Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Desteya Çandê banga parastina şûnwaran kir

10/06/2023
in NÛÇE
A A
Desteya Çandê banga parastina şûnwaran kir
Share on FacebookShare on Twitter

 

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser deverên şûnwarî tamîr dike û ji bo parastina wan bang li şêniyan dike.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek cihên dîrokî û şûnwar hene. Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina van cihan komîte ava kirine.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çandê Zerdeşt Îsa têkildarî mijarê got: “Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser gelek komîte ava kirin. Mîsyona van komîteyan; deverên dîrokî biparêzin, wan arşîv bikin û rê li ber binpêkirinên li dijî şûnwaran bigirin.”

Îsa destnîşan kir ku ji bo parastina şûnwaran parêzvan û çavdêr hene û wiha domand: “Piştî ku cihên şûnwarî hatin tespîtkirin, raporeke der heqê wan de hat amadekirin. Di raporê de binpêkirinên ku komên çeteyan li dijî şûnwaran kirine, hatin parvekirin.”

Îsa bi bîr xist ku dema çeteyên DAIŞ’ê û komên terorîst herêm dagir kiribû, şûnwar talan dikirin û dikolan, lê niha binpêkirin hema bêje nemaye.

Zeredeşt Îsa diyar kir ku Desteya Çandê çavdêriya deverên şûnwarî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî Girê Mozan, Til Beyder, Keleha Caber, Sûra Reqayê, Keleha Necim dike.

Îsa bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku mîrateya çanda herêmê biparêzin û got: “Deverên dîrokî ne milkê kesekî yan herêmekê ne, lê milkê tevahî gelên herêmê ne. Ji ber vê yekê divê ev cih werin parastin.”

Desteya Çandê, semîneran li ser girîngiya parastina cihên dîrokî dide şêniyan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.