Rojnameya Ronahî

Ji xewna welatekî serbixwe ber bi mîretiyeke malbatî ve

Hevkariya PDKê û dagirkerên tikr

Kurdyar Dirê`î

 

Bi Pêşketina geşedanên kirîza Sûriyê re û vekirina Tirkiyê ji sînorê xwe re li ber koçberan bi armancin siyasî û ji bo valakirina Rojavayê kurdistanê  PDK jî sînor vekiriye û bi hezaran koçberên Rojava himbêz kiriye li pey piropogendeke mezin  tê de diyar dikir ku gel  ji ber desthilatdariya PYD û zilma wê ve derdikeve.

PDK’ê raste rast ENKS’ê destek dike û hemû imkan ji wan re vekiriye ku li hember  pêşketinên di Rojava de bi taybet ku Tevgera Civaka Demoqratîk TEV-DEM pêşengtiya wê dike û di peyre jî li hember Rêveberiya Xweser ew xistine tevgerê de, ku ji avabûna ENKS’ê de û ta roja îro ji bilî helwestên hevbeş bi helwestên Tirkiyê û ixwan elmuslimîn re tu helwestên avaker li hember Xweseriya Demoqratîk ne dane û xwe weke rikberiyeke li himber PKK’ê li Bakurê Kurdistan û Başûr jî nîşan dane.

PDK’ê hemû hewldan kirine ku xweseriya demoqratîk lawaz bike û reşkirineke mezin li ser Rojavayê Kurdistanê bi rêya ENKS’ê ve meşandiye ( PKK li Rojava serdest e, PKK dijminê şoreşa sûrê ye, PKK ereb kirine dijmin, PKK bela xwe li tirkiyê dide, PKK leşgeriya  neçar daniye, PKK Rojava vala dike, PKK ne kurd e, Hwd) û ji encamê jî rewabûn daye dagirkeriya tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê,Girê sipî û Srêkaniyê.

PDK’ê pêşmergê roj avakiriye ji xortên kurd yên Rojava û di bin navê Rojava de ew li hember tevgera azadiyê dide bi karanîn û li hember DAIŞ’ê di çeberên pêş de û ew weke pêşmergê ENKS’ê nîşandane li hember YPG –YPJ ku wan weke hêzeke PYD’ê binav kirine.

PDK’ê piştgiriya muxalefta sûriyê ya girêdayî tirkiyê dike (itîlaf) ku ixwan elmuslimînin  û li ser biryarên tirkiyê gelê kurd li Efrînê tarûmar kirin e, ta xwezaya Efrîn talan û qirkirine û guhertina demografî dane meşandin, pêşwaziya teroristên itîlafê û kojerên gelê kurd dikin û dibin banê perlemana kurdistanê de vê yekê dikin.

PDK’ê deriyê Sêmalka dehê caran girtiye û diyar dike ku sedem kiryarên PKK’ê ye an jî ji bona ku destekê bide ENKS’ê ku daxwazên xwe li ser xweseriya demoqratîk ferz bikin.

Li başûrê kurdistanê jî PDK’ê li hember tevgera azadiyê bi dagirkerên tirk re hevkariyê dike. Çi li çiyayên qendîlê be û çi di şengalê de be  û herdem PKK’ê tewanbar kiriye ji ber êrîşên tirkiyê yên ku rojane têne topbaran kirin. Her weha hewildana ferzkirina serweriya xwe li ser tevaya herêma kurdistanê dike û dixwaze  YNK bê rol bike him li Kurdistan û him li bexdayê rewabûn daye êrîşên tirkiye li ser qadên parastinê û ta êrîşa li himber fermandarê QSD R, mezlûnm ebdî li silêmaniyê.

Deryê Sêmalka şerma netewî

Gelê kurd tucarî sînorên saykis pîkot nepejirandine û Kurdistan yek perçe dibîne, lewra ciwanên kurd ji her çar parçên kurdistanê tekoşînê dikin û şehîd ketine, cihê mixabiniyê ye ku di navbera du beşên kurdistanê de dergeheke heye bi navê Sêmalka ye ku bûye alaveke ji bo zextên siyasî li ser Rojavayê kurdistanê,  Sêmalka di dema despêkirina kirîza sûriyê de weke dergehekî mirovî di navbera başûrê Kurdistan û Rojavayê kurdistanê de hatiye vekirin,  armanca PDK  ji vekirina deriyê Sêmalka re- ji derveyî xizmetên mirovî- ew bû ku ENKS weke destekê xwe di nava Rojava yê kurdistanê de weke hevbeşê di serweriya deverê de bi cî bike û Rojavayê Kurdistanê hemtayî başûrê Kurdistan dabeş bike. Lewra di vekirina Sêmalka de peymaneke ne fermî di navbera PYD û ENKS de bi beşdarbûna serokê herêmê M. berzanî hatiye imzekirin ku hevparbin di serwerî û bidestxistiyan de, lê belê ENKS ne di wê astê de bû ku karibe xwestekên PDK pêk bîne, ne  di asta siyasî û ne jî leşgerî û rêvebiriyê de, bi tenê  ENKS ma ji gazin, reşkirin û tewanbarkirina PYD di lawaziyên xwe de.

Carcaran PDK deryê Sêmalka di rûyê Rojava de girtiye û her tim jî weke zexteke siyasî û aborî li hember rêveberiya xweser bi kar aniye û her tim jî xweseriya demoqratîk an jî weke ew bi nav dikin PYD tewanbar kirine di girtina dergehê sêmalka de. Di bin buhaneyên çewisandina PYD ji ENKS ê re, bikaranîna PKK ji dergehê Sêmalka re, zextên ciwanên şoreşger û  hwd. Di dema dawî de û ji 14ê gulana 2023 de dîsa deriyê Sêmalka hatiye girtin bi buhaneya ku PYD şandeya ENKS ji bo beşdarbûna lidarketina pêşenga berzanî  de  asteng kiriye û nehiştiye ku derbasbin ! Bê guman  mirov  matmayî dimîne, çimkî PDK ku her tim xwe weke xeta netewî nîşan dide û behsa serxwebûna kurdistanê dike. Her weha xwe nûnerê 40 milyon kurdî dibîne, lê ji milekî din ve ji ber hin bûyerên ji rêzê biryarên hişk di derbarê milyonê kurdan de derbixe û dorpêçê li ser wan pêkbîne! Ev ne layiqî hişmendiyeke kurdistanî an jî tevgereke kurdistaniye. Di heman demê de jî  ji gelê Rojava dixwaze ku li hember rêveberiya xweser derkeve  di dema ku ew bi xwe dibêjin nabe tevgerên çi beşê kurdistanê mûdaxele beşên din yên kurdistanê bikin? Eger em ji van buhaneyan dûr bikevin û li rastiya biryarên girtina dergehê sêmalka bigerin, pêwiste em bipirsin girtin di xizmeta kê de ye? Hingê em ê, zanibin biryara girtinê xwe dispêre çi mebestan ?

Girtina deryê sêmalka bê guman ne di xizmeta gelê başûr û rojavayê kurdistanê de ye, PDK diyar dike ku derî ji bo xizmetên mirovîne ,  naxwe ji bo sedemên siyasî nabe ku bikar bîne , nabe ji ber astengkirina çend kesayetan miletekî ceza bike  û wan li himber rêveberiya xweser  sor bike , Gelo hayê perlemena kurdistan  û hevbeşên di herêmê de  ji van biryarên vekirin û girtina sê malka de heye an jî bi tenê biryar ya PDK ê ye  , kengî bixwaze veke û kengî nexwaze bigre !

Heger em diyarkirinên ji despêka nivîsê de komî ser hev bikin û siyasetên ku  di başûr û li ser rojavayê Kurdistan hatine meşandin ji hêla PDK ve raber bikin , emê tê derxin bê ka çima deriyê sêmalka têye girtin û vekirin .

 

 GIRTINA  SÊ MALKA  NE ENKS YE ;

 

Partî demoqratî Kurdistan ji ber têkiliyên ku ji asta imkanên xwe mestir bi tirkiyê re daniye him aborî ,siyasî ,çandî û kesayetî , yekser ketiye dibin serweriya tirkiyê de (AKP-MHP) û di tevgerkirina li gorî tirkiyê de guman dike ku xwe û deskeftiyên xwe di başûrê kurdistanê de diparêze  , weke tirkiyê piştgiriya itîlafa sûrî kiriye , weke tirkiyê zihniyeta islamê dayê pêş , weke tirkiyê li himber rojava piropogenda xerab kiriye , weke daxwaza tirkiyê ENKS dixe tevgerê de , weke tirkiyê li himber tevgera azadiyê eger ne raste rastbe jî bi riya  danîna astengîyan li pêşiya tevgerê rol lîstiye  û bikaranîna pêşmergên roj  carcaran şer kiriye , çawa ku tirkiye şerê li himber rojava rewa dibîne PDK jî rewabûnê dide êrîşên tirkiyê him li başûr û him li rojava , û di dema hilbijartinên 14 gulanê de alîgirên PDK him li rojava û him li bakurê kurdistanê piştgiriya faşizma (AKP-MHP) kirine û çawa ku ENKS li ser PYD dibêje ku ne kurde her weha li ser HDP jî alîgirên PDK weha gotine , lewra girtina sê malka berdewamiya siyaseta PDK ya bi tirkiyê re ye û ENKS derbas dike , hebûna emerîka di deverê de û şerê li himber dayişê sêmalka bi vekirin di de , heger ne ji hebûna emerîka di deverê de ba sêmalka ji mêj de dê girtî mabana  ,

Encam:

Gelê kurd li her çar perçeyên kurdistanê serkeftina her perçeyekî Kurdistan ji bo xwe hêvî dibîne , lewra avabûna herêma fedral ya başûrê kurdistanê , cihê hêvî û xweşiya tevaya gelê kurd bû , ku bibe despêkeke , mînakek û bingehek ji bo çareserkirina doza kurdî di her çar perçeyên kurdistanê de , lê belê ji 1991 de herêma Kurdistan parvekiriye dinavbera hêzên kurdistanî de , her herêmeke  û li jêr serweriya malbatekê de ye û her malbatek jî zarok û neviyên xwe amade dikin ji bo mîretiya wan herêman , li himber hev peyman û planan didin meşandin , hewlêr mîretiya berzaniyane  û ji bo misogerkirina veguhestina mîretiyê ji zarok û neviyan re razîkirin û di çarçoveya tirkiyê de tevgerandin pêwiste her weha li himber mîretiya berzaniyan jî mîretiya talbaniyane , lewra heger bi rastî armanca PDK di serî de  û ya talbanî jî di pey re serxwebûna Kurdistan ba , wê ferweriyeke demoqratîk avakiribana , yek hêz , yek helwest perlementoyeke rasteqîn û yek herêm ba , bê şêweyê heyî paşerojeke xerab li ber başûrê Kurdistan û doza kurdî ye , lewra  ji xewna welatekî serbixwe ber bi mîretiyeke malbatî ve  dirin  me diyar kiriye ,  ticarî tirkiye dê nebe parêzvan ji herêma kurdistanê re û têkiliyên heyî bi PDK re  di asta bilind de  ji bona tinekirina doza kurdî  , lawazkirina  tevgerên kurdî û di derfeteke guncav de dagerkirina  rojava û başûrê kurdistane .

Dawî