Rojnameya Ronahî

Li Kurdistanê poIîtîkayên bêhişkirinê

Dewletên dagirker li Kurdistanê polîtîkayên înkar û îmhayê didin meşandin. Ji bo bêhişkirina civakê, hişbirê wek amûrekê bikar tînin. Bi taybetî dewleta tirk a dagirker vê yekê bi rêya saziyên sivîl, komele û weqfan dike.

Tirkiye û bakûrê Kurditanê

Tirkiye yek ji wan dewletan e ku madeyên hişbir lê tê hilberandin, bikaranîn û bazirganiya wê tê kirin. Li gorî rapora sala 2022’yan a Desteya Kontrola Hişbirê ya Navneteweyî (INCB), Tirkiye di hilberîna madeya xam a afyonê ku morfîna wê zêde ye de, di rêza sêyemîn a cîhanê de cih digire (69 ton); di heman demê de welatê herî zêde madeya xam a afyonê lê hatiye depokirin a cihanê (303 ton) ye.

Nvendên hilberîna hişbirê

Li aliyê din, li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî madeyên hişbir ên li Efganistan û Îranê tê hilberandin derbasî Ewropayê tên kirin, madeyên hişbir ên sentetîk ku li Ewropayê tên hilberandin jî derbasî Rojhilata Navîn tên kirin. Tirkiye jî bûye qada transferkirina madeyên li herdu aliyan û “navenda hişbirê”. Li gorî rapora Ofîsa Madeyên Hişbir û Sûcan a Neteweyên Yekbûyî ya sala 2023’yan, li Tirkiyeyê mîqdara kokaîna ku hatiye desteserkirin di sala 2021’an de bi 7 qatan zêde bûye. Li Tirkiyeyê di sala 2021’an de 22,2 ton eroîn hatiye desteserkirin û ev mîqdar li gorî sala 2019’an ji sedî 79 zêde ye.

Lingekî şerê li dijî kurdan

Ji salên 1990’î ve ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan bi pêş ket, dewleta Tirk li Kurdistanê hişbir wek alaveke şerê taybet li dijî gelê Kurd belav kir. Şebekeya hişbirê ya ku salên 90’î dewletê li Kurdistanê belav kir, bi hikumeta AKP’ê re sazkar bû. Li gorî hejmarên fermî yên di sala 2010’an de hatin parvekirin, hejmara weqf û komeleyên li Bakurê Kurdistanê hezar û 146 bû, lê di dema AKP’ê de ji sedî 200 zêde bû û derket 3 hezar 367’an. Di çaryeka yekem a sala 2010’an de ev hejmar derket 3 hezar û 688’an, di sala 2002’yan de hejmara weqfên li bajarên Bakûr 179 bû, lê di dema AKP’ê de tenê li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê 188 weqfên din li van zêde bûn. Bi rêya komele û saziyan ciwanên Kurd û malbatên welatparêz dikin hedef û ji hişmendiya xwe ya welatparêzî û têkoşîna azadiyê dûr dixin.

Li gorî lêkolîna Navenda Lêkolînên Sosyo-Polîtîk ên Qadê ya li bakûrê Kurdistanê, di sala 2021’an de bikaranîna hişbirê ya li Bakûr di 6 salên dawîn de 2 qat zêdetir bûye. Li gorî lêkolînê, di nava civakê de ji sedî 22-23 bikaranîna hişbirê heye. Heta di rapora Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê de ku saziya fermî ya dewletê ye de jî, tê diyarkirin ku tenê di navbera salên 2016-2017’an de li Şirnexê bikaranîna hişbirê bi 4 qatan zêde bûye.

Li gorî rapora 2021’an a Navenda Madeyên Hişbir û Tiryakîtiyê (Miptela) ya Ewropayê, di salek dawî de li Tirkiyeyê 17,4 milyon kesên di navbera 15 û 34 saliyê de madeyên hişbir bi kar tînin. Li gorî rapora sala 2019’an a Neteweyên Yekbûyî, rêjeya mirinên di bin 30 saliyê de ku ji ber dozên zêde yên hişbirê çêdibin li Tirkiyeyê zêde û di rêza yekemîn a cîhanê de ye.

Iraq û Başûrê Kurdistanê

Bi zêdebûna êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk re li Başûrê Kurdistan û Iraqê bazirganiya hişbirê û bikaranîna wê berbelav bûye. Li gorî raporên hikumeta Iraqê, bikaranîna hişbirê beriya sala 2003’yan kêmtir bû. Dewleta tirk bi êrişên xwe re derfet ji bazirganên hişbirê yên li ser sînor re peyda dikir û bi rêya torên hişbirê hewl da li herêmê serwer bibe. Li gorî çavkaniyên fermî yên Iraqê, bikaranîna hişbirê li Başûre Kurdistanê beriya salên 1990’î di asteke gelekî kêm de bû, lê piştî sala 1991’ê bi êrişên dewleta tirk re bikaranîna hişbirê û bazirganiya li herêmê zêde bû. Di raporan de hat ragihandin ku Başûrê Kurdistanê bûye herêmeke derbasbûna madeyên hişbir.

Li gorî lêkolînan, li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ku bazirganiya madeyên hişbirê û bikaranîna wê zêde bûye, tiryakîbûna madeyên hişbirê zêde bûye. Tenê li gorî daneyên fermî yên sala 2021’an li herêmê 481 kîlo hişbir û nêzî 2 milyon hebên captagon hatine desteserkirin. Li Başûr jî eroîn, esrar, captagon û krîstal madeyên hişbir ên berbelav in. Raporeke 23’yê Mijdara 2016’an a pisporên Iraqê diyar dike ku tesîsên hilberandina metamfetamîna krîstal li Iraqê hene.

Her wiha qaçaxçîtiya madeyên hişbir bi rêya bajarê Enbar ê li ser sînorê Sûriyeyê tê kirin. Tenê îsal (2023) zêdetirî 3 milyon hebên hişbir ku di nava sêvan de veşartî bûn, li Deriyê Sînor ê El Qaîm ê Dêrazorê û herêma çolistana Enbarê ya li rojavayê Iraqê ji aliyê hêzên ewlehiya hikumeta Iraqê ve hatin desteserkirin. Tenê di sala 2022’yan de nêzî 6 ton madeyên hişbir li herêmê hatin şewitandin û îmhakirin. Li gorî hejmarên fermî di navbera salên 2019-2022’yan de zêdetirî 43 hezar kes bi sûcdariya hişbirê hatine girtin.

Tê diyarkirin ku li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya Tirkiye û hikûmeta herêmê veguhastina navneteweyî ya ku bazirganiya hişbirê lê tê kirin û bikaranîna wê ya di civakê de jî zêde dibe. Li gorî hin lêkolînên fermî li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Dihok û Hewlêrê nêzî 4 hezar şîrketên dewleta tirk hene.  Dewleta tirk a dagirker mîna ku li Bakur kir, bi hevkariya desthilatên herêmê tora xwe ya fihûşê û ajanan li Başûr zêde dike û hewl dide bi rêya van şîrket û fîrmayan her wiha qaçaxçîtiyê li civakê belav bike.

Îran û rojhilatê Kurdistanê 

Li gorî agahiyan, Îran di bazirganiya hişbirê de yek ji girîngtirîn welatên transît e. Hişbirên wekî metanfetamînê ji Îranê derbasî Tirkiyeyê dikin û ji bo veguhastina afyonê ber bi rojava ve jî, cihekî navendî ye. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya sala 2021’an, ji sedî 90’ê benîştê afyonê yê li gelemperiya cîhanê hatiye desteserkirin, li Îranê hate girtin. Welatê ku salane herî zêde eroîn lê tê girtin Îran e (25 ton) û yê duyemîn jî Tirkiye ye (20 ton).

Li gorî îstatîstîkên fermî yên sala 2020’an ji aliyê dewleta Îranê ve hatin ragihandin, li Îran û rojhilatê Kurdistanê 2 milyon 800 hezar kes madeyên hişbir bikar tînin û tê texmînkirin ku zêdetirî milyonek û 400 hezar mirov jî tiryakî ne. Li gorî daneyên hatine aşkerakirin, li Îranê ji sedî 3,4’ê nifûsê bikarhênerên madeyên hişbirê ne û 64 hezar kes jî di asta jor de tiryakî ne. Hişbir li kuçeyan pir bi rehetî tê bidestxistin, bi erzanî û bi rengekî ku bi hêsanî bikaribin xwe bigihînin ciwanan, tê firotin.

Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 

Li Sûriyeyê ku gelek hêzên herêmî û navneteweyî mudaxaleyî ‘Bihara Gelan’ kir û bû hedefa şerên qirêj, hilberandin û bikaranîna madeyên hişbir hema hema li her derê belav bûye. Li gorî çavkaniyên pêbawer, hilberadina hişbirê û trafîka li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de gelekî zêde bûye û di heman demê de ji sedî 70’ê aboriyê bi madeyên hişbir û şofandina pereyan (pak kirina pereyên reş) tê meşandin. Hin şîrketên dermanan veguherîne kargehên madeyên hişbir û tevî 15 kargehên mezin, zêdetirî 60 cihên hilberandinê hene. Piraniya cihên hilberandinê li nêzî deriyên sînor, bendera Latkiyeyê û herêmên qaçaxçîtiyê ne. Hebên ku têne hilberandin bi rêya tor û korîdorên ku hatine avakirin, ji bazarên hundirîn û derve re tên şandin. Tê gotin ku hişbir bi gelemperî ji Tertûs, Banyas û Latiqiyeyê, ji wir bi rêya deryayê ber bi Urdun û welatên Kendavê ve, bi rêya bejahî jî ber bi Urdun, Lubnan û Iraqê ve tê veguhastin. Tê gotin ku leşkerên hikumeta Şamê ewlekariya derbasbûnê dikin. Bajarê Hûmus ji ber cihê xwe yê erdnîgarî di bazirganiya madeyên hişbir de girîng e û bi rêya Lubnanê wek dergehê vedibe welatên Ereban tê bikaranîn.

Pisporê Ofîsa Madeyên Hişbir û Sûcan a Neteweyên Yekbûyî (UNODC) Thomas Pietschmann di 25’ê cotmeha 2021’an de ji rojnameya The National a Îmaratê re axivî û diyar kir ku Lubnan û Sûriye di salên dawî de bûne hilberînerên herî mezin ê captagonê yên herêmê.

Tora hişbiriyê ya li Efrînê û dewleta tirk a çete

Dewleta Tirk ji sala 2016’an ve beşeke xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye û tora xwe ya hişbirê li vir jî ava kir. Di dema avakirina baregehên leşkerî li Efrînê de di sala 2018’an de kargeheke ku madeyên hişbirê lê dihatin çêkirin li gundê Qîbarê yê Êzidiyan ava kir. Li gorî hin çavkaniyên pêbawer, li fabrîqeya hişbirê hin hebên hişbirê yên wekî captagon tên hilberandin. Heman çavkaniyan diyar kir ku kargeh aîdî zavayê Erdogan Berat Albayrak e.