Rojnameya Ronahî

Tevî zehmetiyan berxwedan berdewam e

Jinên Kampa Waşokanî diyar kirin ku derfetên kar ji bo wan li kampê pir kêmin ,herwiha dazanîn ku wê berxwdana wan dewam bike. Hevserka Kampa Waşokanî Melek El Salih jî tekez kir ku ew hewil didin pirsgirêkên jinan çareser bikin.

Norşîn Sîno \ Qamişlo

Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019`an de, herêma Serê Kaniyê dagir kirin.Ji ber wê jî gelê herêmê neçar ma ku koçberî herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser bibe. Ji ber ku hejmaran koçberan zêde bûn, Rêveberiya Xweser li bajarokê Tiwêna yê girêdayî Bajarê Hesekê, ji bo bichkirina gel kampa Waşokanî ava kir.

Di kampê de 2700 kon hene

Rûbera Kampê 670 donime, kamp ji 3’ê Fêzên ku  dabeşî  17 beşî dibin pêk tê. Tê de nêzî 2700 konî heye, Li kampê nêzî 2360 malbatî bi cih dibin, ji wan 4000 jin û 9000 zarok hene. Destpêkê kamp ji nêzî 1900 kon ên ku bi fermî  li gel saziyên rêxistinên mirovî hatine tespît kirin pêk dihat, lê di dema dawiyê de ji ber ku malbatan ji xwe re konên taybet danîn hejmara konan gihişte nêzî 2700 konî .

Perwerde û tenduristî

Li aliyekî din ji bo perwerdeya zarokan, Rêveberiya Xweser bi alîkariya Saziyên Rêxistinên mirovî  3 dibistan avakkirin û tê de minhacên perwerdeyê yên  Rêveberiya Xweser tên dayîn.

Di milê tenduristiyê de jî, Heyva Sor a Kurd bi alîkariya 5 saziyên mirovî yên tendrustiyê berpirsyarên qada Tedirustiya xelkên di kampê de jiyan dikin, girtine ser milê xwe, herwha li gorî derfetên xwe alîkariya tenduristî pêşkêş dikin. Ji aliyekî din ve jî, paqijiya kampê her sal ji aliyê saziyên rêxistinên mirovî ve hemû kamp herwiha şerşokên giştî têne paqijkirin.

Zehmetî

Hin saziyên mirovî yên ku alîkarî pêşkêk dikirin, bi hinceta şerê Okraniya û Rûsya, idîa dikin ku piştgiriya madî ji wan re kêm bûye û asta alîkariyên ku li xelkê kampê belav dikin pir kêmkirin e. Yek ji zehmetiyên ku jin dibînin û pê nerehet dibin jî, nêzîkbûyîna konan ji hev re ,di heman demê de jî serşokên hevbeş yên ku jin , zarok û mêr bikartînin ew jî astengiyên jinan dedixin holê.

Li aliyekî din, derfetên kar yên ji bo jinana di hundirê Kampê de kêm e, ev jî dibe sedemek nerazîbûnê ji aliyê jinan , ji ber ku dema xwestekek jinan hebe û derfetên bi cih kirina wê xwestekê tune be ,dibe sedema acizbûn herwiha astengiyeke pir mezine ji bo jinan.

Derbarê rewşa jiyanê di Kampa Waşokanî de, jinên Kampê, herwiha rêveberiya kampê  ji rojnameya me re axivîn.

  ‘Nebûna derfetên kar zehmetiyan derdixe pêş jinan’

Jina bi navê Wedha El Casim ya ji gundê El Erîşa ya girêdayî herêma Serê Kaniyê , diyar kir ku jin nikarin rehetiya xwe di kampê de bistîne , herwiha nebûna karên ji bo jinan li kampê jî dibe cihê astengiya  jinan û wiha axivî: “Rewşa jinan li kampê bi giştî xirab e , jin nikare di kampê de rehet tevbigere, di heman demê de jî nebûna derfetên kar yên ji bo jinan di hundirê kampê de astengiyeke pir mezin e ji bo me çêdike. Xwejiyankirin di vê demê de barekî pir giran e,  rêxistinên mirovî jî, ne cihê baweriyê ne û ji bo berjewendiyên xwe kar dikin, her demekê hincetekê derdixin ji bo alîkariyan li ser me kêm an jî qut bikin. Ji bo ku em karibin alîkariyên saziyên rêxistinên mirovî ji xwe re negirin esasa jiyana xwe, derfetên kar ji bo me pêwîste, li vir tenê Rêveberiya Xweser alîkariya me dike û ji bo rehetiya me kar û xebatê dikie.”

 ‘Wê berxwedana me berdewam be’

Jina bi navê Zehra Naso ya ji Serê Kaniyê  da zanîn  ku hêviyên wan yên vegera wan ji bajarê wan re pir mezine û wiha domand: “Hêviya vegera me ji bo bajarê me pir mezine , jiyana di kampê de ne hêsane, niha em astengiyeke pir mezin di milê xwejiyankirinê de dibînin, lê tevî her tiştî jî  ,em ê li ber xwe bidin û armanca me ya sereke rizgarkirina bajarê me ye. Em bang li Rêveberiya Xweser dikin ku derfetên kar ji mer re li gorî ku imkanên jinê ,di hudirê kampê de peyda bikin da ku em karibin alîkariyekê ji malbata xwe re pêşkêş bikin ”

Hevseroka Kampa Waşokanî Melek El Salih jî ,diyar kir ku ew ê di demeke nêz de pirsgirêkên şerşokên hevbeş li kampê çareser bikin û got: “Ji destpêka avakirina kampê ve me dizanî ku hevbeşiya şerşokan di navbera hejmarek ji konan de pirsgirêke , lê ji ber ku derfetên me wek Rêveberiya Xweswe kêm in ,em neçarin daxwaza alîkariya Saziyên Rêxistinên Mirovî bikin . di 1`ê vê mehê de me bi heyetek biyanî re danûstandinek çêkir derbarê vê pirsgirêkê , û emê di demeke nêz de wê çareser bikin.”

’Dibe ku di demeke nêz de ji bo jinan kompratîf bên vekiein’

Hevseroka Kampa Waşokanî Melek El Salih ,da zanîn ku ew li ser îmkanên afrandina kompratîfek ji bo jinan li kampê lêkolîn dikin û wiha gotina xwe bidawî kir: “Em Rêveberiya kampê bi alîkariya meclisa kampê ya jin, herwiha komînên me , li ser îmkanên afrandina kompratîfeke ji bo jinan li kampê lêkolîn dikin , kompratîf jî wê vekirina kargehekê ji bo jinanan be.  Dema me gerên xwe di nava kampê de pêktanîn , me dît ku gelek jin gelekî zana û jêhatî ne di beşê karê destan de, ji ber vê jî me xwest ku em vê kompratîfê çêkin da ku em jêhatiyên vî karî jî pêş bixin, herwiha derfetên kar ji jina re peyda bikin da ku karibin xwe bi xwe bidin jiynkirn , ji ber ku destpêkê de emê kargehê vekin ,piştre wê kargeh bibe ya jijinên kampê yên ku tê de kar dikin û ewê bi xwe karê xwe pêş bixin. Em bi hêvî ne ku em li gorî wê derkevin û karibin alîkariyekê ji jinan re pêşkêş bikin .”