Rojnameya Ronahî

Sembolê Serkeftinê ‘V’

Farûk Sakik

Sembola serkeftinê ‘V’ çîrokek xwe heye. Di sala 1415’an de di navbera Fransa û Îngilizan de şerê “Agincourt“ pêk tê. Di vî şerî de dema leşkerê Fransî li hember Tîrvanên Îngilizan bi ser nakevin, ciwanên tîrvan digirtin û tiliyên wan ên ku pê tîr davêtin ango tiliya îşaret û navîn jêdikirin. Yên ji wan difilitîn ji dûrî ve wan her du tiliyên xwe yên tîravêjê ‘V’ bilind dikirin. Ev yek ji wê serdemê hetanî roja me hatiye.

Bi taybet piştî ku di Şerê Cîhanê yê Duyem de jî Wiston Cruhchill, ev sembol wek peyva Vîktoriy-serkeftin ‘V’ li hember Naziyan bi kar anîbû.

Ev sembol li cîhanê belav bû. Bi taybetî li Kurdistanê li hemberî dijmin ev sembol tê bikaranîn. Di heman demê de li Kurdistanê ji zarokan bigire heta mezinan bi vê sembolê serkeftina xwe sekna xwe ya li hemberî dijmin nîşan didin. Dijmin dema vê îşaretê dibine har dibe. Bi taybetî tiliyên zarokan li qeraxê reyan li hemberî panzêr û eskerê dijmin bilind dibin, dijmin min jî wek ku gerîla derketibe pêşberî wan dîn dibûn.

 

Di sala 1992’yan de dema ez li Mûşê rojnamevan bûm, rojek min xeber girt ku du gerîla şehîd bûne û anîne nexweşxaneya Mûşê. Ez çûm morgê min dît yek ji wan hevalê min bû,Remo bû.  Çavên wî şîn bûn. Di salên zindanê de Tevgera Azadiyê naskir û biryar da bû gerîla.

Dema min li cenazeyê wî nêrî, min dît berî bombe di bedena xwe de biteqîne bi dest rastê îşareta serkeftinê kiriye û herdû tiliyên wî wisa ‘V’mabûn.

 

Îro jî li Kurdistan ev herdû tiliyên sembola serkeftinê her tim bilind dibin.

Min ê ev nivîs di 15’ê Gulanê de binivîsiya, lê li benda serkeftina duyem a 28’ê Gulanê mam, nebû. Erdogan ji nû de wek serokkomar hat bijartin.

Lê Kurdan di 14’ê Gulanê de serkeftinek bidestxistibûn. Li benda serkeftina desthilatdariya Erdogan birûxînin bûn. Kurdan erka xwe pêk anîn, li Kurdistanê dengek baş bidestxistin. Lê qelsbûna mixalefetê emrê desthilatdariya Erdogan 5 salên din dirêj kir. Ji bo vê yekê herdû tiliyên Kurdan wek tîrvanên Îngilizan bilind in.

Dewleta Tirk a dagirker bi salan e li Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê dimeşîne lê bi ser nakeve. Berxwedana li hemberî van polîtîkayan bi serê xwe serkeftineke mezin e.

Erdogan piştî ku hat hilbijartin di axaftina xwe ya yekem de dîsa Kurdan hedef nîşan da. Li hemberî Kurdan bi kîn û nefret tevgeriya.

Erdogan bi wê axaftina xwe startê hilbijartinên xwecihî yên deh meh şûnde da destpêkirin. Di kampanya vê hilbijartinê de wê stratejiya hilbijartina 14’ê Gulanê esas bigire. Ev stratejî li ser  dijminatiya Kurdan û şer hatibû avakirin.

Erdogan dît ku ev stratejî pere dike û ji bo vê yekê wê di van 10 mehan de dozaja vê dijminatiyê zêde bike.

Di axaftina xwe de peyvên, Qendîl, Rojava, Qamişlo, HDP, Qeyyum, Selo bi kar anîn û îşaretên siberojê dida. Talûkeya herî mezin, wê êrişên li ser HDP û parlementerê çûne Meclisê zêde bibin. Der barê wan de doz werin vekirin ji parlementoyê werin derxistin, partî werin girtin. Bi van kiryarên xwe wê bibêje wiha min Meclis ji PKK’ê paqij kirin. Ev yek di civaka Tirkiyê ya ku me di 28’ê Gulanê de nas kir wê bersivek bibîne.

Çi dikin bila bikin, wê Kurd ji hemû êrişan bi serkeftin derkevin. Wê tu carî teslim nebin û li hember planên wan, wê wek şahîd gerîla Remo herdû tiliyan wan wê bilindkirî bin.