Rojnameya Ronahî

Ji xewna welatekî serbixwe ber bi mîretiyeke malbatî ve

Kurdyar Dirê`î

Di dema dawî de girtina deriyê sêmalka dinavbera başûr û rojavayê kurdistanê de ketiye rojeva kurdan de, demildest de piropogenda hate kirin û rêvebriya xweser tewambar kirin û diyar kirin ku sedema girtina deriyê sêmalka ji ber wê yekê ye ku rêveberiya rojavayê kurdistanê  rayedarên ENKS asteng kirine û destûr nedane wan  ku di şahiya vekirina mûzexaneya berzanî de amade bibin û di peyre jî partî demoqratî Kurdistan eynî sedem nîşandaye û ji gelê rojavayê kurdistanê xwestiye ku li neçarîbûna wan  têbighêjin û li himber rêvberiya rojavayê kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan bidin . Heger mirov nerîneke ji rêzê li van sedeman  binere wê bêje ji mafê PDK ye ku deriyê sêmalka bigre, yek bi yekê ye ? lê heger baş mijûl bibe û bi rame , buyer û geşedanên siyasî li beramber hev deyne dê baş bizanibe ku buhaneyên ji bo ENKS e maskeke rizyayî ye  û pêkanîna bi hişê mirovan e .Girtina deriyê sêmalka ne girtineke weha ji rêzê ye û nejî ji ber wan sedemên ji rêzêne û ji bo  ku  em zelal bikin pêwistî bi diyarkirina hin xalan heye.

Rewşa herêma Kurdistanê

Piştî salên dirêj ji şerê dinavbera îran û îraqê de (1980-1988) ku herdû dewletên cîran lawaz û têkçûyî ji hev geriyan, di îraqê de yên bûn qurbanî ji dawîlêhatina  şer re gelê kurd li başûrê kurdistanê bû,  ku rastî êrîşa çekên kîmawî ji hêla rêjîma bexdayê ve hatibû  û kurd tarûmar kiribûn, di sala 1990 – 1991 de û piştî şerê kendavê yê yekemîn ku ji bo rizgarkirina Kiwêtê ji dagerkeriya bexdayê rûdabû,başûrê Kurdistanê li himber rêjîma bexdayê serî hildaye û bi navê raperîna 1991 hatiye nasîn, di encamê de koçberiya  gel ya milyonî dest pê kiriye ber bi sînorên bakûr û rojhilatê kurdistanê ve, lewra û ji ber raya cîhanî ya giştî ve, di eynî salê de qedexeya rabûna balefiran li ser başûrê Kurdistan hatiye ragihandin ji hêla meclisa ewlehiyê  ya girêdayî netewên yekbûyî ve, ev guhertinên ku çêbûn derfeteke zêrîn bû ji kurdên başûrê kurdistanê re ji bo avakirina herêmê lê belê mixabin herêma bi ewle wergeriya şerekî nav xweyî di navbera PDK û YNK de di 1994 de ku zêdeyî 5000 qurbanî ji pêşmerge û sivîlan hatin dayîn, di 1996 de dûbare şer dinavbera PDK û YNK de rûdaye û îran û îraq mûdaxele kirine ku bi hezaran ji herdû aliyan hatine infazkirin. Di 1997 de bi alîkariya tirkiyê  PDK îrîşî PKK û YNK kir û bi hezaran qurbanî di vî şerî de hatin dayîn,  di encamê de herdû partiyan PDK û YNK hevalbendên hev ji herêmên xwe qewitan din ta sala 1998 ku emerîka herdû alî li hev anîne û di 2007 de herdû partiyan serwerî li hev parve kirin. Di 2012 de serokê YNK Mam celal talbanî koça dawî kiriye û ji ber şerê bi dayîşê re di 2014 de aramî di navbera herdû partiyan de hebû,  lê YNK di 2016 de peymana 2007 red kiriye ji ber ku PDK yek alî serweriya xwe li ser herêma kurdistanê kiriye, û di nava nakokiyan de PDK çûye rifrandoma serxwebûna başûrê kurdistanê: Di 2017 de  û di encamê de Kerkûk û deverên bi nakok ji destê PDK û YNK derketin û herêma kurdistanê derbasî serdemeke têkçûnan bûye, ku di nava van buyer, nakokî û dûbarebûna têkçûnan de tirkiyê  ji 1991 û ta roja îro baregehên leşgerî û destên xwe yên istixbaratî û siyasî û aborî berdaye nava herêma kurdistanê de  û bi demê re xwe mayinde kiriye, bi taybet ku têkiliyên xwe bi PDK re dida pêş û nakokiyan istismar dike.

Çima tirkiyê PDK hevalbend dibîne ?

Di serî de bîrdoziya tirkiyê ya bingehîn redkirin û tinekirina gelê Kurd û doza wî ya netewî ye û armanca sereke  dagerkirina welatê kurda ne (mîsaqa milî ) pêkanîn e.

Tirkiyê  her tim bi çavê tirsê li avabûna herêmeke fedral li başûrê kurdistanê dinêre  û ticarî ew nepejirandî ye,lewra ew li dijî şerê kendavê yê duyemîn bû, alîkariya bi emerîka re li himber bexdayê red kiriye lê belê ji ber guhertina rewşên siyasî di deverê de û ketina rêjîma bexdayê di 2003 de û hebûna hêzên emerîkî di deverê de, metirsiya ji bilindbûna asta serweriya PKK di başûr de û teyisandina pêşketina  hestên netewî li kurdistanê. Vê yekê hiştiye ku tirkiye têkiliyên xwe bi herêma kurdistanê re pêş bixîne. Tirkiyê têkiliyên siyasî, aborî û ewlehî daye pêş û him jî di navbera partiyên kurd de  bi rola gurkirina nakokiyan radibe, ku her dem Tirkiyê weke parêzvanê tekane ji PDK re were nîşandan û her weha PDK li himber PKK bide bikaranîn û ji ber nakokiyên PDK bi YNKê  û bexdayê re û metirsiya ji serweriya îranê û girûpên girêdayî wê di îraqê de, ji xwe re tirkiye weke hevalbendê herî bi ewle dibîne. Lê belê tirkiyê di avakirina têkiliyên xwe yên bi PDK re li  armancin istiratîjîk digere, ne li hevaltiyeke rast bi başûrê kurdistanê re.

Ferzkirina serweriya xwe ya leşgerî,siyasî, aborî û çandî li ser herêma kurdistanê ku derfetê nebîne ji bo hewildanên avkirina dewleteke serbixwe. Rêgirtina li ber xwefirehkirina îran  di herêmê de, piştî ku serweriya îran li ser îraqê diyar bûye.   Veguhestina herêmê ji xwe re weke sûkeke bazerganiyê ku li gorî belgeyan rêjeya bazerganiya tirkiyê bi herêmê re gihiştiye 7 milyar dolaran.

bê guman têkiliyên PDK bi tirkiyê re li ser bingehê berjewendiyên  bazirganî û abûrî  têye famkirin, lê belê dema ew têkilî dibin têkiliyên di navbera desthilatdarekî û mamûrekî de an jî hebûn û nebûna herêmê bi tirkiyê ve têye girêdan. Hingê jî serweriya herêmê ji wateya xwe dikeve û dimîne êsîrî tirkiyê. Tirkiye vê yekê dixwaze ku herêm di bin serweriya wê de be. Bi despêkirina buhara ereban re  di 2010-2011 de  û bilindbûna rola kurdan di Rojavayê kurdistanê de, tirkiyê têkiliyên xwe bi PDK re bêtir daye pêş, ku bibe garantî ji kontrolkirina hestên netewî re û kurdên Rojava bikşîne şerê li himber rêjîma Elesd  û bibin beşek ji rikberiya girêdayî tirkiyê. Di eynî demê de PDK li hember tevgera azadiyê têxe tevgerê û di nava partiyên kurd de tevliheviyan derxe holê  ta ku bi xwe ve mijûlbin. PDK ji ber rewşa xwe ya hundirîn û nakokiyên bi Bexda yê re. Imzekirina peymanên derxistina petrolê  di nava axa tirkiyê re û girtina piştivaniya tirkiyê li himber metirsiyên ji guhertinên di deverê de, raste rast PDK ketiye lîska tirkiyê de,  lewra avabûna ENKS û tevlêbûna wê di nava itîlafa sûrî de ji vê armancê hatiye ku ENKS destê PDK ê yê di Rojava de ye û li gorî ecendeyên tirkiyê tevdigere ji bo valaderxistina avabûna çi statûyeke kurdî di Rojavayê kurdistanê de. Heger PDK li ser bingehê hewcedariya bi tirkiyê re tevdigere û geriyayê û sûdeke hevbeş ji van têkiliyan dibîne, ev buhaneyeke derbasdar be û rastiya wê jî hebe lê tirkiyê van têkiliyan ji bo armancin mestir ava dike, ew jî rêgirtina li ber encamên piştî şerê bi DAIŞê re ye  ku doza kurdî ne tenê li başûr  û rojava, her weha li nava sînorê tirkiyê jî pêş bikeve û buhareke kurdî rû bide. Lewra giringe ku kurdan li himber kurdan bide xebitandin û di eynî demê de derfeta pêkanîna mîsaqa milî li ser lawaziya tevgerên kurdî û nakokiyên wan pêk bîne. Wê demê jî têkiliya bi PDK re ji tirkiyê re giringe û PDK bi demê re hatiye radestkirin ji tirkiyê re, bi taybet piştî rifrandoma serxwebûnê ya têkçûyî di 2017 de ku serokê tirkiyê Erdogan serokê herêma kurdistanê R.m berzanî bi xiyanetê tewanbar kiribû û heqareteke mezin li rêveberî û hişmendiya wan kiribû.  Gefa fetisandina herêmê û derbeyeke leşgerî jî kiribû, lê belê dîsa jî Erdogan ew himbêz kirine weke kesayetin hewcedar û şikestî ku di xizmeta xwe de wan bikar bîne …..

Di dome