Rojnameya Ronahî

Di Nexweşxaneya Avrîn De Beşa Jin Ji tevahî Jinan Re Dibe Destek

Di nexweşxaneya Avrîn de beşa jin ji beşên herî girîng e, tevî kêmderftan jî  ji bo tavahî nexweşiyên jinan re dibe dermangeh û cihê çareseriyê. Berpirsa Beşa Taybet ya Jin di Nexweşxaneyê de Cîhan Hebeş anî ziman ku dorpîça li ser herêmê bûye sedema derketina gelek astengiyan li pêş karê wan.

Zana Roj/ Şehba

Ji destpêka derbasbûna gelê Efrînê ji herêma Şehbayê re nexweşxaneya Avrîn di rewşeke  herî zehmet de hat avakirin. Ji bo xwedîderketina li gel her wiha di rewşa koçberiyê de avakirina nexweşxaneyekê gelek zehmet bû rûxmî van zehmetiyan di bi şert û mercên teng de bi kadroyên heyî nexweşxaneya Avrîn bû warê dermankirina tavahî nexweşiyan. Yek ji beşên herî girîng yê di nexweşxaneyê de beşa jin e. têkildarî taybet xebatê beşa jin û girîngiya wê di nexweşxaneyê de berpirsê beşa jin û bandora dorpêçê Cîhan Mihemed Hebeş ji rojnameya me re axivî.

`Di destpêkê de lênêrandina gel û jinan gerok bû`

Cîhan di destpêkê de bal kişand ser di destpêka derbasbûma gel ji herêmê re çawa gel dihat dermandkirin û wiha got: “Li herêma Şehbayê beriya derbasbûna gelê Efrînê, nexweşxaneyek mezin nebû. Piştî derbasbûna gel û jiyankirina di rewşeke nû de gelek zehmet bû. Di destpêkê de ji ber nebûna nexweşxaneyeke navendî her wiha ji bo pêwîstiyên gel bicikirin kadroyên tenduristiyê bi awayekî gerok li herêmê tevdigeriyan û tavahî gel bi vî awayî dihate lênêrîn kirin, di heman demê de ev yek ji bo rewşa jinan jî derbasdar bû. Bi taybet jinên ducanî destpêkê gelek zehmetî dîtin heyanî avakirina nexweşxaneyê bi temamî”.

`Ji bo tavahî jinan dibin destek`

Her wiha cîhan anî ziman ku di nexweşxanweyê de beşa jin xwedî li tavahî nexweşiyên jinan derdikeve û wiha domand: “Piştî demekê nexweşxane ji her alî de hat amide kirin, girêdayî wê beşeke taybet ji bo jin ji her alî ve bi kadirên jin û mêr hat amedekirin. Di beşa jin de 3 doktorên fermî hene 1 jin û 2 mêr in, rojane herî kêm li 50 jinan tê nêrandin. Her wiha beşa jin ji sê beşan pêk tê (beşa zayînê, lênêrandinên rojane û beşa ceneh) û 24 saetan di xizmetê da ne. Her wiha amedekariye beşeke berfirehtir taybet ji bo jin tê amedekirin. Di rewşa heyî de û bi kêm derfetan em hewil didin ku ji tavahî jinan re bibin destek û ji êş û derdên wan re bibin cihê çareseriyê”.

`Em her tim piştgiriya zayîna xwezayî dikin`

Cîhan di axaftina xwe de diyar kir ku em her tim piştgiriya zayîna xwezayî dikin û gelek kampaniya hatin çêkirin û wiha got: “Di roja îro de ji ber sedemên cur be cur rêjeya zayîna xwezayî gelek kêm bûye, ev yek jî xeteriyeke mezin li ser tenduristiya jinê bi demê re dide çêkirin. Em wek kadirên tenduristiye vê yekê qet destek nadin û heyanî ji destê me derdikeve em hewildana zayîna xwezayî dikin. Di demên burî de aliyên peywendîdar wek Kongira Star û desteya tenduristiyê kampaniyayên ji bo hişyarkirina jinan ji xeteriya zayîna qeyseriyê û li hember wê di aliyê zanistî de feydeya zayîna xwezayî. Li ser van bingehan niha bi awayekî gelemperî ev yek cihê xwe girtiye û rêjeya zayînên xwezayî zêdetir e, ev yek jî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye”.

`Ambargo rê li ber zehmetiyên cidî vekiriye`

Berpirsê beşa jin Cîhan Mihemed Hebeş di dawiya axaftina xwe de anî ziman li di bin dorpêça hikumeta Şamê de gelek kêmanî û zehmetî tên dîtin û wiha got: “Dorpêça li ser herêmê ya ku ji aliyê hiklumeta Şamê ve hatiye ferz kirin, bandoreke gelek mezin li tavahî jiyana gel û xabatê tenduristiye kiriye. Hikumeta Şamê rê nade ku derman û alavên tenduristiyê derbasî herêmê bibin. Ev yek yekser bandore xwe li ser tavahî rewşa jinê dike, zehmetiyên cidî di aliyê tunebûna dermanên taybet yên jin û zarokan em dibînin û tu rêxistinên tenduristî li hember vê yekê nabe berpirsyar.”