Rojnameya Ronahî

Pêşwazîkirina Cejina Qurbanê

 

Birûc Resûl/Qamişlo

Şêniyên Qamişlo ji ber bihabûna kel û pelan gelek zahmetiyan dikşînin û gotin, bi hatina cejnê barê  me girantir dibe.

Ji ber buhaya nirxê dolar li hemberî lîreya Sûrî, nirxê kel û pelan li tevahiya Sûriyê, di nav de li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî gihiştiye asteke bilind, bi hatina cejna Qurbanê jî bihabûn hîn bilintir bûye.

Derbarê pêşwazîkirina cejna Qurbanê û bihabûna kel û pelan, welatiyên bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.

Welatiyê bi navê Ferhan Hevsikî yê ji bajarê Serêkaniyê ye û ev 4 sal in li bajarê Qamişlo bi cih bûye, derbarê pêşwazîkirina cejna Qurbanê wiha got: “Cejn ji bo me weke rojên normal derbas dibe, di demên borî de berî hatina cejnê bi hefteyekê şêranî û hazirtiyên cejnê dihat kirin. Lê mixabin coş û moral nemaye ji ber ku zehmetiyên jiyanê zêdetir bûne.”

Ferhan Hevsikî  wiha dawî da axavtina xwe û got:” Em bi hêvîne ku rewşa gel a aborî baştir bibe û em tev alîkariya hev bikin, Cejina Qurbane li hemû gelan pîroz kir.”

Ciwanê bi navê Ferhad Xalid yê 13`e salî, diya kir ku berê di cejnan de, ew tevî xuşk û birayên xwe li malê  kom dibûn û wiha domand: “Mixabin niha malbata min  ji hev belav bûye. Dema niha mirov nema dikare cilan bikre, buhayê cilê zarokekî biçûk zêdeyî 300 hezar lîreyê Sûrî ye. Dibe ku derfetê min hebin ku ez ji xwe re cil û bergan beyda bikim, lê gelek zarok derfetê wan nîne, hin malbat jî hijmara zarokên wan zêdene û 4 melyon lîre jî têra wan nake.”

Ferhad di dawiya axaftina xwe de banga pêkanîna daxwaziyên zarokan kir û cejn li tevahiya zarokan pîroz kir.

Welatiyê bi navê Bîlal Xelef ku ji bajarê Qamişlo ye da zanîn ku Cejna Qurbanê, ji bo zarokan cihê kêfxweşiyê ye û wiha pê da çû: “Tiştê xweş di vê cejnê de ew e ku hin kes xwarin û goşt li kesên feqîr belav dikin. Berê me du sê hefte berê xwe ji cejnê re amade dikir û her tim di cejnê de qurbanî didan. Lê ji ber bihabûnê êdî ji gelek kesan nayê guşt bikrin.

Bîlal banga alîkariya bi hevre kir.”

wiha pê da çû di  zarok dike,pîroz kir.hayê cilê zarokekî biçûk zêdeyî 300 hezar lîreyê  û wiha qedand:” Pêwîste Mivê di rojên cejnê de ê xwe kirkalbatên dewlemend di cejnê de bi malbatên xizan re alîkar bin û dilê wan şadbikin.