Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KNK di salvegera Peymana Lozanê de amadekariya kongreyek nîştimanî dike

30/05/2023
in NÛÇE
A A
KNK di salvegera Peymana Lozanê de amadekariya kongreyek nîştimanî dike
Share on FacebookShare on Twitter

 

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Şoreş Xidir diyar kir ku  dema wê hatiye di sedsaliya Lozanê de Kurd dijî peymanê bibin xwedî yek helwest û bibin yek. Xidir got; “Ji bo vê em dixwazin di 22-24’ê Tîrmehê de li Lozanê kongreyek nîştimanî û mezin lidarbixin.”

Tê payîn bi boneya salvegera 100 saliya Peymana Lozanê, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi tevlîbûna hemû pêkhateyên çar parçeyên Kurdistanê, li bajarê Lozan ya Swîsreyê, kongreyek nîştimanî û mezin lidarbixe. Li ser vê mijarê endamê KNK’ê Şoreş Xidir axivî.

Şoreş Xidir da zanîn ku Peymana Lozanê, yek ji wan peymanên hemberî netewa Kurd û hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn, ji aliyê dewletên dagirker ve hatiye îmzekirine. Şoreş Xidir got ku di salvegera sedsaliya vê peymanê de, dema hatiye Kurd dijî vê peymanê bibin xwedî helwest.

Xidir destnîşankir ku KNK projeyek netewî û nîştimanî weke erkek xwe dizane û wiha dom kir; “Bivê armancê em dixwazin di 22-24’ê Tîrmeha 2023’yan de li bajarê Lozanê kongreyek netewî ku pêkhateyên her çar pareçeyên Kurdistanê tevlîbibin, lidarbixin. Ji bo ku ev kongre bikeve rojevê, li ser asta her çar parçeyên Kurdistan û dervey welat, wê xebat bên meşandin. Em bang li hemû aliyên siyasî, kesayet, mamostayên zanîngehê dikîn ku di vê mijarê de xwedî gotin bin.”

Di dawiyê de endamê KNK’ê Şoreş Xidir ragihand ku ewê bi alîkariya hemû kes û partiyên siyasî yên di nava KNK’ê de hemû astengiyan bişkênin û got; “Hêvîdarim em bikarin encamek baş bidest bixin. ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.