Rojnameya Ronahî

Ezmûnên qonaxa 2`yan yên Zanîngeha Rojava  wê dest pê bikin

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Ezmûnên dawiya sala xwendinê ya 2022_2023`yan yên Fakulteya Çandinî , Wêje û Zanistên Civakî û Bijîşkiyê yên  Zanîngeha Rojava, wê dest pê bikin.

Ezmûnên Fakulteya Çandiniyê wê di 11`ê Hezîranê de dest pê bikin û di 25`ê Hezîranê de bidawî bibin. Li gorî Nivîsgeha  karûbarên xwendekaran ya Zanîngeha Rojava  hejmara xwendekarên wê yên ku ezmûnên vê qonaxê pêşkêş bikin, dighêje 75 xwendekaran.

Herwiha di vê fakulteyê de, hejmara xwendekarên ku ji zanîngehê hatine dûrxistin digêje 29 xwendekaran. Sedema dûrxistinê jî, pêkneanîna xwendekaran ji sîstema rêjeyî ya 3 qonaxan e ku dema xwendekar di nirxandina giştî ya her 3’ê qonaxan  de, rêjeya pileyên biranşan, kêmî 50 ji sedî werîn e; ji zanîngehê tên dûrxistin.

Herwisa 23 xwendekarên sala dawî hene û wê pirojeyên xwe yên derçûnê yên girêdayî mijarên çandiniyê, piştî bi dawîkirina mewsimê çandiniyê pêşkêş bikin.

Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî jî, 7 beşan di nav xwe de dihewîne (Jinolojî Wêjeya Kurdî, Wêjeya Erebî, Dîrok, Werger,Huner û Erdîngarî). Herwiha di 12`ê Hezîranê de, wê ezmûnê wê  dest pê bikin, di 26`ê heman mehê de jî wê bidawî bibin. Li gorî Nivîsgeha Karûbarên Xwendekaran, hejmara xwendekarên wê ezmûnan pêşkêş bikin 355 xwendekar in. Di heman demê de jî, wê xwendekarên vê fakulteyê pirojeyên xwe yên derçûnê piştî dema destnîşankirî ji bo ezmûnan, pêşkêş bikin.

Fakulteya Bijîşkiyê jî, yek ji fakulteyên zanîngeha Rojava ye, hejmara xwendekarên wê jî bi giştî 260 xwendekar in. Herwiha ezmûnên xwendekarên sala yekem wê di 12 Hezîran dest pê bikin de û xwendekarên salên din jî, wê di meha temûzê de dest pê bikin. Hêjayî gotinê ye ku xwendekarên fakulteya Bijîşkiyê ezmûnên piratîkî, li nexweşxaneya Dil û Çav ya li bajarê Qamişlo her rojên yekşem û duşem, pîşkêş dikin.