Rojnameya Ronahî

Nexwaşxaneya Til Rifet hêviya gel e

Bajarokê Til Rifetê weke xeta yekemîn ya şer tê naskirin. Dagirkeriya Tirk bê navber navenda bajêr û gundewarên sînorî bombabaran dike. Nexwaşxaneya Til Rifetê bi kêmderfetên xwe ji gel re bûye warê hêviyê ye, lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê gelek astengiyan dibîn e.

Zana Roj/ Şehba

Nexweşxaneya Til Rifetê di dema ku rêjîma Baas li herêmê desthiltdar bû  hatiye avakirin. Di kirîza Sûriyê de ji bo dermankirina gel roleke mezin leystiye. Ji demên şerê herêma Şehbayê de ev nexweşxane hat sekinandin. Bi derbasbûna gelê Efrînê ji herêma Şehbayê re her tişt ji nû ve hat vejînkirin, yek ji wan jî nexwaşxaneya Til Rifetê ye. Rêveberiya Xweser li herêmê ji ber pêwîstiya mezin bi nexwaşxaneyê karî hin pêdiviyên wê bicih bîne û di 2020 an de hat vekirin.

Herêma Til Rifet û gundewarên naveçeya Şêrawa weke tê zanîn xeta yekemîn ya cebheya bi dagirkeriya Tirkiyê re temsîl dike. Dagiekeriya Tirk rojane derdor û navenda bajarokê Til Rifet û gundewarên wê topbaran dike. Her wiha dorpêça hikumeta Şamê jî bi giranî bandoreke mezin li ser qada tenduristiyê kiriye. Û para gel ji van sûcan ya herî mezin e.

Têkildarî girîngiya nexweşxaneyê li herêmeke ewqas ku rastî êrîşan tê her wiha di derheqê rewşa nexwaşxaneyê de yek karmendên destpêkê yên nexwaşxaneyê Ceger Mihemed ji rojnameya me re axivî.

`Rewşa awerte ya herêmê pêwîstiya bi naxwaşxaneyê zêde kir`

Mihemed da zanîn ku naxwaşxane di demek awerte de hat vekirin, û bi derfetên gelek kêm pêşwaziya  gel dikir û wiha axaftina xwe domand: “Piştî pêngava Efrînê û bicihbûna gel li herêma Şehbayê jiyan ji sifirê de hat destpêkirin, nexwaşxaneya Avrîn ya yekem e ku di şert û mercên destrpêkê yên koçberiyê de hat vekirin. Her wiha ji ber pêwîstiya mezin bi nexwaşxaneke din’ di 2020 ’an de Rêveberiya Xweser bi kêm derfetan nexwaşxaneya Til Rifetê vekir. Ji ber rastiya rewşa herêma Til Rifet û gundewarên Şêrawa yên ku rojane di êrîşan re derbas dibin ji gavên girîng bûn ku li gorî awertebûna herêmê ev nexwaşxane were aktîvkirin. Bi rastî bi pêşwazîkirina wê ji tavahî gel re hêviyek da avakirin û tevî zehmetiyan dibe destek.”

`Bi derfetên heyî 24 saetan nexwaşxane aktîve`

Ceger di derheqê rewşa heyî ya nexweşxaneyê û beşên ku tê de cih digirin ev anî ziman: “Di gîştî nexwaşxaneyê de nêzî 20 karmendên tenduristiyê û 10 bijîşkan heye, li gorî  xebatên 24 saetan ev hejmar ji bijîşk û xebatkarên tenduristiyê gelek kême, di vî alî de zexteke mezin li ser xebatkarên ku kar dikin çêdibe, bê guman divê ev yek were derbaskirin, lê belê kadirên tenduristiyê kêm in. Beşên ku di nexweşxaneyê de hene ev in (Ambolanc, mexber, eşîa, beşa zarokan, beşa lênêrandinan û dermanxane). Bi vî awayî em hewil didin di hemû aliyan de bi derfetên heyî hevdu temam bikin.”

`Êrîşên û ambargo ji bo şikandina îradeya gel hev du temam dikin`

Ceger da xuyakirin ku di rewşa heyî de gelek kêmanî û zehmetiyan dibînin û wiha got: “Ji ber topbaranên dagirkeriya Tirk nexwaşxane rojane birîndarên şer pêşwazî dike, di vî alî de zehmetiyên mezin di mile peydakirina xwînê de û dermanan de em dibînin ji ber tunebûna xwînê pirî caran rewşa birîndaran xirabtir dibe heyanî ku derbasî nexwaşxaneya Avrîn dibe. Di heman demê de dermanên di destê me de gelek kême di aliyê emeliyatan de em rû bi rû di nava zehmetiyan de ne. Ev yek jî ji sedema dorpêça giran a ku Hikumeta Şamê li ser herêmê da ye ferzkirin de ye. Hikumeta Şamê û êrîşên dagirkeriyê ji bo şikandina îradeya gel hev du temam dikin.”

`Li hember rewşa tê qewmandin tavahî hêz û rêxistin berpirsyarin`

Xebatkarê nexwaşxaneya Til Rifet Ceger Mihemed banga rêxistinên mirovî û aliyên berpirsyar kir ku bi erkên xwe rabin û wiha bidawî kir: “Rewşa ku li herêma Şehbayê tê jiaynkirin tavahî rêxistinên mirovî û hêzên navnetewî li hembeer wê berpirsyarin. Dorpêça ku ji 5 salan ve tê domandin êdî gihîştiya asta fetisandinê. Em banga tavahî aliyên têkildar û rêxistinên mirovî û netewî dikin ku erkên xwe li hember gelekî pêk bînin.”