Rojnameya Ronahî

Li Herêma Şehbayê Çandinî Jî ji Dorpêç Û Êrîşên Dagirkeriyê ne Bê Par E

Li Herêma Şehbayê çandinî yek ji hêmanên herî bingehîn yên jiyankirinê ye. Şert û mercên dorpêç û êrîşên dagirkeriyê bandoreke mezin li ser çandiniyê kirin e, her wiha rêveberiya herêmê ji bo alîkariya gel û cotkaran altirnatîvên cur be cur pêşxistin.

Zana Roj/ Şehba  
di herêma Şehbayê de gel herî zêde bi çandiniyê re mijûl dibe her wiha pê dabara jiyana xwe dikin. Zavî û erdên herêmê ji bo çandiniyê bi berhemin, lewra jî him hemwelatiyên herêmê û him jî gelê EFrînê bi çandiniyê debara jiyanê dikin. Desteya aborî û çandiniyê ji destpêka derbasbûna gelê Efrînê ji herêma Şehbayê re xwedî li tavahî zevî û erdên ku bê xwedî ma ne derdikeve. Ji bo pêşxistina aboriya herêmê tavahî erdên heyî tên çandin, bi gîştî di herêma Şehbayê de 30 hezar hêktar ji bo çandiniyê tê bikar anîn. Ji bo çandiniya van erdan jî rêveberiya Xweser li gorî derfetên heyî bi gel re dibe alîkar.

Bandora dorpêça hikumeta Şamê li ser çandiniyê.

Dorpêça hikumeta Şamê di van salên dawiytê de tavahî sînorên mirovî û exlaqî derbas kiriye. Çandiniya herêmê jî yekser ji suçên ku tên kirin xwedî par e. madeyên sotemeniyê hêmanên herî sereke ye ji bo tavahî aliyên jiyanê, ji ber tunebûna sotemeniyê gelê herêmê rojane di zehmetiyên gelek mezin re derbas dibe. Gaz, mazot û benzîn yekcar derbasî herêmê nabe, bê guman ji bilî aliyê tenduristî. Tunebûna madeya mazotê ji bo cotkaran astengiya herî mezine piraniya erdên ku dihatin çandin weke erdên avî dihatin bikar anîn, lê îsal ji ber tunebûna mazotê ya ku bê yî wê erd nayên avdan piraniya van erdan nehatin çandin. 

Li gorî komîteya çandiniyê li herêmê hat xuya kirin ku îsal ji %30 ji zeviyên çandiniyê nehatin çandin. Ji ber tunebûna mazotê her wiha bihabûna dermên çandiniyê. bihabûna kîsekî semad gihîştiye 45 dolaran, her wiha dermanên kurmiyan gihîştiye 100 hezar LS ji bo 1 lître av her wiha dermanê kurmiyan yê Îspanî gihîşt 240 hezar ji bo nîv lître av. Ev hemû jî bûn astengî li hember berhemên çandiniyê yên îsal.

                                                 . Gelê li ser sînor ji berhemên xwe yên çandiniyê bê par in

Gundawerên li ser sînor yên Şêrawa, Şera û nêrebiyê rûxmî tavahî astengî û zehmetiyên buhabûnê û dorpêçê li xêlek van jî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê rojane li ser wan gundan tên zêdekirin bi taybet bi nêzîkbûna komkirina berhemên weke genim, ceh û HWD topbaranên xwe zêdetir dike da ku zevî werin şawtandin. Ji xwe gel ji topbaranên bê wext û dem nikare derbasî erdên xwe bibin. Ev yek jî bû sedem ku îsal zêdetirî 10 hêktaran neyên çandin.

Têkildarî alîkariya cotkaran ji bo musim, hevserokê desteya aborî û çandiniyê Ehmed Hemdo ji rojnameya me re axivî.

Ehmed diyar kir ku komîteya parastina zeviyan hat avakirin û wiha got: “Ji bo parastina zeviyên çandiniyê yên komîteyek berfireh ji Aborî, çandinî, şeredarî, parastin û ciwanan hat avakirin, her wiha di nava wan de endamên meclîsan cih digirin ji bo zûtir agahiyên weke şewtandina zeviyan werin dayîn”.

Ehmed anî ziman ku ji bo bi cotkar û ajokarên patozan re bibin alîkar hin altirnatîv pêşxistin û wiha domand: “Îsal cotkar û çandinî bi gelemperî di tengasiyên mezin re derbas bûn, ji bo em di hin aliyan de bibin destek di aliyê bihabûna patozan de û em bikaribin ji cotkar re bibin alîkar, komîteyek navendî hat avakirin di nava xwe de gelek aliyên têkildar dihewîne, jib o şopandina rewşa meusimê bi gîştî. Her wiha bi komîteya çandinî û yekîtiya cotkaran bihabûna patozan hat diyar kirin”.