Rojnameya Ronahî

Kar û xebatên Şaredariya Gel A Bajarê Qamişlo

Hemza Sêvo/Qamişlo

Şaredariya Gel A Bajarê Qamişlo ji bo xizmeta welatiyên bajêr û gundewarên wê, herwiha parastin jîngehê gelek kar û xebatan dide meşandin. Rêveber û endamên Şaredariyê diyar kirin ku ew ji bo xizmeta welatiyan her dem di nava kar û xebatan de ne.

Li Rojavayê Kurdistanê piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê û damezrandina Rêveberiya Xweser, xebatên Şaredartiyê ku yek ji lingên bingehîn yên sîstema Rêveberiya Xweser e jî, roj bi roj  pêş dikevin.

Yek ji bajarên ku ev xebat lê têne meşandin jî Qamişlo ye. Taybetmendiya Qamişlo ew e ku bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê ye. Şaredariya Gel Ya bajarê Qamişlo di dawiya meha Îlonê ya sala 2012’an de hatiye avakirin. Şaredariyê xebatên rêvebirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyên civakê yên weke ekolojî, paqijî,sîstema riyên bajar û gundewarên wê û gelek karên din bênavber dide meşandin.

Şaredariya bjarê Qamişlo jî weke hemû şaredariyên bajar û navçeyên din yên bakur û rojhilatê Sûriyê, ji bo parastina ekolojî û pqijiya bajêr, herwiha rewşa av, rê û kolanan,  rojane kar û xebateke mezin dike. Şaredarî li gorî derfetên xwe pirojiyên xizmetguzariyê yên ji bo gel pêk tîne.

Di derbarê kar û xebatên  Şaredariya Gel ya Bajarê Qamişlo, berpirsên Nivîsgeha Paqijî, Ekolojî û ya Pirojeyên Şaredariyê ji Rojnameya Ronahî re axivîn.

 

‘315 karker û 35 erebeyên paqijiyê di xizmeta gel de ne’

Endamê Nivîsgeha Cîbicîkar ya Şaredariya bajarê Qamişlo, Emîn Cedû` diyar kir ku hemû karkerên beşê paqijiyê  û erbeyên wê,  rojane 3 caran ji bo paqijiya bajêr kar dikin û wiha got: “Paqijiya bajarê me, erkeke destpêkê dikeve ser milê şaraedariyê, lewma me 315 karker û 35 erebe ji bo paqijkirina bajar erkdar kirine. Herwiha  karker û erebe bi giştî rojane 3 caran ji bo paqijiya bajarê Qamişlo, di destpêka sibehê, nîvro û êvarî de derdikevin nav bajêr û kar dikin. Karê ku em rojane dikin dikeve xizmeta bajar û rewşa ekolojiyê, herwiha gel ji niexweşiyan diparêze.”

‘Paqijkirina bajêr erkê welatiyan e jî’

Emîn Cedû` di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tevî paqijiya bajar erka şaredariyê ye, lê ev erk dikeve ser milê welatiyan jî û wiha axivî: “Me  îsal  250 selikên paqijiyê  li gelek cihan li bajarê Qamişlo belav kirin, berî niha jî selikên paqijiyê li bajêr hebûn. Herwiha  armanca me  zêdekirina hejmarên selikên paqijiyê ye, da ku welatî bi hêsanî çopê bavêjne wan selikan. Cihê mixabîniyê ye ku hin welatiyên me van selikan bi awayekî ku weke tê xwestin bi kar naynin û bi me re nabin alîkar. Herwiha rewşa bajarê me çand û hişmendiya me diyar dike, lewra banga  me ji welatiyên me re ew e ku erka paqijkirinê bigirin li ser milên xwe jî û bi me re alîkar bin, an jî em ê li her kesên ku bajarê me qirêj dike, cezayên madî li wan bibirin.”

‘Hebûna daran rewşa ekolojî  diparêze’

Heseroka beşê Bexçe û Çandina Daran ya Nivîsgeha Ekolojî, Nûşîn Ibrahîm da diyarkirin ku bi çandina daran li bajarê Qamişlo, jîngeh zêdetir xweş û saxlem dibe û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Rewşa hewayê ya bajarê Qamişlo xeternak e, ji ber ku dûmana erebe, jenetor û hwd… bandoreke neyînî li rewşa jîngehê dike û ev yek jî dibe sedema ku gelek nexweşî bi mirovan re çêbibe. Herwiha em di vî warî de haydar in û salan e bi hezarê daran li gelek deverên bajêr weke dibistan,bexçe, di navbera riyên serke de û li gelek cihan diçînin û guh didin wan daran. Di heman yekê de jî divê ku welatiyên bajarê Qamişlo jî jîngehêbiparêzin, daran biçînin û guh bidin wan.”

‘Pirojeyên me yên parastina jîngehê berdewam in’

Nûşîn Ibrahîm da zanîn ku îsal ji bo parsatina jîngehê gelek  piroje li bajarê Qamişlo hatin kirin, hin piroje hîn jî bedewam in û wiha domand: “Bi hevkariya Desteya Ekolojî û rêxistinên cuda, me îsal li baxçeyê Şehîd Devrem,Taxa Siryan, Gel, Şehîd Mihemed, Giştî, Goristana Şehîd Delîl Saroxan, Qada Hîmo ya Newrozê bêtirî hezar darî çandin.  Di heman demê de jî niha pêvajoya me ya guhdana bi daran û parastina wan ji nexweşiyan û paqijiyê jî berdewam e.  Herwiha pirsgirêka me ji bo avdana darên ku li bajêr hatine çandin niha di bikaranîn sehrîcên avê de heye, avdana darên di munsfan de, bi sehrîcan gelekî demê dixwe, lewma em niha hewl didin ku di pêşerojê de, sîstema avdana dilopikî bi riya xertûmên avê li hin munesfên riyên bajêr çêbikin. Herwiha em dema daran diçînin gelekî astengiyan di warê kolandinê de dibînin, lewma em bang li cihên beriprsiyar û rêxistinan dikin ku alavên kolandinê yên nû ji me re pêşkêş bikin.”

‘Derengmayna wergirtina mîzaniyê pirojeyên me dereng xistin’

Berpirsê Nivîsgeha Lêkolînê ya Şaredariyê  Hesen Hisên jî, da xuyakirin ku pirojeyên hatibûn pilankirin, ji ber derengmayîna mîzaniyê heta niha nehatine destpêkirin û wiha got: “Sala derbasbûyî me di meha 5`an de dest pirojeyên ziftkirin û danîna beqaya û hwd..kir, lê îsal hinekî derng ma, herwiha sedem jî derengmayîna hatina pere û diravan bû, ango derngmayîn ji gel Desteya aborî ya bajarê Qamişlo bû. Derfetên diravî yên ku ji bo pirojeyên çêkirina kolanan hatine veqetandin, 540 hezar dolar e. Hêjayî gotinê ye ku me niha amadekariyên xwe ji bo ziftkirina 18 taxên bajarê Qamişlo kirirne û wê di destpêka meha 6`an de, her taxek derdora 5 kolanan bên çêkirin.”