Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PIŞTÎ HILBIJARTINAN ATMOSFEREK GIRAN LI BENDÊ YE!

31/05/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
BI ERDHEJÊ RE KILÎTA TÊKILIYAN KET DESTÊ RÊJÎMA ESED
Share on FacebookShare on Twitter

DILYAR CIZÎRÎ

Tûreya duyemîn a hilbijartinên Tirkiyê ku çavên hemû cîhanê lê bû li gorî dilê hêzên nijatperest û xwînrijan bi dawî bû. Erdoganê ku xwe spart hêza dewletê û hemû saziyên wê xist xizmeta xwe û partiya xwe, ji bo 5 salên serokomariyê hate hilbijartin. Lijneya Bilind a Hilbijartinan îda kir, di hilbijartinan de tu kêşeyek bandorê li pêkanîna hilbijartinan bike, derneket. Lê li aliyê din dijberê Erdogan Kemal Kilijdaroglu got hilbijartin ne adil pêk hatin. Li aliyê din jî  li gorî şopdar û çavdêran di hilbijartinên hatin lidarxistin de gelek xalên lawaz di pêkanîna hilbijartinan de hebû, alîgirên Erdogan gelek fen û fût pêk anîn. Ev jî tenî yek tiştî nîşan dide, ew jî zelaliya sîstema yekzilamî niha derketiya asta xwe ya herî bilind. Hêzên opozisyonê li Tirkiyê jî li beranberî wê pir lawaz û qelis hatiye hiştin.

Li aliyê din jî  raste dibe hejmare perlementeran AKP/MHP’ê di perlemenê de kêm bûne. Lê ji ber em behsa sîstema yekzilamî dikin. Di nerîna min de ev yek wê tu cûdahiyek mezin bi xwe re neyîne. Ji ber wê jî çiqas mirov behsa astmosfera hilbijartinan û hîlebaziya tê de hatiye kirin bikin, Erdgoan li cihê xwe ma û sîstema xwe li ser her kesî feriz kir. Her kes niha mecbûre xwe li gorî mayîna Erdogan amade bike.

HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama xwe ya bilindkirina asta tekoşîna demokrasiyê dan û helwesta xwe zelel eşkere kirin. Erdogan jî di daxuyaniyên xwe yên destpêkê de gefên xwe wekî berê xwarin û sozên xwe yên dijberiyê dûbare kirin.

Çeteyên wî jî li herêmên me yên dagirkirî di roja hilbijartinan de bi gulebarînê û kuştinê kêfxweşiya xwe ya bi mayîna Erdogan re, nîşan dan. Zarokek jî bi guleyên wan jiyana xwe ji dest da. Me bi kurtasî behsa atmosfera pêkanîna hilbijartinan kir.

Lê ya ji wê girîngtir wê piştî hilbijartinan çi bibe? Wê êriş li dijî gelê kurd û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkevin çi astê? Ji xwe encamên wê beriya hilbijartinan bi girtina deriyê Sêmalka û dorpêça Artêşa Iraqê ji kampa penaberan a Mexmûrê re, diyar dibû. Ev nîşaneyên ber bi çav ên berdewama siyasetên Erdogan ên li ser xeta şer û kuştinê ne. Beriya niha êrişên wî ji bo hilbijartinan bû, niha wê ji bo ferizkirina planên xwe yên siyasî tevbigere. Ji lewma wê siyasetên xwe yên şer, êriş û kuştinê mezintir bike. Vê jî wê li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê liba bikin. Bê guman ev jî wê bi awayekî neyînî û mezin bandorê li aboriya Tirkiyê û jiyana xelkê jî bike.

Di vê atmosferê de di serî de ji gelê kurd, hemû hêzên demokratîk tê xwestin bi baldariyeke mezin xwe ji her rewşê re amade bikin. Bi taybet di vê demê de 24’ê Tîrmehê salvegera sedî ya Peymana Lozanê nêzîk dibe. Îcar bi hêsanî mirov dikare bêje wê salek giran li ser tavahî herêmê û li ser gelê kurd bi taybet derbas bibe. Nerîna min wê gelê me jî li gorî ezmûn û tecrubeyên xwe yên demdirêj, ji hemû rewşan re bibe bersiv.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.