Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dijî Tecrîda li ser Rêber Ocelan, gel rabû ser piyan

20/06/2023
in NÛÇE
A A
Li dijî Tecrîda li ser Rêber Ocelan, gel rabû ser piyan
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Ji bo şermezarkirina tecrîda  girankirî ya ji aliyê dewleta Tirk ya faşîst ve  ya ku li ser Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, tê kirin; Îro  bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo, bi durşmeya‘ Jin, Jiyan Azadî, Serbixe Azadî’ xwe pêşandanek li dar xistin.

Tevahiya Partiyên Siyasî û Rêxistinî, Saziyên Sivîl û Civakî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî beşdarî xwepêşandanê bibûn.

Herwiha beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan ber bi jor ve hildabûn  û siloganên‘ bê serok jiyan nabe û bijî serok Apo û azadî ji bo Rêberê netewî’ digotin.

Xwepêşandan ji çerxereya Şerq ya rojhilatê Qamişlo di saet 10`an de bi pêşengtiya jinên bajêr dest pê kir û heta çerxereya Sonî dewam kir.

Herwiha beşdaran deqîqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdên azadiyê û tevayiya şehîdên azadiya Kurdistanê feda kirine, rawestiyan û meş li çerxerêya Sonî veguherî mîtîng.

Piştre  têkildarî tecrîda girankirî ya li ser rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan de tê kirin, berdevka Jinên Ciwan ya bakur û rojhilatê Sûriyê Rîm Dada û rêveberê Insiyatîfa Gel  ya bajarê Qamişlo Meisûm Hesen  axivîn.

Destpêkê Rîm Dada hemû Şehîdên azdiya kurd û Kurdistanê bi bîr xistin, di berdewamiya axaftina xwe de tecrîda ku di şexsê Rêber Apo de tê kirin şermezar kir. Heriwha got, Fikir û felsefeya Rêber Ocalan ji bo gelê kurd û hemû gelên azdîxwaz xwegihandina azadiyê ye. fikr û felsefeyê di hundirê Imraliyê de desthilata hikumeta  AKP`ê  têk bir.

Herwiha di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku gelê kurd û hemû gelê azdîxwaz hertim ji bo azdiya Rêber Apo ya fîzîkî têbikoşin.

Piştre Meisûm Hesen derbarê heman mijarê de axivî û got, tecrîda li ser Rêbertî û qedexekirna hevdîtinên bi parêzer û malbata wî re, bêheqiyeke û cîhan ji bo vê yekê bêdeng e. Di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku gelê kurd û gelê azdîxwaz ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li benda tu hêzên navdewletî û rêxistinên mirovî namînin, lê wê gelên azdîxwaz hertim li ber xwe bidin. Herwiha di dawî de  tekez kir û soz da Rêberê gelê kurd ku wê hertim ji bo azadiya gel û xaka Kurdistanê di xebatê de bin.

Herwiha di saet 11`an de Mîtîng bi silogana ‘Azadî ji bo Rêberê gelê kurd, azadiya Rêber Apo azadiya gelan e û berxwedan berdewam e’ li pêşiya çerxerêya Sonî bi dawî bû.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.