Rojnameya Ronahî

Muslim: Em pişta xwe didin berxwedana gel û hêzên xwe

 

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku dewleta Tirk ji bo temamkirina planê xwe yê dagirkeriyê û têkbirinê dest bi êrîşan kiriye û qada hewayî ji balafirên şer re hatiye vekirin got: “Em ê her li ber xwe bidin, em pişta xwe didin berxwedana gelê xwe.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, têkildarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne û got: ku mirov her tiştî ji dewleta Tirk û hovîtiya wê hêvî dike û “Em ketine rewşa xweparastinê de. Çi jî bibe em ê heta bi hetayê li ber xwe bidin. Bila baweriya gelê me bi xwe û hêza xwe hebe.”

‘Hikumeta AKP’ê hikumeta şer e’

Muslim diyar kir ku piştî hilbijartinê bi avabûna hikûmeta şer re, li planê têkbirinê hatiye dewamkirin û wiha got: “Me, beriya hilbijartinan bi çend mehan got. Dûrkirina dîktator, despotekî ji kursî bi rêyên adilane, di dîrokê de çênebûye. Mixabin pêşbîniya me rast derket. Em niha jî vê dibînin. Vê faşîzmê bi sextekarî û hîleyên bi her awayî cihê xwe qewîn kir. Li planê xwe yê ji sala 2014’an ve, dewam dike. Planekê ji planên wan ên sereke jî Rojava ye. Bi avakirina hikûmeta şer re dest bi êrîşan kir. Ji hilbijartinan ta bi niha êrîş nesekinîne. Dest bi pêkanîna êrîşên xwe yên bi her awayî yên neexlaqî ku di tu zagonan de cihê wan nîn e, li dijî her kesî kiriye. Li vir bi taybetî dixwazin Rêveberiya Xweser, kar û xebatê wê ji holê rake. Wan dest bi planê xwe kiriye. Tiştekê ji bo me biguhere nîn e û em ê li ber xwe bidin.”

Danezana çareseriyê, darizandina çeteyên daîş’ê

Muslim destnîşan kir ku hedefa asas Rêveberiya Xweser û Kurd in û armancên bi êrîşan wiha rêz bi rêz kirin: “Rêveberiya Xweser demeke kin berê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê deklarasyonek ragihand. Tirkiyê, ne ji bo Sûriyeyê çareseriyê dixwaze ne jî dixwazin Kurd di nav de cih bigirin.  Her wiha got ku wê çeteyên DAÎŞ’ê yên girtî ji milê Rêveberiya Xweser ve werin darizandin. Dagirkeriya tirk wê jî naxwaz e. Çimkî ji destpêkê de, kirinên wan ên bi DAÎŞ’ê û sûcên wan derbikevin holê. Di vê darizandinê de ku wê li ber çavên cîhanê bê kirin, hemû pîsîtiyên ku faşîzma Tirk kirine wê derbikevin holê. Vê naxwazin, ji lewma yekcar har dibin û êrîşên xwe dewam dikin.

 ‘Em ê heta bi hetayê li ber xwe bidin’

Muslim anî ziman ku, “Her tişt ji dewleta Tirk û hovîtiya wê tê payîn. Du aliyên vê hene. Operasyon ji erdê ve bê kirin, em ê li ber xwe bidin. Lê xuya ye ku operasyona ji erdê ve zor e ku bidin ber çavên xwe. Çimkî em amade ne. Li Til Rifet, Şehba û Minbicê, hêzên Îranî û Rûs hene. Êrîşên dagirkeriyê ne ji xêra Îranê re ne. Lê li Astanayê wê destûra vê bide ya na, diyar bibe. Em pişta xwe nadin van. Em pişta xwe didin gelê xwe. Wekî din tiştek nîn e. Em ketine rewşa xweparastinê. Çi jî bibe em ê xwe biparêzin. Bila baweriya gelê me bi xwe û hêza xwe hebe. Dewleta Tirk bi drone û hwd., bi teknîka xwe dikare çend kesan bikuje lê nikare vîna gelê me bişikîne. Tirkiye ji erdê ve operasyon bike wê xera bibe. Hêzên me jî amade ne. Ji xeynî berxwedanê me tu rê nîn e. Wê her kes bi vê zanebûnê tevbigere.”

Mislim anî ziman ku ji bo berdewambûna demokrasiyê hêvî bi tenê Şoreşa Rojava ye û wiha bang li raya demokratîk kir: “Hêzên demokratîk û yên dixwazin demokrasî hebe, eger bixwazin demokrasî li Rojhilata Navîn berfereh bibe, divê bi me re bibin piştgir. Çimkî hêvî bi tenê ev e. Tirkiyê, Sûriyê, Îran, li ku rejîmeke dîktator li dijî me dixebite. Em jî li ber xwe didin. Em hem hewil didin ku hebûna xwe hem jî pîvanên demokratîk, pîvanên mirovahiyê biparêzin. Bi ya min, heqê me ye ku em bixwazin ku ev bi me re bin û bi me re bin û piştgiriya me bikin.