Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya Xweser jinek û 2 zarok radestî Danîmarkayê kirin

24/06/2023
in NÛÇE
A A
Rêveberiya Xweser jinek û 2 zarok radestî Danîmarkayê kirin
Share on FacebookShare on Twitter

 

Rêveberiya Xweser jinek û 2 zarokên çeteyên DAIŞ’ê radestî şandeya Danîmarkayê kirin.

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, roja pêncşema borî şandeyeke Danîmarkayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir. Şandeya bi serokatiya nûnerê Danîmarkayê yê taybet bi şerê li Sûriyeyê û herêmên Rêveberiya Xweser Nicholas Harris, ji aliyê endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin.

Her du aliyan rewşa Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin û bal kişand ser beyannameya çareseriya aloziya Sûriyeyê ku Rêveberiya Xweser ragihandiye, her wiha rewşa aborî û mirovî ya li herêmê û rewşa çeteyên DAIŞ û malbatên wan ên li kampên Hol û Rojê.

Xalid Îbrahîm diyar kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser ji hêla gelek aliyên siyasî, civakî û hêzên navneteweyî ve erênî hat nirxandin û got: “Beyanname ji rêgez û armancên nîştimanî pêk tê. Li gorî beyannameyê, divê tevahî gelê Sûriyeyê beşdarî diyalogên bi armanca dîtina çareseriyê ji aloziyê re bibin. Beyanname ji 9 xalan pêk tê. Xalek têkildarî dosyaya penaberan heye. Rêveberiya Xweser teqez dike ku ew amade ye pêşwaziya penaberan bike û rê li ber koçberiyê bigire. Lê ji bo ev dosya were çareserkirina pêwîstî bi tevakarî û desteka navneteweyî heye.

Îbrahîm îşaret bi girîngiya berdewamkirina têkoşîna li dijî DAIŞ’ê kir û got, divê hikumetên dewletan welatiyên xwe yên di nava DAIŞ’ê de vegerînin û anî ziman ku vegerandina DAIŞ’iyan li welatên wan parçeyekî biçûk ji çareserkirina pirsgirêka DAIŞ’ê ye.

Xalid Îbrahîm da zanîn ku di demên dawîn de tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye û wiha domand: “Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê tevgera xwe zêde kirine, êrişî nuqteyên leşkerî û yên ewlehiyê dikin. Ev dide diyarkirin ku xetereya DAIŞ hîna heye û dewam dike. Ev şane dixwazin êrişî navendên perwerdekirinê û kampan bikin. Li ser vî esasî divê di aliyê aborî û xizmetguzarî destek bê dayîn. Divê jêderên terorê werin zuhakirin, ji ber ku xetereya wan ne li ser herêmekê ye, lê belê li ser tevahî cîhanê xetere ye.”

Nicholas Harris jî pesnê tevgera di navbera Rêveberiya Xweser, QSD û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî de da ku Danîmarka yek ji endamên wê ye.

Harris ji ber fedakariyên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê dane, spasiya QSD’ê kir û diyar kir divê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê berdewam bike heta ku ewlehî li herêmê mîsoger bibe. Harris got: “Danîmarkayê rewşa siyasî û aborî, mirovî û ewlehiyê ya li herêmê dişopîne û bi nûnertiyên Rêveberiya Xweser ên li Ewropayê re di nava têkiliyên domdar de ye.”

 

Harris destnîşan kir ku Danîmarkayê dê têkildarî kampan piştevaniya xwe bi herêmên re dewam bike û ji bo istiqrar li Sûriye û Iraqê pêk were dê projeyan pêşkêş bike.

 

Piştre şandeyê nameya Qiraltiya Danîmarkayê ya ji bo Rêveberiya Xweser radestî Daîreya Têkiliyên Derve kir.  Danîmarkayê di nameyê de spasiya Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî dike û desteka xwe pê re nîşan dide. Di dawiya hevdîtinê, Daîreya Têkiliyên Derve jinek û 2 zarokên çeteyên DAIŞ’ê radestî şandeya Danîmarkayê kir. ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Şerê Ukrayna û Rûsyayê; 2 milyon û nîv qurbanî
NÛÇE

Şerê Ukrayna û Rûsyayê; 2 milyon û nîv qurbanî

21/07/2026
Rêber Apo: Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin
NÛÇE

Rêber Apo: Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin

21/07/2026
‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.