Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Guhartina Demografîk li Efrînê berdewam e

10/06/2023
in ROJEV
A A
Guhartina Demografîk li Efrînê berdewam e
Share on FacebookShare on Twitter

Kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên dijmirovî li Efrîn bênavber didom in. 5 salin ku dagirkerî bi tevahiya şêwazan guhartina demografîk li Efrînê dimeşîn e. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrîn, ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, zêdetirî 25 kampên mîtîngeriyê hatine avakirin.

Zana Roj/ Şehba

Dewleta Tirk a dagirker di 20 Çileya 2018’an de, di encama pilangeriyeke navnetewî de, êrîşê herêma Efrîn kir, di êrîşan de tevahiya çekên giran bikar anî, di seatên destpêkê yê êrîşan de, dagirkeriyê bi 72 balafirên şer êrîşî herêma Efrînê kir. Dagirkeriya Tirk û çeteyên giryêdayî wê tavahî cûreyên binpêkirinên mafên mirovî û exlaqî pêk anîn.

Di berxwedana serdemê de gelê Efrînê û şervanên wê bi hemû hêza xwe li hember 2’yemîn hêza di NATO yê de şerekî efsanewî dan meşandin, bi stratejiya Şerê Gelê Şoreşgrî gelê Efrînê berxwedaniyeke dîrokî li hember qirkirinê û dagirkeriyê da meşandin. Tevî cografiya Efrîn ya  biçûk jî,  gel û şervanên azadiyê 58 rojan berxwedaniyeke ku di dîrokê de nehatiye dîtin kirin.

Di pêngava êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê de bi 100’an şervan, sivîl û zarok şehîd û bi 1000’an jî birîndar bû, her wiha bi 10’an komkujî hatin pêkanîn. Piştî berxwedana 58 rojan, gelê Efrînê di 18’ê Adara 2018’ an de  koçberî herêma Şehbayê bûn. Gelê Efrînê li herêma Şehbayê careke din bi îradeyeke mezin qonaxa 2’ yemîn berxwedana serdemê berdewam dikin.

Kiryarên dagirkeriyê li Efrînê bê navber berdewamin

Bi dagirkirina Efrînê re bi 10 hezaran malbatên çeteyan derbasî herêmê bûn û li şûna gelê resen yê herêmê hatin bi cih kirin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê hemû cûreyên talankirin, qetilkirin, tecawîzkirin, mişextkirin, revandin û qutkirina daran û daristanan pêk tîne. Ev yek bi dirêjiya 5 salan heyanî roja îro jî bê navber berdewam e.

Çarenûsa gelê resen ne diyar e

Dewleta Tirk û çeteyên li Efrînê gelê resen ji tavahî mafên wan yên rewa bêpar dihêle, di hemû aliyan de zordariyê li ser gel didin meşandin. Bi darê zorê zimanê Tirkî di dibistanan de didin xwendin, her wiha lîreya Tirkiyê di Efrînê de tê bikar anîn û nasnameyên Tirkî tên dayîn. Di heman demê de bê navber di serî de jin û hemwelatî tên revandin, destdirêjî li wan tê kirin û ji bo berdana wan fidye tê xwestin. Heyanî vê kêliyê jî çarenûsa bi hezaran jin û welatiyên di zindanan de ne diyar e.

Zêdetirî 25 kampên mêtîngeriyê hatine avakirin

Dagirkeriya Tirkiyê bi pilanên xwe yên qirker, armanca guhartina demografîk a Efrînê dike. Ji 5 salan ve guhartina demigrafîk û etnîkî tê meşndin û bi 10’an kampên mêtîngeriyê dane avakirin. Li gorî rêxistina mafên mirovan a Efrîn- Sûriye ji destpêka dagirkeriyê de zêdetirî 25 kampên mêtîngeriyê hatine avakirin. Hêjayî gotinê ye ku ev kampên mitîngeriyê, bi destekdayîna rêxistin û saziyên Qeterî û Kiwêtî hatine avakirin, her wiha di vê dawiyê de hin rêxistin û kombûnên Filestînî jî destekê didin dewleta Tirk a  dagirker.

Kiryarên dagirkeriyê di sala 2023’an de

Sûcên dagirkeriya Tirkiyê li ser gelê resen berdewam in, û her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî rêxistina mafên mirovan di 2023’an de 10 hemwelatiyên Efrînê hatine Kûştin. Her wiha 150 hemwelatî hatine revandin ji wan jî, 19  jin in.

Di 6 mehan de 13 hezar dar hatin qutkirin

Ji 5 salan ve zêdetirî 36 hezar dar li Efrînê bi destê çeteyan hatine qutkirin. Di sala 2023 an de li gorî bîlancoya 6 mehan zêdetirî 13 hezar dar hatine qutkirin û zêdetirî 1000 darî jî  hatine rakirin.

Her wiha kiryarên dagirkeriyê yên li ser cihên dîrokî û talankirina dîroka herêmê bi armanca derxistina berhemên binerd nehatine sekinandin. Tenê Di 2023 an zêdetirî 5 cihên dîrokî di Efrênê de hatine talankirin.

Avakirina Kampên mêtîngeriyê

Armanca dagirkeriyê ya sereke, ew e ku siyaseta qirkirinê ya li ser gelê Kurd dewam bike û guhartina demografîk pêk bîne, li ser wê bingehê dewleta Tirk a dagirker ji destpêka dagirkirina Efînê ve, bi tûndî siyaseta xwe li ser gel dide ferzkirin. Di Efrînê de ji bo guhartina demografîk bi destê rêxistinên dewletên ereban yên weke Kiwêt û Qatar bi 10’an kampên  mêtîngeriyê avakirin û ji aliyê navnetewî de tu helwestên nerezaîbûnê nehatine nîşandan. Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe, bêdeng dimînin û destekê didin dewleta Tirk a dagirker.

Li gorî rêxistina mafê mirovan ji destpêka dagirkirinê ve, dagirkeriya Tirk dest bi avakirina kampên mêtîngeriyê kiriye û zêdetirî 25 kampên mêtîngeriyê li tavahî navçeyan hatine çêkirin.

Kampên mêtîngeriyê li Efrîn bê navber têne avakirin.

Di Çileya 2023’ an de, li navçeya Cindirêsê kampên mêtîngeriyê yê bi nave (Ecnedîn Filastîn) ji aliyê rêxistineke Filastînî ve hatiye avakirin. Di Sibata 2023’an de, li navçeya Şiyê ji aliyê komeleya Şam El Xeyrî ve gundek hatiye avakirin bi navê Qeriyê El Qatariyê 2. Her wiha li gundê Qere Tepe ya girêdayî navenda Efrînê ji aliyê saziya El Rîsalê ve 170 yekêne hatine danîn. Di Adara 2023’an de, li gundê Hêkçê ya navçeya Şiyê ji aliyê komeleya Qatarî kampên mitîngeriyê tên amedekirin. Li gundê Ereb Şêxo yê navçeya Mabeta Mizgeft hatiye avakirin. li gunê Sindiyankê yê navçeya Cindirêsê ji aliyê komeleya Qatarî ve 50 yekîne hatine danîn.

Di Nîsana 2023’an de, li navçeya Cindirêsê ji aliyê Sindoqa geşepêdanê ya Qatar ve kampên mitîngeriyê ji bo bicihkirina tirkmen û ereban hatiye avakirin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.