Rojnameya Ronahî

Serdemeke nû, têkoşîneke nû

Farûk Sakik                                             

Frantz Fanon, wekî îdeologê têkoşînên antî-kolonyal û wek Marksê Cîhana Sêyemîn hatiye qebûlkirin.

Fanon di nirxandinek xwe de dibêje; “Dagirkerî tundiya tazî ye” Peyama Fanon ji bo rewş û siberoja welatên mêtinger û hemû bindestan, wek bangek, heta mirov dikare bibêje wek qêrînek alarmê hate girtin.

Fanon di analîzek xwe de jî wiha dibêje; Ji ber ku li koloniyan, heqîqet tazî li dora xwe digere, desthilatdarî hewceyî bi perdeyeke ku kiryarên xwe veşêre nabîne û li ber çavên herkesî dikuje.

Fanon her wek kiryarên dewleta Tirk a dagirker yên li Kurdistan tarif dike.

Dewleta dagirker li ber çavên mirovahiyê êrişên qirkirina kurdan pêk tîne. Axa Kurdistan dagir dike, demografiyê diguhêre, zarokan qetil dike, çekên qedexekirî û kimyasal bi kar tîne, êrişî siyasetmedarên kurd dike, girtin û zîndankirinên derveyî hiqûqê pêk tîne û hwd…

Ji bo ku li vêderê heqîqet tazî ye û herkes dibîne. Lê tu tirsek dewleta tirk tune ye ku van kiryarên xwe veşêre.

Lê Fanon tiştek din jî dibêje: Ev kolonyalîzma tazî ya tund, tenê dema ku bi tundiyek mezin re rû bi rû bimîne wê têk biçe.

Kolonyalîzmê Erdogan temsil dikir û ew jî wek ku Fanon tarif dike bersivek wek kiryarên wî nehat dayin û têk neçû.

Mînak di hilbijartinan de helwesta Kiliçdaroglu; ji bo ku li hember êrişên Erdogan, bi tenê di pozisyona parastinê de ma, winda kir. Dibuya bi çeka Erdogan, li Erdogan bida û encam bigirta, lê wisa nekir. Di 4-5 rojên dawî de hewlda, lê dereng mabû.

Me di van hilbijartinên Tirkiyê de, di vê serdema 8 salan de dît ku pêdiviyek çawa bi bersiv dayina tundiyê heye.

Di peyva tundiyê de bi tenê çek neyê fahm kirin. Tê wateya desthilatdar bi kîjan rêbazî bi ser te de hat, divê bi wî rêbazî bersiv bidî da ku encam bigirî.

Em vegerin Kurdistan. Ji avakirina Komara Tirkiyê de kurdan li dijî tundiya dagirkeriyê bi tundiyek din bersiv dan ku hetanî roja me ev plana wana ya qirkirinê dane seknandin.

PKK’ê, Fanon baş xwend û analiz kir û di sala 1984’an de şerê çekdarî da destpêkirin. Hayrî Durmuş di sala 1982’an de li dadgeha eskerî digot; “Kesên ku ji bo vî gelî têdikoşe, dive ku têkoşîna çekdarî esas bigire. Heger şerê çekdarî nebe metîngerî tucarî têknaçe” Di dest wan de çek hebû diviya di dest kurdan de jî çek hebûya. Kurdan ev yek kirin, bi hêzên xwe yê çekdarî şerê gerîlatiyê dane destpêkirin.

Ji bo vê yeke gerîla temînata hêviyane. Gerîla bi tene dikare tundiya tazî ya dagirkeran bide seknadin. Û wisa jî dike.

Lê tundiya dagirkeran a tazî li her deverî belav bûye. Li hin deveran gerîla nikare midaxle bike. Divê ji bo yekê hin metod û rêbazên cuda bikevin dewrê. Divê rewşa îro ji nû de were nîrxandin û li gor vê rewşa nû biryarên nû werin girtin.

Li ser serdema nû têkoşînek nû dest pê bike.  Baş e li ku derê bi kîjan rengî têkoşîn tê dayin bila were dayin, çi dibe bila bibe, wê azadiya Rêber Apo têde hebe.

Erdogan û tayfaya xwe di tecrîdê de bi israr in. Erdogan, di hemû hilbijartinên ku Rêber Apo di tecrîdê de bû bi serket. Di sala 2015’an de salên muzekereyan bû. Rêber Apo bi nexşereya xeta sêyemîn, di 7’ê Hezîranê de serkefinek mezin bidestxistibû û Erdogan jî têk çûbû.

Tişta li vê derê esas tê girtin dagirkerî û kolonyalîzm baş were analizkirin. Piştî vê analîzê biryar were dayin ku têkoşînek çawa bê pêşxistin?