Rojnameya Ronahî

Azadiya Rêber APO Azadiya Gelan e

Fener…

Idrîs Henan

Di mijara Rêbertiyê de, ti hesabên pragmatist ên teng û berjewendiyên siyasî têne binavkirin, nikarin bibin asteng. Ango; çi tişta di bin navê hesabcîtiyê de hebe, çendîn tişta em jê re dibêjin berjewendî hebe, eger di cewher de azadiya Rêber APO nahewîne, nikare pêngaveke rasteqîn were hesibandin. Ji şimitîneke ideolojîk, xwexapandin û bixwekenîneke li ber tavê wêdetir mirov nikare ti navekî din lê bike. Rastiya dagirkirina Kurdistanê ev e. Rastiya berxwedan û têkoşîna Kurd jî ev e. Yanê çi diplomasî, siyaset, fealiyet û çalakiyên cur be cur hebin, nikarin derveyî vîna afrîner a Rêbertiyê werin nirxandin. Çi heyîn û teşegirtinên derveyî vê rastiyê şikil girtibin jî, muheqeq heyînên xapînok û derewker in. Nikarin azadiya gel misoger bikin ne jî dikarin pê bidin qezenckirin. Tam berovajî vê yekê, hebûna wî rû bi rûyî îmha û tunekirinê dihêle. Weke bedenê ku alav, element û çekên xweparastinê ji dest dabe ye. Ev yek jî bi rastiya sîstema îzolê û tecrîda şidandî ya li Îmraliyê baş tê fêmkirin. Ango; dijminê me vê yekê ji me baştir dizane, lew re jî dor li Rêber APO şidandî ye û tecrîdek giran avêtiye ser wî.

Mesele ne murîdî û ne jî perestkirina kesayetan e. Mesele xwedîderketina li dîrok, cografya, mîrate û nirxên hebûna gelê Kurd e. Lew re jî, hezkirin û girêdana gelê Kurd bi rêbertiya xwe ve ti carî nikare weke, hinek derdorên xwe rewşenbîr û serbixwe dihesibînin dibêjin, were destgirtin. Ji ber vê heqîqetê ye rêbertiya me sînorên netewperestiya teng a Kurd derbas kiriye û bûye malê tevayî gelên bindest û azadîxwazên cîhanê.

Ji bona wê jî, ji ber girîngiya çarenûsî ya rêbertiyê, lazime şêwazên heya roja îro ji bona hevdîtin û azadiya wî hatine meşandin, bên sererastkirin. Hinek jê bên bihêzkirin û hinek jê jî bên guhertin û li gorî wateya cewherê rêbertiyê hinek jî bên afirandin.

Ji bo hevdîtina bi Rêberê gelê Kurd Abdulaha Ocalan re, bila îmzeyên gel bên komkirin û li ser  navê gel serlêdan û daxwaznameya hevdîtinê li ber raya giştî, ji aliyên eleqedar re bêne pêşkêşkirin. Yanê bila ne tenê barê malbatê, parêzer û buroya hiqûqê be, bila barê tevayî gelên Kurdistanê û bi taybet barê gelê Kurd be.

Çendîn îmze hatibin komkirin, ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertiyê bûn. Bila ew yek dewam bike. Li rex wê jî bila vê carê daxwaznameyek gelemperî be ku ti mînakên wê di dîrokê de nîn bin. Him ji bo azadiya wî be û him jî ji bo lidarxistina hevdîtina bi nûnerên gelan re be. Ya girîng bila li ber raya giştî be ku her kes li dunyayê bi awayekî zindî cewherê vê desthilatdariya faşîst a li Tirkiyê li dar e, bibîne û nas bike.

Ji bona wê rêxistinbûyînek xurt û tevlîbûnek bê hempa li her derê pêwîst dike. Bila roja serlêdana ji aliyên têkildar re, bibe rojeke serhildan û raperînê ku her kes wê yekê bişopîne û bi awayekî zindî nêrîn û hestên gel werin parvekirin. Bila hemû qad û saheyên li Kurdistanê û cîhanê bi hev re, di yek dem û zemanî de ji bona hevdîtinê û azadiya rêber APO werin cem hev. Bila hemû qirik bi hev re “Bijî serok APO” biqîrin. Bila zindî, herikbar û bê maske be. Bila kelecan, coş, moral û têkîliya gel bi rêbertiyê re bi wê rêbazê ji cîhanê re bête eşkerekirin. Ji wê jî zêdetir, naveroka faşîzmê û sîstema tecrîdê bila were cerisandin û her kesê li paş perdeya wê cih digire, kî dide bila bibe, bila bi dahurandinên gel re werin riswakirin. Bila têkoşîna me ya azadiyê layîqî berxwedana Rêber APO û dahurandinên wî be. Çi lebitîna Kurdan a li dûrî xeta azadiya Rêber APO hebe, ancax israra koletî, bindestî û mirina bi xweşî be. Ji ber vê heqîqetê jî, azadiya Rêber APO, azadiya gelan e. Nikare bi makyacên lîberalîzekirinê were şîlokirin.