bi rengê Zîlan, têkbirina tecrîda li ser Rêbretî û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

PAJK’ê di dewama daxuyaniyê de wiha got;”Xeta me ya azadiya jinê, wate û pênaseya nasnameya PAJK’ê ya ku bûye malê dîrokê û jinê; pêşenga xwe hevrê Zîlan Zeynep Kinaci di sala 27’an a şehadetê de bi biryardariya mezinkirina têkoşînê ya bi ruhê fedaî, bi biryardariya parçekirina sîstema Îmraliyê û pêkanîna şoreşa jinê, bi bîr tînin. Ji pêşengên Tevgera Jinê ya Kurdistanê û şoreşa jinê ya Rojava şoreşgera 38 salan Leyman Siwêş û Yûsra Derwêş a hêja ku bi nasnameya xwe ya welatparêz û têkoşer pêşengî ji avakirina sîstema komunal a demokratîk a gel re kirin, ku li bajarê Qamişlo yê Rojava di êrîşa nemerdane ya dewleta Tirk de şehîd bûn, weke sembola biryardariya li ser azadiya jinê bi rêzdarî bibîr tînin. Mêtingeriya Tirk, hewl dide ya ku DAÎŞ’ê nekarî bike, bi êrîşên îmhayê yên leşkerî, bi zexta siyasî, dîplomatîk û aborî teslîm bigire, tasfiye bike. Di şexsê jinê de bombeyan li îrade û hebûna azadiyê ya civakê dibarîne. Jin wê li her qadê eniya berxwedanê ya li dijî faşîzmê, tekoşînê mezin bikin, ciwan jî wê bi tevlîbûneke çalak hesab ji dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê bipirsin.”

Tekoşîna azadiyê xeta Zîlanê ye

Di dewama daxuyaniya Kordînasyona PAJK’ê de hate gotin;”Hevrê Zîlan-Zeynep Kinaci felsefeya Rêbertî veguherand feraseta têkoşîn û jiyanê, xeta çalakiyê, rêbaz û taktîkê, nîşan da ku kesek bi tenê dikare rêveçûna dîrokê biguherîne. Hevrê Zîlan-Zeynep Kinaci, pîvana şoreşgeriyê ya jin û mêr ên partîbûyî ye. Hevrê Zîlan sekna çalakiyê û jiyana fedaî ya cewherî ya hişmendiya partîbûyî ye, pîvana tevlîbûnê ya li xeta Rêber Apo ye. Lewma çalakiya fedaî ya ku hevrê Zîlan li dijî hêzên artêşa Tirk pêk anî, ne tenê çalakiyeke leşkerî ya serketî ye. Rêber Apo weke çalakiyeke leşkerî nenirxand, ji wê jî wêdetir şîrove kir, bi partîbûna jinê wate û qîmet da peyam û banga hevrê Zeynep Kinaci ya ku di nameya xwe de destnîşan kir. Rêber Apo ev pêngava dîrokî ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê weke xet û rastiya Zîlanbûyînê Pênase kir û di 8’ê Adara 1998’an de Îdeolojiya Rizgariya Jinê ragihand, bi damezrandina Partiya Jinê tacîdar kir ku wê bibûya bedena manîfestoya me ya azadiya jinê. Rêber Apo ku hîndekarê rastiyê ye û kesayetiya Zîlan ku milîtana heqîqetê ye, ew îrade û berxwedan e ku sîstema olperest, zayendîperest, neteweperest, serweriya mêr diguherîne, jiyana demokratîk û azad bi rêxistin dike, diparêze û mayinde dike. Xeta ‘JIN JIYAN AZADÎ’ ya ku îro bûye malê cîhanê, nirxê gerdûnî yê xeta bi rengê Zîlan radixe pêş çavan. Li dijî dîktatorên dijminê jinê û rêxistiniyên faşîst, pêşwazîkirina pêvajoyê ya bi rengê Zîlan, bi bicihanîn û serxistina pêngava me ya ‘JIN JIYAN AZADÎ, BER BI ŞOREŞA JINÊ VE’ dibe.

Bi rêbazê Zîlanê tecrîdê têk bibin

Ji jiyan û şerê li ser xeta Zîlan metirsiyên hêzên sîstema kapîtalîst ên li ser Rêberê me dikarin bêne têkbirin. Pêşengiya ji pêvajoyê re ya bi rengê Zîlan tê wateya têkbirina tecrîda li ser Rêbertî û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Li dijî dewleta Tirk a faşîst ku bi sîstemkirina tecrîdê pîvaneke nû li hiqûqa cîhanê bi cih kir, bi bilindkirina asta têkoşînê em dikarin edaleta rasteqîn bi cih bînin. Li hemberî welatên Yekîtiya Ewropayê û saziyên navneteweyî ku ji bo berjewendiyên xwe xwedî li berpirsyariyên xwe dernakevin û hiqûqê binpê dikin, şert e ku mirov bi ruhê Zîlan tevlî Pêngava ‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’ bibin û bi ser bixînin.”