Rojnameya Ronahî

Bêdengiya cîhanê li hemberî qirkirina Êzîdiyan wê neyê ji bîrkirin

Yekîtiya Êzîdiyan Efrîn û Şehbayê 5’emîn konferansa xwe li herêma Şehbayê li dar xistin. Êzîdiyên Efrînê anîn ziman ku wan bi xeta xwe ya rêxistinbûn û têkoşînê, siyasetên qirkirinê û nijadperestî yên li dijî civaka Êzîdî vala derxistin, û gotin “Hebûna me heqîqeteke nayê înkarkirin.”

Esma Efrîn/ Şehba

Sûcên ku di derheqê civaka Êzîdî bûne û hîn jî dibin, sûcên dij pîvanên mirovî ne. Di dîrokê de yek ji civakên herî zêde rastî êrîş û qirkirinê hatiye, civaka Êzîdî ye. Di bin navên ol û  kevneşopiyê de, ev civak her dem rastî fermanan hatine. Di seranserî dîrokê de rastî 74 fermanan bi destên faşîzman û olperestan hatine. Bi taybet gelê Şengalê rastî gelek êrîşên hovane hatiye di fermana dawiyê ya 2014’an de bi destê DAÎŞ ê careke din xwestin Kurdên Êzîdî di nava qirkirineke dîrokî re derbas bikin.

Gelê Êzîdî li herêma Şehbayê dest ji têkoşîna xwe bnernedan. Li dijî êrîşên ku derheqê Êzêdiyan de ci li Efrînê û li Şengalê dibin xwe bi rêxistin kirin. Bi wê rihî Yekîtiya Êzîdiyan Efrîn û Şehbayê Konferansa xwe li ser asta 2 salan li darxistin.

Têkildarî siyasetên qirkirinê û berxwedaniya civaka Êzîdî li hember polîtîkeyên qirkirinê, berdevkê Yekîtiya Jinên Êzîdî yên Rojava Sûad Hiso û endamê Meclîsa Gîştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Silêman Cafer ji rojnameya me re axivîn.

`Xebatên tên kirin ji bo rizgarkirina Efrîmê ne`

Sûad destpêka axaftina xwe de anî ziman ku tavahî xebatên ku tên kirin ji bo rizgarkirina Efrînê ye û wiha got: “Li herêma Şehbayê ji nû de xwe birêxistinkirin ji bo tavahî gel ne hêsan bû, lê belê gelê birêxistin kirî yên li ser fikirên Rêber Ocalan mezin bûne ji bo rizgarkirina Efrînê xwe kirin yek û li hember siyasetên hêzên navnetewê û yên dagirkeriyê bûn hêz û bi wê helwestê ji 5 salan ve tavahî kar û xebatên me ji bo vegera Efrînê ye.”

`Bêdengiya cîhanê wê neyê ji bîrkirin`

Sûad derbarê armanca lidarxistina 2’yemîn konferansa Yekîtiya Êzîdiyên Efrîn wiha got: “Dîroka gelê Êzîdî bi xweînî hatiye nivîsandin. Li hember ola Êzîdî nijadperestên dîrokê her xwestine vê gelî ji holê rakin, di 72 fermanan de êzîdî di qirkirina olî, çandî û dîrokî re derbas bûye. fermana 2014 an ya ku li Şengalê hatiye pêkanîn li ber çavên dunyayê ku di sedsala 2’ emîn gelek tê qirkirin jin, zarok, pîremêr û ciwanaên wan di nava lepên DAÎŞ ê de tên kûştin, firotin û tecawîzkirin. Ev yek wê neyên ji bîrkirin, hevgirtina dewletan û bêdengî bûna wan wê neyê jibîrkirin.  Em heqîqetekin ku nayên înkarkirin.”

`Di Efrînê de kirasê Îslamiyetê bi zorê tê ferzkirin`

Sûad destnîşan kir ku di hundir Efrînê de sûcên herî mezin li Êzîdiyan tên kirin û wiha domand: “Ev destdirêjiyên li ser gelê me hîn jî berdewam dikin, îro di hundir bajarê Efrênê de sûcên dagirkeriyê û çeteyan di derheqê Êzîdiyan de bi awayekî hovane tên kirin. weke ku hat dîtin di vê dawiyê de çawa ku 2 welatiyên Efrînê yên Êzîdî bi dare zorê wan dikin misluman. Bi dare zorê dixwazin kirasê îslamiyetê li ser wan ferz bikin”.

`Fikrê Rêbertî bû mîrasê parastina gel û civakê`

Silêman da zanîn ku bi peradîgmeya Rêber Ocalan gelê Êzîdî xwe ji pencên qirkirinê parast û wiha got: “Di pêngava doza azadiya Kurdistan de Rêber Ocalan ji bo gelî Êzîdî ev anî ziman ‘Hûn Kurdên resenin divê hûn xwe birêxistin bikin û xwe biparêzin’, bi vê yekê tavahî civaka  Êzîdî gihîşt heqîqeta ku ji derveyî rêxistinbûn û hevgirtinê wê parastina gelê Êzîdî ne pêkan be. Li ser wî esasî fikrê Rêber Ocalan ji bo me bû mîrasa parastin û gihîştina serkeftinên ku me îro bi dest xistine. Bi vê felsefê û bi avabûna Xweseriya Demokratîk gelê Êzîdî xwe îsbat kir û xwe ji pencên qierkirinê parast”.

`Li hember tavahê cureyên qirkirinê berxwedanî berdewam e’

Silêman cafer di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ji derveyî têkoşîn û berxwedaniyê wê riyeke din nebe û wiha bi dawî kir: “Serkeftinên ku îro gelê Kurd bi destxistine di encama têkoên û bedelên gelek giran de hatine bidestxistin. Berdewam kirin û parastina vê têkoşênê wê li ser milê me be.li hember tavahî cureyên qirkirin û siyasetên dijmin Ji derveyî xeta berxwedanî wê tu riyên din nebin wê encax bi vê yekê em tavahî siyasetan vala derbixin”.