Rojnameya Ronahî

Kampa Vegerê Hêviya Vegera Efrînê Ye

Çaremîn kampên koçberên Efrînê, kampa Veger e. Ev kamp ji bo bicihkirina gelê Efrînê li navçeya Şêrawa hat avakirin. Hevserokê kampê Cegerxwîn Şêxo anî ziman ku kampa veger, ew kampa ku herî zêde xeteriya êrîşên dagirkeriyê li ser heye û got “Tu rêxistinên mirovî  derbasî kampê nabin.”

Zana Roj/ Şehba

Piştî dagirkirina Efrînê gelê Efrînê bi dare zorê koçberî herêma Şehbayê bû. Li herêma Şehbayê ji bo bicihkirina gelê Efrîn, di 2018’an de sê kampên fermî; Kampa Berxwedan, Kampa Serdem û Kampa Efrîn hatin avakirin. Ji bo bicihkirina  gel hewcedarî bi avakirina kampeke din hebû. Di 2019’an de li gundê Zaretê ya girêdayî navçeya Şêrawa Kampa Veger hat avakirin û malbatên Efrînî tê de hatin bicih kirin. Kampa Veger di aliyê wî yê cografî de ji herêma Efrînê gelek nêze, ji ber vê yekê weke hêviya vegera Efrînê ji aliyê gel ve tê destgirtin.

Girêdayî gîştî rewşa Kampa Veger hevserokê kampê Cegerxwîn Şêxo ji rojnameya me re axivî.

’Ji ber pêwîstiyê Kampa Veger hat avakirin’

Cegerxwîn Şêxo anî ziman ku ji ber pêwîstiya gelê ku li Şêrawa jiyan dike bi kampeke wiha hebû, ev kamp hat avakirin û wiha got: “Piştî bicihkirina gel li herêma Şehbayê û gundewarên Şêrawa, ji ber nebûna cih, her ji 2 heta 3’ê malbatan di xaniyekî de jiyan dikirin. Ev yek jî astengî di hemû aliyan de dida derxistin. Li ser wê esasî hat dîtin ku kampa Veger li gundê Zaretê ya girêdayî navçeya Şêrawa were avakirin.”

’120 malbat di kampê de dijîn’

Şêxo da zanîn ku di kampê de zêdetirî 520 kesan jiyan dikin û wiha domand: “Li gorî şert û mercên ku gel tê re derbas dibû, kampa veger ji bo piraniya malbatan bû wargeha herî guncav ya jiyankirinê. Di kampê de 120 malbat hene, zêdetirî 520 kesan jiyan dikin. Kampa veger rûxmî cihê wê yê hesas û kêmderfetan jî, ji bo kêmkirina pirsgirêkên civakî bû cihê çareseriyê.”

`Rêxistinên mirovî bi erkê xwe ranabin’

Şêxo diyar kir ku ji destpêka avakirina kampê de tu rêxistinên mirovî derbasî kampê nebûne û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Di destpêka avakirina kampê de, li ser asasê alîkariya gel, hin rêxistinên navneteweyî  derbasî kampê bûn, lê ev rêxistinên navneteweyî  tenê şeklî derbas dibûn û di encam de tu alîkarî pêşkêşî gel nekirin, niha jî tu rêxistinînên navneteweyî  derbasî kampê nabin. Tavahî alîkariyên ku tên dayîn ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên pêşkêş kirin. Ji aliyê rêveberiya herêmê ve hin alîkariyên tenduristî tên dayîn,  lê ev yek ne têrkere, ji ber ku her du nexweşxaneyên li herêmê dûrî kampê ne.”

`Ambargoya hikumeta Şamê jiyana mirovan xistiye xeteriyê`

Cîgerxwîn da xuyakirin ku rewşa kampê ji ambargoya hikumeta Şamê û êrîşên dagirkeriyê ne qute û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ambargoya hikumeta Şamê di her aliyê  jiyanê de bandoreke neyênî li ser gel çêkiriye, ji bo kampan jî rewş xirabtir e. Di encama ambargoyê de dermanên nexweûiyan derbas nabin, her wiha bi taybet ji bo şîrê zarokan zehmetiyên mezin tên jiyan kirin. Di aliyê din de tunebûna sotemeniyê bi serê xwe karîseyeke, ji ber tunebûna gazê gel neçar dimîne ku paporan bikar bînin û ev yek jî ji bo kampan gelek xetere, her wiha dibe sedema nexweşiyan û bi taybet li cem zarokan.”

`Rojane xeteriya êrîşan li ser kampê heye’

Şêxo balkişand ser xetera êrîşên dagirkeriyê yên Rojane yên li ser Kampa Veger û wiha dewam kir: “Navçeya Şêrawa herêma herî zêde ku rasî topbaranên dagirkeriyê tê. Dagirkeriya Tirk  rojane êrîşî herêmê dike. Kampa veger ji ber cihê wê ya nêzî sînorê Efrînê her roj rastî metirsiyên hedefgirtinê tê. Ji ber vê yekê gel di rewşeke welê de derbas dibe ku her kêlî di piskeolojiya şer de jiyan dike, di heman demê de ev yek bandoreke mezin li ser jiyana wan dike.”

`Rêxistinên mirovî li hember kampan berpirsyarin`

Hevserokê kampê Cîgerxwîn Şêxo di dawiya axftina xwe de bang li tavahî rêxistinên mirovî kir ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Tavahî rêxistinên mirovî û yên navnetewî li hember tavahî kampan berpirisyarin. Li ser wî esasî em banga tavahî rêxistinan dikin ku derbasî kampê bibin û erkên xwe yên mirovî pêk bînin.”