Rojnameya Ronahî

Bazarên gerok li Qamişlo çandeke civakî ya kevnar e

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hebûna bazarên ku cihên wan guhêrba in, li bajarên Qamişlo çandeke civakî ya şîniyên bajêr a kevnar e. Dîroka wê vedger beriya 20 salan e. Firoşkar bi arzanî kel û pelan difroşin û welatî jî ji bo kirîna kelûpelan bazarê bi firoşkaran re dike.

Tevgera ku roja yekşemê, li taxa Xerbî çêdibe, weke ya bazarên rojên din, çandeke kevnar ya  civaka bajarê Qamişlo ye. Hejmarek firoşkarên bajarê Qamişlo yên taybet jî hene û cudayî bazara bajêr ya navdî, karên cuda jî dikin.

Her roj ji destpêka sibehê ve bi sedê firoşkaran radihêjin kel û pelên ku dibin jêder û bi riya wê debara jiyana xwe dikin û her rojekê li taxekê ji taxên bajêr, bi cih dibin û kel û pelên xwe difroşin.

Di heman demê de welatiyên bajarê Qamişlo bi destpêka sibehê re bi mebesta kirîna kel û pelên xwarinê û hwd… berê xwe didin van bazaran û tiştên pêwîst piştî bazareke demdirêj, dikirin.

Her roj bazarek û taxek ji bajarê Qamişlo ji welatiyan û bazarkirina domdrêj ji bo kirîna tiştekî, demeke dirêj dixwaze. Ev jî çandeke civakî ya piraniya welatiyan e.

Bernameya van bazaran û cihê wan jî wiha ye:

Roja yekşemê li taxa Xerbî, duşemê li Kornîş, sêşemê taxa Xerbî/li nêzî Qapiyê Nisêbînê û Qamişlo, roja çarşemê li Erbewiyê, pêncşem li taxa Mehmeqeya,Cûdî û Hilko, roja înê li Qidûrbeg û li çerxereya Zinûd û roja şemiyê jî li Mehetê û navçeya Amûdê.

Yek ji van bazarên ku rojane li Qamişlo çêdibin; Bazara Yekşemê ye, ev bazar li taxa Xerbî ye û yek ji bazarên  herî mezin in. Herwiha firoşkarên ku têne vê bazarê tev ji Qamişlo ne, her yekşem ji demjimêr 8`ê sibehê heya demjimêr 1’ê nîro bi erbe û bestekên xwe li taxa Xerbî bi cih dibin û welatiyên Qamişlo jî berê xwe didin vê bazarê.

Têkildarî vê bazarê firoşkar û welatiyên bajarê Qamişlo ji Rojnameya me Ronahî re axivîn.

‘Karê firotinê rojane ye’

Firoşkar Mihemed Yûnis da zanîn ku her roj derdikevin bazarê û wiha got: ” Ez firoşkarekî bazarên Qamişlo me û ji taxa Qidûrbegê me, ev  4 sal in ku rojane li her taxekê ji taxên bajêr kar dikim. Herwiha em firoşkar bi giştî kel û pelan ji bazirganan dikirin û feyda xwe jî tevêjin ser bihayê wê. Bihayê kel û pelên ku em difroşin ji buhayê bazara navendî ya bajêr kêmtir e û di heman demê de jî cureyên van kel û pelan baş in. Ev tişt jî dihêle ku welatiyên bajêr werin vê bazarê. Em erbe û basteyên xwe li kolanên taxan datînin û têkildarî cihê ku em lê kel û pelên xwe difiroşin jî, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo tu bacê ji me nastîne. Tenê karmendekî paqijiyê tê û karê paqijiyê li hemû bazaran dike û ji her firoşkarekî 500 leyreyên Sûrî werdigre. Em weke firoşkar jî ji bo vê yekê, sipasiya Şaredariyê dikin, ji ber ku bi mere alîkariyê dike da ku em jî bi welatiyan re bibin alîkar û kel û pelan bi erzantir bifroşin wan.”

 ‘Buhayê kêm yên kel û pelan min ber bi bazarê ve tînin’

Welatiyê bi navê Mihemed Şerîf Hisên diyar kir ku derfetên madî yên kêm min ber bi bazarê ve tînin û wiha got: ” Ez ji taxa Hilêliyê me û her yekşem weke hemû welatiyên bajarê Qamişlo, berê xwe didim vê bazarê û xwarin, kel û pelên din dikirim. Herwiha em weke welatiyên bajêr tên bazara yekşemê, ji ber ku buhayê tiştan li vir ji buhayê bazara navendî ya bajêr û deverên din arzantir e. Herwiha ez diçim hemû bazarên wiha. Lê ji bo min ev bazar hem nêzîk e û hem jî tiştên wê li gor derfeta min ya madî ne. Bi giştî rewşa vê bazarê baş e, lê tenê yek pirsgirêk heye û em weke welatî banga xwe ji cihên peywendîdar re dikin. Pirsgirêka herî sereke ew e ku buhayê kel û belan li bazarê neweke heve û ji bona şopandina vê yekê jî xemsarî heye.