Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Efrînê û şehbayê: Emê li hemberî êrişan bê deng nemîn in

11/06/2023
in NÛÇE
A A
Gelê Efrînê û şehbayê: Emê li hemberî êrişan bê deng nemîn in
Share on FacebookShare on Twitter

Xelkê kantona Efrîn û Şehbayê li hemberî êrîşên dagirkerên Tirk û çeteyên wê û bêdengiya Rûsiya û hikumeta Şamê nerazîbûna xwe nîşandan û gotin em nahêlin ku kes li ser hesabê xwîna me bazarê bike.

Zana Roj/ Şehba

Di dîroka 10 ê heyvê de Navenda Ragihandinê ya YPG`ê ragihand ku di êrişa balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Ehdasê 3 şervan şehîd bûn û  2 heval jî birîndar bûn. Weke ku tê zanîn heremên bakur û rojhilatê sûriyê rojane têne bombebaran kirin û bi taybet jî kantona şehba  rojane rastî êrîşên dagirkeriya tirkiyê û çeteyê wê tê. 24 saetan balafirên bê mirov yên keşfê li ser herêmê bê navber digerin. Tevî van kiryarên rojane lê belê ev cara yekemîne ku bi riya firokên bê mirov kantona şehbayê tê hedefkirin.

Li gorî ku tê xuyakirin ev êrîş di encama hevkariya di navber dagirkeriya tirkiyê, Rûsiyê, Îran û kikumeta şamê de pêkhatiye. Ji ber vê yekê li hember vê êrîşê tu helwest ji aliyê hêzên heyî yên li Şehbayê nehat raber kirin.

Li ser wê bingehê Rêveberiya Xweser tevî gelê Efrîn û Şehbayê derketin qadan û gel nerazîbûna xwe daber kir û ji bona hesabxwestinê berê xwe da bargehên Rûsiyê û Hikumeta Şamê.

Rêveberiya Xweser bi şandeyekê ku ji 7 kesan pêk dihat derbasî gel herdû hêzan bû û ji name û daxwazên gelê Efrîn û şehbayê radestî navenda Rûsan kirin.

`Çalakiya ku hatiye kirin ne yek alî ye`

Têkildarî encama ku ji aliyê şandeyê ve hatiye dayîn cîgirê hevseroka Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Cemal Reşîd got: Êrîşa ku hatî kirin bi çavgirin û erêkirina hemû hêzên ku li vir cihê xwe digrin hatiye kirin ji ber ku”Çalakiyeke bi vî rengî yekem car e li herêma Şehbayê li dijî hêzên leşkerî tê pêkanîn. Ev çalakî diyar dide ku ne tenê yek aliye. Li ser cografiya herêma Şehbayê belafirên Keşfê yên dagirkeriya Tirkiyê zêdetirî 38 kîlo mitir derbasî axa Sûriyê dibe û êrişê pêktîne. Bê guman ev pilangerî bi destê hêzên heyî yên ku li herêmê dimînin jî hatiye pilankirin. Li hember vê yekê hesab xwestin dive ji hêzên Rûsiya û Hikumeta Şamê bê xwestin û di asta yekemîn de ew berpirisyar in”.

`Gel li hember êrîşan bê deng namîne`

Cemal da zanîn ku wan nameya gel gihand Rûsiya û hikumeta şamê û ger bê encam bimîne wê helwesteke cuda were nîşan dan û wiha domand: “Li hember van êrîşan em ê bêdeng nemînin û hesabên giran ji hevkaran bixwazin. Li ser vî esasî me nameya ku em dixwazin gihande û me got ger ev name bê bersêv bimîne wê helwesteke cuda ji aliyê meve hebe.

`Berxwedana gelê şoreşger wê serkeve`

Cemal di dawiya axaftina xwe de berxwedana gel anî ziman û tekez kir ku li hember tavahî cure êrîşan divê em bêdeng nemînin û got: “Gelê Efrînê ev e 5 salên ku li hember êrişên dagirkeriyê li berxwe dide. Ev berxwedana dîrokî ya ku rojane tê meşandin wê bibe mîrasê têkoşîna gelê şoreşger.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.