Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

27/06/2023
in NÛÇE
A A
KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
Share on FacebookShare on Twitter

 

KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî, ku di 29’ê hezîrana 1925’an de hatin darvekirin û got: “Weke ewladên Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza û Besêyan, Alîşêr û Zarîfeyan em ê têkoşîna ku wan di oxira wê de canê xwe dane, bi ser bixînin. Em soz didin ku em ê ji xeta xiyanetê hesab bipirsin.”  

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber salvegera şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî daxuyaniyek weşand ku di sala 1925’an de ji aliyê dewleta tirk ve hatin darvekirin. KCK’ê diyar kir ku gelê kurd wê Şêx Seîd û şehîdên din tu carî ji bîr neke û got, “Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd, di salvegera darvekirinê de em Şêx Seîd û hevrêyên wî careke din bi bîr tînin. Weke ewladên Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza û Besêyan, Alîşêr û Zarîfeyan em ê têkoşîna ku wan di oxira wê de canê xwe dane, bi ser bixînin. Gelê Kurdistanê wê li dijî her cûre planên tasfiyekirinê û êrîşê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê li ber xwe bide, têkoşînê hîn mezin bike, nehêle ku polîtîkayên qirkirina kurdan bi ser bikevin, mêtingeriya qirker û xiyaneta hevkarê wê têk bibe.”

‘ Dewleta tirk bi bidarvekirina Şêx Seîd komkujiyeke mezin kir’

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye: “Dewleta tirk a mêtinger, bi bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî 29’ê Hezîrana sala 1925’an komkujiyeke mezin kir. Di şexsê Şêx Seîd û hevalên wî de, em şehîdên şoreş û demokrasiyê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, careke din soz didin ku em ê dilsozê bîranîna wan bin û têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.

Şêx Seîd û hevalên wî li ber înkarkirina kurdan, neheqî û xiyanetê rabûn ku ji aliyê dewleta tirk ve hate kirin û ji bo azadiya kurdan têkoşiyan. Di her şert û mercî de têkoşiyan û heta bi hetayê bi nirxên têkoşînê ve girêdayî man. Li dijî gefên darvekirinê yên rejîma qirker û dijminê kurdan, helwest nîşan dan û raxistin pêş çavan ku bi xurtî dilsozê doza Kurdistanê ne. Têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî ji bo gelê Kurdistanê gelekî bi wate û hêja ye ku canê xwe feda kirin. Gelê kurd wê ked û fedakariya wan a ji bo vê dozê û bîranîna wan tu carî ji bîr nekin.

‘Peymana Lozanê bû destpêka komkujiyên ser gelê kurd’

Bi Peymana Lozanê re ku beriya sed salî hate mohrkirin, dewleteke nû li ser tirkîtiyê ava bû, Kurdistan hate parçekirin û li dijî gelê kurd pêvajoya înkar û îmhayê destpê kir. Dewleta ku li ser tirkbûnê ava bû, qirkirina kurdan ji bo xwe kir armanca bingehîn. Bi vê armancê li Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê xiste dewrê, nasname, ziman û çanda gelê kurd qedexe kir, nasnameya tirkbûnê li gelê kurd ferz kir. Bêguman gelê kurd ev zilm û neheqî qebûl nekir û li dijî vê zext û ferzkirinê li ber xwe da. Lê belê dewleta tirk jî bi rêya tundî û komkujiyan xwest vê yekê bide qebûlkirin. Mîna Şêx Seîd û hevalên wî gelek rûspiyên kurd li ber parçekirina Kurdistanê, zilm û neheqiya li gelê kurd rabûn. Dewleta tirk jî ev yek ji xwe re kir hincet û li Kurdistanê dest bi komkujiyan kir. Ji xwe di sala 1925’an de ji ber ku Şêx Seîd û hevalên wî li ber vê neheqiyê rabûn û daxwaza mafên gelê kurd kirin, dewleta tirk dest bi êrîşê kir, Şêx Seîd û hevalên wî yên dozê yên ku daxwaza azadiya gelê kurd dikirin, bi dar ve kirin û komkujiyeke mezin kir. Bi vê yekê re li Kurdistanê pêvajoya komkujiyan hate destpêkirin. Darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî raxist pêş çavan bê dewleta ku nû ava bûye xwedî karakterekî çawa ye, bi çi rengî nêzî kurdan dibe. Rêber Apo diyar kir ku bi êrîşên ku di Sibata 1925’an de hatin destpêkirin û bi darvekirina Şêx Seîd re qirkirina kurdan hate destpêkirin.

‘Mîsyona AKP-MHP’ê qirkirina kurdan e’

Dewleta tirk a mêtinger qirker hîn jî xwedî karakterê xwe yê dijminatiya li kurdan e û qirkirina kurdan hîn jî ji xwe re kiriye armanca bingehîn. Di vê serdemê de ev polîtîka bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst tê meşandin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze Qirkirina Kurdan a ku bi Peymana Lozanê bi rengekî fermî destpê kir, di sedsala duyemîn de bibe serî. Di bingeha feraseta AKP-MHP’ê ya li ser sedsala Tirkiyeyê de ev rastî heye. Ya ku bi esasî planên dewleta tirk têk bir, rabûna Rêber Apo û PKK’ê, destpêkirina têkoşîna azadiyê ye. Bi têkoşîna ku bi pêşengiya tevgera me destpê kir, pêşî li dewleta tirk a mêtinger qirker hate girtin ku polîtîkayên xwe yên qirkirina kurdan nebe serî û hebûna gelê kurd ji nû ve hate misogerkirin. Dewleta tirk ku fêhm kir, heta Tevgera Azadiyê ya Kurd tune nebe wê kurd neyên qirkirin, ji hingî ve hemû hêza xwe seferber kiriye ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike. Bi vê armancê tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst hate avakirin û li ser desthilatdariyê hate danîn. Mîsyona bingehîn a ku li pêşiya AKP-MHP’ê hatiye danîn ew e ku tevgera azadiyê tasfiye bike û kurdan qir bike.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd, di salvegera darvekirinê de em Şêx Seîd û hevrêyên wî careke din bi bîr tînin. Weke ewladên Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza û Besêyan, Alîşêr û Zarîfeyan em ê têkoşîna ku wan di oxira wê de canê xwe dane, bi ser bixînin. Gelê Kurdistanê wê li dijî her cûre planên tasfiyekirinê û êrîşê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê li ber xwe bide, têkoşînê hîn mezin bike, nehêle ku polîtîkayên qirkirina kurdan bi ser bikevin, mêtingeriya qirker û xiyaneta hevkarê wê têk bibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Şerê Ukrayna û Rûsyayê; 2 milyon û nîv qurbanî
NÛÇE

Şerê Ukrayna û Rûsyayê; 2 milyon û nîv qurbanî

21/07/2026
Rêber Apo: Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin
NÛÇE

Rêber Apo: Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin

21/07/2026
‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.