Rojnameya Ronahî

Pêşeroja heremê berû kûve diçe

Elî Roj

Hilbijartinên 14’ê Gulanê û encamên ku derketîn holê û encamên tûra duyemîn ji hilbijartinên serokkomariyê  wê bandora xwe yekser li ser tevahî geşedanên ku li heremê diqewimin bike. Girêdayî vê yekê jî gef û êrîşên dagirkerên tirk û çeteyên girêdayî wê roj bi roj li ser gelê kurd di çarçoveya şerê qirkirina çandî û hişmendî de jî bê navber didomin. Li gorî ku tê xuyakirin wê AKPê her tiştî bike ji bona ku li ser desthilatiyê bimîne. Di serî de qadên berxwedanê, rojane bi çekên kîmyewî têne bombebaran kirin û şerekî giştî û ji hemû milî li ser gelê kurd tê meşandin. Êrîşên ku li ser Rojava, Bakur, şengal, girtina deriyê sêmalka û di dawiyê de jî dorpêça li ser wargeha Mexmûrê hemû girêdayî hevin û ji navendekî têne bi rêve birin. Dagirkerên tirk û çeteyên wê bi hevkariya PDKê dixwazin destkeftî û hebûna tevgera azadiyê di serî de li Rojava, Mexmûr û şengalê bê bandor bike û ger jê were ji holê rake. Ji bona pêkanîna vê yekê jî serî li hemû dek û dolaban dixin. Tecrîda li ser Rêber APO jî navenda van êrîşan e. Ji beriya êrîşên ku têne pilankirin Rêber APO dikin hedef û bi hincetên keyfî tecrîdê roj bi roj girantir dikin. Her weha qadên berxwedanê bê navber bi çekên qedexekirî tê bombarankirin. Li Rojava jî dagirkerên tirk û çeteyên wê bi hemû rêbazên gemar û qirêj, pêşengên tevgera azadî hedef digrin.

Wele din jî girêdayî rewşa sûriyê û aloziya ku tê jiyankirin, civînên çar alî jî yên ku qaşo bi navê çareseriya pirsgirêka sûriyê têne çêkirin, raste rast rêveberiya bakur û rojhilatê sûriyê û destkeftiyên wê dike hedef. Hikûmeta sûriyê jî her tim çavê wê ji derveye û bi danûsitandinên ku ji milê dewletên ereban ve têne meşandin, texmîn dike ku kêşeya sûriyê wê bi hesanî were çareserkirin. Ji ber vê yekê ji diyaloka sûrî – sûrî dûr disekine û hîn jî naxwaze rewşa heyî û guhertinên ku li sûriyê û heremê rûdane qebûl bike.

İnsiyatîfa rêvberiya xweser ji bona çareseriya pirsgirêka sûriyê û dengvedana wê li heremê û di qada nevnetewî de heyanî astekî cihê xwe girt. Lê ji milê hikûmeta şamê ve heyanî neha tu helwesteke ber bi çav nehatiye dîtin. Lê gotûbêjên ku li ser vê insiyatîfê têne kirin berdewamin û xwedî bandor in. Her weha insiyatîfa rêveriya xweser ji bona pêşwazîkirina welatiyên ku li Lubnanê bi darê zorê têne derxistin û yên ku li Sûdanê ji ber şer û pevçûnan asê mane xwedî dengvedaneke teybete û gelek aliyan ev insiyatîf erênî nirxandin.

Heremên ku ji milê dagirkerên tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin jî rojane binpêkirin û kiryarên dij mirovî zêde dibin û ev yek jî li ber çavê cîhanê tevahî tê meşandin. Her çiqasî ku di nava saziyên navnetewî de Tirkiyê bi kiryarên xwe yên dijmirovî tê naskirin jî, lê heyanî îro ji bona vê yekê tu hewildanên ber bi çav ji bona dadgehkirina wê di dadgehên navnetewî de pêknehatî ye.

Di vê çarçoveyê de û li  gorî encamên ku ji hilbijartinan derketî holê pêwîste ku ji hemû milî ve amedekarî û hazirî baş werin kirin û em xwe ji bona hemû guhertin û veguhertinên ku rûbidin hazir û amede bikin. Ji ber ku encamê hilbijartinê wê bandora xwe raste rast li ser Bakurê kurdistanê, Rojava û tevahî herêmê bike. Li hemberî van hemû geşedanên ku diqewimin, erkê me yê bingehî jî parastina destkeftiyan û azadiya fêzîkî ya Rêber APO pêkanîn e.