Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li gorî biryara NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin

27/06/2023
in NÛÇE
A A
Li gorî biryara NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
Share on FacebookShare on Twitter

 

 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û wiha got: “Divê li gorî biryarên tevdîrê yên NY’yê tevbigerin, dawî li vê rewşa agahînegirtinê û sepanên îşkenceyê bînin.” 

Gerînendeyê Giştî yê Tele1’ê Merdan Yanardag tev li bernameyeke televîzyonê bûbû û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rexne kiribû. Nîqaşên ser gotinên Yanardag didomin.  Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî mijarê daxuyanî da.

Bûroyê bi bîr xist ku têkildarî gotinên Yanardag ên “Tecrîda li ser Ocalan tê ferzkirin di hiqûqê de nîne. Divê were rakirin. Malbat û parêzerên wî jî nikarin pê re hevdîtinê bikin. Gelo ma pergaleke înfazê ya wiha dibe?” lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha hat gotin: “Lê di esasê xwe de hewceye têkildarî rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê û kesên vê rejîmê birêve dibin de lêpirsîn were destpêkirin. Hevdîtina bi malbat û parêzeran re, mafê herî xwezayî yê birêz Abdullah Ocalan e. Lê bi sedemên derqanûnî tên astengkirin. Tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan, birêz Omer Hayrî Konak, birêz Hamîlî Yildirim û birêz Veysî Aktaş nayên girtin.”

‘Sepanên ne rewa’ 

Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Mîna statûya taybet a Îmraliyê, her wiha astengkirina azadiyan jî cureyên îşkenceya li Îmraliyê ye. Ev 27 meh in tu agahî ji birêz Ocalan û miwekîlên me yên din nayên girtin. Têkiliya wan a bi cîhanê re hatiye qutkirin û têkildarî rewşa wan a tenduristiyê tu agahî li ber destê me nînin. Ev yek, merheleya herî bilind a îşkenceya li Îmraliyê ye. Pir eşkere ye ku tişa nerewa ev sepane ne.

Ocalan nûnertiya azadiyê dike

Divê neyê jibîrkirin ku êrişên li dijî mafên şexsî yên miwekîlên me jî eleqeya xwe bi van polîtîkayan heye. Berevajî atmosfera ku dixwazin ava bikn, birêz Ocalan nûnertiya azadî û demokrasiyê dike û ev yek ji hêla bi milyonan mirovan ve hatiye eşkerekirin. Di salên 2006-2007’ê de li Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya birêz Ocalan zêdetirî 3 milyon kesan îmze pêşkêşî TBMM’ê û di sala 2013’an de jî zêdetirî 10 milyonan kesan îmze pêşkeşî Konseya Ewropayê kirin.

Divê sepanên îşkenceyê bi dawî bibin

Li dijî rewşa li Îmraliyê, me di sala 2022’yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan (KMM) a Neteweyên Yekbû (NY) da. Di encama vê serlêdanê de KMM NY’yê di 6’ê îlona 2022’yan de bersiv da û biryara tevdîrê ji hikûmetê re ragihand. KMM NY’yê biryara tevdîrê ya ‘Divê bêyî ku astengiyeke were derxistin, tavilê bi parêzerên xwe re bikare hevdîtinê bike’ di 19’ê çileyê de dîsa bi bîra hikûmetê xist. Li gel ku hikûmet berpirsyar e ku li gorî vê biryara navneteweyî tevbigere jî, em dibînin ku hêj bi vê biryarê nekiriye. Bi vê biryarê nehatiye kirin û bi domandina tecrîdê re sûcê biqesdî xerab bi kar anîna peywirê hatiye kirin û bi vî sûcî re sûcê îşkenceyê hatiye kirin. Banga me ya ji bo hikûmet û Wezareta Dadê ev e; tavilê li gorî biryara tevdîrê ya KMM NY’yê tevbigerin û dawî li rewşa agahînegirtinê û sepanên îşkenceyê bînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Şerê Ukrayna û Rûsyayê; 2 milyon û nîv qurbanî
NÛÇE

Şerê Ukrayna û Rûsyayê; 2 milyon û nîv qurbanî

21/07/2026
Rêber Apo: Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin
NÛÇE

Rêber Apo: Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin

21/07/2026
‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.