Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Efrîniyên li Şehbayê: Mexmûr ne bi tenê ye

30/05/2023
in NÛÇE
A A
Efrîniyên li Şehbayê: Mexmûr ne bi tenê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Koçberên Efrînê li kantona Şehba li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê yên ku di bin rêgirî û ambagroya hikûmeta Şamê de ne, hewildana hikumeta Iraqê ya dorpeçkirina wergeha penaberan Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şermezar kirin.

Artêşa Îraqê ji 20 Gulanê de hewl dide derdorê wargeha Mexmûrê penaberan Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) a ku 4 sal in di bin rêgirî û ambargoya PDK’ê de ye bi têlan û kuleyan dorpêç bike. Jinên Efrînî yên piştî ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkirina Efrînê neçar man koç bikin û bi mehan e di bin ambargo û rêgiriya hikûmeta Şamê de ne, li dijî helwesta Irawê ya dorpêçkirina wargeha Mexmûrê helwesta xwe anîn ziman û gotin, “Mexmûr ne bi tenê ye.”

 ‘Armanca dewletan têkbirina vîna gelan e’

Hîdayet Elî a ku ji Koçbera Efrînê li kampên kantona Şehba li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê dijî got ku êrişên li ser wargeha Mexmûrê li dijî dijî vîna gelan e û bi van gotina nerazîbûna xwe anî ser ziman: “Hêzên desthilatdar dixwazin gelan ji herêmên wan koçber bikin û penaber bikin û piştre bi hemû rêbazan şerê wan bike. Ev dorpêça hikumeta Îraqê jî mînaka wê ye. Li gel kiryarên hikumeta Şamê û siyasetên xeniqandina koçberên Efrînê li Şehbayê, armanca dewletan yek e ku vîna gelan û projeya Netewa Demokratîk têk bibe. Gelê Mexmûr ewqas sal in li ser bingeha projeya Netewa Demokratîk di kampê de dijîn, lewra siyasetên dewletên kapîtalîst desthilatdar razî nabin ku herêmên berxwedêr û li ser bingeha dadwerî, wekhevî û demokratiyê xwe birêxistinkirî armanc digire. Em ne şerxwaz û xwînrêj in armanca me jiyaneke aştiyane wekhev e, dema em tên armancgirtin wê demê mafê me ye ku parastina xwe û rûmeta xwe bikin.”

‘Berxwedana gelê Mexmûrê berxwedana me ye’

Roşîn Xelîl a ji xelkê Efrînê ye dorpêça hikumeta Iraqê ya li ser wargeha Mexmûrê ferz dike şermezarkir û wiha got: “Êşên koçberên Efrînê û Mexmûrê yek e. Ji 5 salan ve em di kampên penaberiyê de dijîn hemû êş û zehmetiyên hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirkiyê bi me dikin em dikişînin. Lewma em bi êşên gelê Mexmûrê dihesin û kiryarên hikûmeta Iraqê dijî wan em napejirînin. Berxwedaniya gelê Mexmûrê berxwedaniya me ye, bi yek rihê em ê kiryarên li dijî me dikin berxwe bidin, di pêkanîna azadî û dadweriyê de hemû zehmetiyên jiyanî derbas bikin da ku em bighêjin armanca xwe.”

 

‘Dive hikumeta Iraqê raweste’

Zozan Hebeş jî siyaseta hikûmeta Iraqê ya li hemberî xelkê Mexmûrê şermezar kir û got: “Ger hikumeta Îraqê dorpêça xwe li ser kampa Mexmûrê berdewam bike gel dê karaseteke mirovî mezin jiyan bikin, lewra divê destwerdaneke navnetewî hebe û hikûmetê raweste.”

 

‘Gelê Mexmûrê ne bi tenê ye’

 

Heyat Hesen jî nêrînê xwe anî ser ziman got: “Dorpêça kampa Mexmûrê a ji aliyê hikumeta Iraqê ve karekî ne mirovî ye û dorpêç li ser hemû gelê Kurd e. Mexmûr û xelkê xwe ne bi tenê ne hemû gelên azadîxwaz li pişt wan in, bi vê siyasetê hikumet nikare hebûna gelê Kurd têk bibe ji ber ku vîna gelê Kurd ji hemû planên wan bihêztir e.” JÎNHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.