Rojnameya Ronahî

Li Şehbayê bandora dorpêçê li ser xebatên tenduristiyê

Di giştî herêma Şehbayê de tenê yek cih ji bo pêşwazîkirina nexweşiyên ku gurçikan dişûn heye û tenê 16 kesan dihewîne. Kordînasyona desteya tenduristiyê ya herêma Efrîn Elye Mihemed da zanîn ku kesên gurçikan dişûn zêde ne, lê derfetên di destê wan de gelek kême û hikumeta Şamê rê nade dermanên pêwîst derbas bibin.

Zana Roj/ Şehba

 Herêma Şehbayê dikeve bakurê bajarê Helebê. Li Şehbayê welatiyên bajarê Efrînê yên ku bi darê zorê ji milê dagirkerên tirk û çeteyên wê ve ji cih û warê xwe hatine derxistin û lê bi cih bûne. Ev zêdetirî 5 salin ku Hikumeta Şamê herema Şehbayê xistiye nava dorpêçeke giran de. Armanca hikumeta Şamê ji vê dorpêçê ew ê ku herêmê vala bike û vîna gel bişkîne. Dorpêç bi gitanî bandora xwe li hemû warê jiyanê dike, lê bi taybetî jî, ji aliyê tenduristî ve zêdetir êş û zehmetî têne kişandin.

Bi taybet girêdayî nexweşiya gurçikan yê ku giraniyeke wê mezin di aliyê parastina nexweş de heye, bê şûştin ew nexweş nikare jiyan bike. Ji lewra di aliyê peydakirina navend û dermanên wê de divê tedbîr werin girtin. Lê ji ber dorpêçê derfet heyanî niha neketine destê rêveberiya herêmê de, ji ber vê yekê nexweşxane dikare tenê 16 kesan pêşwazî bike, rûxmî ku hejmara nexweşiyên gurçik şûştinê gelek zêde ne.

`Heyva Sor a Sûrî bi zanebûn navenda xwe girtî ye`

Girêdayî vê mijarê endamê Kordînasyona Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrîn Elye Mihemed ji rojnameya me re axivî. Elye anî ziman ku destpêkê navenda şûştina gurçikan girêdayî Heyva Sor a Sûriyê bû lê belê karê xwe li heremê rawestandin û wiha got: “Di giştî herêma Şehbayê de tenê yek navend ji  bo şûştina gûrşikan hebû. Bi derbasbûna gelê Efrînê re piştî demekê Heyva Sor a Sûriyê kar û xebatê xwe li vê navendê rawestandin û ev yek jî rewşa tenduristî ya welatiyên deverê hîn girantir kir. Li ser vî esasî rêveberiya herêmê ev navend rakir ser milê xwe û nehîşt ku were sekinandin”.

Tenê nexweşxane dikare bi 16 kesan re bibe alîkar

Elye destnîşankir ku  ev navend bi şert û mercên gelek zehmet hat aktîfkirin û tenê ji 16 kesan re em dikarin bibin alîkar û wiha domand: “Navenda Gurçik şûştinê navendeke bi kêm derfetan alavên wê hatin peydakirin û vekirin, beriya 2 salan li bajarokê Til Rifetê hat vekirin. Weke ku tê zanîn ava ku pê were şûştin divê aveke  paqijb e. Ji bona vê yekê me gelek astengî kişandin heyanî ev alternatîf hat peydakirin. Her wiha zehmetiya herî mezin jî tunebûna derman û sîromane û pirî caran nexweş dermanên xwe yên pêwîst bi xwe re tîne. Ev yek jî ji bona wan gelek zehmete û her tim nikarin bikirin. Di vê demê de bo van derfetan em tenê dikarin ji 16 kesan re bibin destek, rûxmî ku hejmar zêde ye, lê derfetên me kêm in. nexweşên din heftê du caran diçin Helebê ji bona tedawiyê.”

`Berxwedana gel armancên dijmin vala derxistin`

Elye da zanîn ku ambargoya hikumeta Şamê tavahî pîvanên mirovahiyê derbas kirin û wiha got: “Gelê herêmê tevî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên rojane û rewşa koçberiyê. Ji milekî din ve jî siyaseta Hikumeta Şamê ya birçîbûnê bi hemû hêza xwe berdewam dike. Hikumeta Şamê bi van siyasetan dixweaze gel û rêveberiya Xweser di herêmê de bê îrade bike û herêmê velebike û serweriya xwe pêkbîne. Lê belê li hember van zehmetiyan gel yek gav jî ji xeta berxwedanê û têkoşînê paş de neavêtî ye. Ev jî tê wê wateyê ku hemû siyasetên dijminan negihêjin armanca xwe.