Rojnameya Ronahî

Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza bûn dengvedana çapemeniya azad

 

HPG’ê şehîd Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza bi bîr anîn ku di Îlona 2022’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn. HPG’ê di daxuyaniya xwe de got “Hevrêyên me Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza bûn dengvedana kevneşopa me ya çapemeniya azad li çiyan.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şehadeta kadroyên pêşeng ên çapemeniya HPG û YJA Starê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Milîtanên fedaî yên kevneşopiya çapemeniya azad, kadroyên pêşeng ên Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê û Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê hevrêyên me Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema bi erka xwe radibûn, di 12 û 19’ê Îlona 2022’yan de di êrişên dijmin de şehîd bûn.

Hevrêyên me Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza, ji Mazlûm Dogan heta Gûrbetellî Ersoz, ji Xelîl Dag heta Arjîn Amed, Hindistan Penaber, Alî Kanîroj, Amara Ronahî, Jiyan Amargî û Şaristan Asmînan bûn nûnerê vê demê yên kevneşopiya çapemeniya azad a li ser xeta azadiyê. Ji bo têkoşîna azadiyê ya li ser xeta fedaîtiyê li çiyayên Kurdistanê tê meşandin û şehîdên me yên ezîz ji gelê me û raya giştî ya cîhanê re ragihînin, li gel nebûna derfetan û bi zor û zehmetî, lê bi daxwazeke mezin û kedeke bilind wezîfeya xwe bi cih anîn. Hevrêyên me yên bijarte ku bi xwe jî milîtanên fedaî yên Apoyî bûn, bûn dengê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û di vê oxirê de têkoşiyan, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyên me Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza bûn dengvedana kevneşopiya me ya çapemeniya azad li çiyê.

Herweha YPJ`ê j î, şehîd Avrîn Mahsûm ku demekê xebatkara Navenda Ragihandinê ya YPJ`ê bû, bi bîr anî û ev soz da: “Em ê tekoşîna ku hevrê Avrîn daye meşandin bigîhinin serkeftinê.”

“Kevneşopiya çapemeniya azad bi tekoşîna hevrêyên weke Avrîn Mahsûm re li Rojava Kurdistanê şax berda. Çapemeniya azad ji bo rûyê kirêt ê dewleta Tirk ji cîhanê rabigîhîne, gelek berdelên giranbiha da. Hevrê Avrîn jî yek ji wan hevalanê ku bû şopdara mîrateya Gurbetellî Ersoz û Apê Mûsa.

Hevrê Avrîn li bajarê Efrînê di nava malbateke xwedî kevneşopiya welatparêziyê mezin dibe û di sala 2014’an de biryara beşdarbûna nava şoreşa Rojava dide. Li hemberî êrîşên DAIŞ’ê weke jineke berxwedêr her dem li eniyên pêş yên cengê de cihê xwe girt. Hevrê Avrîn hem şervantiya şoreşê kir hem jî heqîqeta şoreşê ji cîhanê re ragihand.

Di kar û xebatên navenda Ragihandina YPJ’ê de bi sekna xwe ye bi coş û kelecan herdem bû navgîna rihê şoreşgertiya demê. Hevrê Avrîn di kêliyên herî zor û zehmet de tu car bê hêvîtî nejiya. Ev taybetmendiya wê dema dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir, rûxmû ji hevalên xwe dûrketibû û birîndar bibû jî, 26 rojan di nava artêşa dest bi xwîn a dewleta Tirk de xwe veşart û piştî wê xwe cardin gîhand hevalên xwe. Ji Efrînê heta Pêngava Tunekirina DAIŞ’ê hevrê Avrîn hem bi çek û hem jî bi kameraya xwe tekoşîneke bê eman da meşandin. Di hemû eniyên şer de bû zimanê berxwedaniya doza mafdar a tekoşîna azadiya jinan.

Em weke Navenda Ragihandina YPJ’ê di serî de ji bo malbata hevrêya xwe ya hêja Avrîn Mahsûm û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê hevrê Avrîn Mahsûm û tevahî şehîdên çapemaniya azad de cardin sozdariya xwe ye li pey heqîqetê çûyînê nû dikin. Em soz didin ku em ê di her kêliya jiyanê de rûyê kirêt ê dagirkeran derxinîn holê û ji raya giştî re ragihnînin.