Rojnameya Ronahî

Qezenckirina “Kalemêrê Faşîst” Tê Çi Manê?

Fener…

Idrîs Henan

Hilbijartinên Tirkiyê jî qediyan û dîktatorê Rojhilata Navîn ji nû ve serwer dibe, lê serweriya vê carê naşibe ya berê?! Tevî ku bi rêjeyek nexuya destpotiya li Tirkiyê bi dest xistiye, lê pêvajoya dengdan û mecbûriya li qonaxa duyem, eşkere dike ku “kalemêrê faşîst” Erdogan palpişta xwe ya gelêrî ji dest daye û desthilatdariya wî mînaka rojên kalemêrekî nexweş ên dawiyê jiyan dike ye. Lew re jî; gelek şopîner û çavdêran qezenckirina “kalemêrê faşîst” wisa nirxandin ku dê Erdogan di çirava çêkiriye de vegevize û pirsgirêkên Tirkiyê wê nû dest pê bikin. Bi gotinek din; qezenckirina “kalemêrê faşîst” ji hilbijartinan re, seriyê li ser herdu milên bedena kirîz û koasên kûr e. Tirkiyê bi serdema “kalemêrekî nexweş” re veguherî yapiyeke lawaz û aboriyeke têkçûyî ku asta enflasyonê ber bi jor de ye.

Dijatiya “kalemêrê faşîst” ji azadî û demokrasiyê re, qezenckirina wî bê mane dihêle. Li welatekî edalet rû bi rûyî êrişên hilweşîner û zilmê be, ti şansê wî welatî nîne di demek nêzîk de bi ser xwe ve were, ne jî nirxên mirovahiyê di bin sîwana faşîzmeke wisa de dipişkivin. Ancax tenê destpotî, zilm, zordarî û destdirêjî be. Lê ti carî nepêkane ev welat hêmin, ewle û geş bibe.

Di bingeha xwe de, qezenckirinek bi vî rengî, seynala xeteriyên nijadperest ên cidî, çi li hindir û çi li derve be, lê dide. Asta dijatî û bazariya herdû aliyên hevrik, carek din isbat kir ku Tirkiyê welatekî li ser kokên miliyetperestiyê hatiye damezirandin û tişta ku hevrikan tîne gel hev jî nijadperestiya çors a tirkperestiyê ye. Ji ber wê çendê herdû aliyên hevrik di propagandayên xwe de penaberên li Tirkiyê, taybet yên Sûriyê, bi kar anîn û hesabên xwe yên serketin û binketinê li ser wan kirin. Çavdêreke biyanî li ser vê mijarê digot: “Xuya ye ku tekane tişta 85 milyon kesên vî welatî dike yek, nefreta ji penaberên Sûriyeyî re ye”. Pêkhatinek wisa, li welatekî navê nijad û pêkhateyan xesib dike, ancax perestiyek wisa xirab, di nav civakeke ewqas homojenkirî de normalîze bike. Ji ber hingî parçebûn û blokbûna bi qasî temenê “Komarê” di navbera sîkolar û siyoqratan de, li beramberî versyona monarkekî wisa faşîst û nijadperest bê girîngî ye. Ji ber ku hemû beşên tabloya siyasî li vî welatî cihên xwe di vê versoyana miliyetperest de digirin. Bi hişmendî û nêzîkatiyek wisa fanatîk re, radîkalbûna etnîkperest serwer dibe. Bi tabloyek wisa re jî, kî serwer dibe bila serwer be, pêşeroja Tirkiyê gelek tarî dibe. Yekdestariya tekzilamekî li ser hemû saziyên dewletê û civakê bi hêztir dike, rikberiyê bêdeng dike û hiqûqê ji nav dibe. Çawa 2016`an, bi sernavê “derba leşkerî” çarçoveya otorîteya desthilatdariya “kalemêrê faşîst” berfireh bû, bi hezaran mirov hatin binçavkirin, gendeliya malbatî hate nixumandin û çapemenî hate desteserkirin, îro jî diyare encamên hilbijartinên 28 Gulanê wê bi xwe re destê destpotekî berdayî li dijî demokrasiyê û siyaseta derve dirêjtir bike.

Pêwîste mirov di nav reşbîniyan de jî nemîne, bawerî û piştgiriya xwe ji eniya demokrasiyê re hê qewîmtir bike. Ti carî mekanîzmeke bi navê hilbijartinan, di atmosfêreke hatiye desteserkirin de, nikare bibe pîvanê demokrasî û tayînkirina pêşeroja gelan. Ancax têkoşîna radîkal a bîrdoziya ku azadiyê diafirîne, karibe hêza çareseriyê motîve bike û “kalemêrê faşîst” têk bibe.