Rojnameya Ronahî

‘’Em ê Kurdistan heya hestiyên xwe yên dawî biparezin’’

Şervîn Şîyar

Navê min Şervîn Şiyar, ez bi xwe bi eslê xwe Almanim û berî sê salan derbasî Rojava bûme. Li Rojava û di nava şoreşê de ez fêrî zimanê kurdî bûm, ji ber vê dibe ku şaştî di rêzimanê min yê nivîsê de hebin. Di destpêkê de ez dixwazim bêjin min çima ev biryar da ku ez werim Rojava. Dema min li ser şoreşa Rojava xwend û bihîst, ez pir bi vê yekê bandor bûm. Niha ez weke jinekî ciwan lêgerîna min ji bona azadî û demukrasiyê heye û ez şoreşa Rojava ji bona pêkanîna vê yekê ji bona xwe mîna derfetekî mezin dibînim.

Şoreşa Rojava ji bona min gelekî bi wateye û pêwîste ku bi her awayî  were parastin. Ji ber ku Rojava ronahî û hêviya cîhanê ye.  Li hemû cîhanê niha gelên azadîxwaz li şoreşa Kurdistanê meyze dikin. Rojava, bi hemû pirsgirêk û kêmasiyên xwe ji bona civakek serbixwe û demokratîk dikare bibe mînaka herî bier bi çav. Çawa netewek bi çanda xwe pîvanên civakê diyar dike û bi taybet jî çawa netewên cuda cuda bi hevdû re dijîn. Ewqas xwîn hatiyê rijandin, ev tev jî ji bona jiyaneke nû û azad hatiye kirin.

Ji bona vê yekê pêwîste ku em bi hemû hêza xwe van destkeftiyên biparezin û bibin welatparêzên rast û dirist.

Pîvanên welatparêziyê çine?

Hezkirina welat, çand û ziman û tekoşîna bê hempa ji bona parastina wê pîvanên bingehînin ji bona welatparêzî yê. Angu tenê welatparêzî tenê bi ziman nabe û pêwîste mirov ji bona welat û dema ku hate xwestin canê xwe jî fedabike. Ger em ji çanda xwe hez bikin em ê li gorî vê yekê jî jiyan bikin. Ji bo vê jî naskirina çanda xwe pir giring e. Dema em behsa çandê dikin ev tenê nayê wateya dîlan û stran an jî

cil û bergên kurdî li xwe kirin e. Ji ber ku parastina çandê hîn ji vê yekê berfirehtir û kûrtir e, ji ber ku çand pîvanên jiyanê diyar dike. Em çawa bi hevdû re bidin û bistînin, çawa jiyana xwe bi rêxistin bikin. Herî giring jî, çanda me armancekî datîne pêşiya me. Yanî em ji bo çi jiyan dikin û dixwazin jiyanek çawa bijîn, çanda me vê yekê diyar dike. Çanda civaka Kurdistanê xwedî gelek pîvan û rêgezan e. Taybet di derbarê jiyana komînal de, yanî bi hevdû re jiyankirinê, çanda xwe parastinê. Ez mînakekî bidim. Dema em çûn serdana malbatekî, her çiqasî ku me malbat ji berê ve nasnedikir, lê wan em  vexwandin mala xwe, me xwarin xwar û em tevdigeriyan weke ku em parçeyekî ji vê malbatê ne. Min wê demê hîn jî bi kurdî nizanî bû, lê ev yek ji bona min ne pirsgirêkbû. Di nava civaka Rojava de heyanî roja îro jî hîn ev pêşwazî û germahî di nava gel de peydadibe û bandora xwe gelekî erênî jî dike.

 

Şoreşa Rojava şoreşa mirovahiyê ye

Ji ber ku herkes tenê bi xwe nafikir e. Hişiyarbûn û baldariyek ji bo derdor jî heye. Ev yek jî dihêle ku mirov li hevdû xwedî derdikevin. Herî baş me ev tişt dît dema di parçeyên din ên Kurdistanê de êrîşa, kûştin, serhildan li parçeyekî dibe, di heman demê de parçeyê Rojava ji bona vê yekê  bêdeng namîne û her tim li ser piyan e. Dema Şoreşê li Rojava destpêkir ji her car aliyên Kurdistanê û ji derve jî kes hatin ji bo bibin alîkar û şoreşa Rojava parastin û canê xwe ji bona wê fedakirin. Dema êrîşê Mexmûrê kirin gel li Rojava derketin kolana û nerazîbûnên xwe anîne ziman. Dema jinên rojhilat rabûn ser biyan û bi silogana” jin jiyana azadî” serî rakirin li hemberî sistema dewleta Îranê ji her deverî piştgirî hat dayin. Dema ku em rastiya vê yekê dibînin û şîrove dikin, hîn baştir rastiya şoreşa Rojava derdikeve holê. Ji ber ku li Kurdistanê civakbûn pir xurt e, taybet sîstema kapîtalîst û dagirkeriya tirk a qirker vê şoreşê û van destkeftiyan ji bona xwe xeternak dibîne û dixwaze ji holê rake. Ger em dixwazin nas bikin sîstema kapîtalîst çî ye em dikarin li jiyana ewrûpa meyze bikin, wê demê em ê, zû fam bikin armanca vê pergalê çi ye. Sîstema kapîtalîst şêwazê jiyanekî nû derxistiyê û dixwaze vê pêş bixe. Armanca vê jiyanê jî tenê zêdê kirina pereyan û vê yekê jî li ser xwîn û xwîdana gelan dike. Yanî ji bona ku sîstema serdest karibe jiyan bike û temenê xwe dirêj bike, mirovan mîna robotan didin kar kirin û wan tî û bîrçî dihêlin. Ji bona bikaribe vê yekê di nava civakê de bide qebûl kirin, di serî de bi çand û pîvanên civakê dileyz e. Niha li gelek welatên cîhanê kes nema hevdû difikirin, tenê hewl didin nanê xwe yê rojanê peyda bikin û ji bo vê jî dikarin hevdû bikûjin. Wate nadin hevdû û jiyana hevbeş, nema navê çîranên xwe nas dikin û welatê xwe qirêj dikin. Niha dixwazin ev bêarmancbûnê, ev bê exlaqî û bê çandî li Kurdistanê jî pêş bixin. Bi taybet jî vê yekê bi rêyên înternêtê û şerê derûnî û taybet û medya dijîtalî didin meşandin û heyanî astekî jî mirov dikare bêje ku bandora vê yekê li ser jin û ciwanan gelek heye û gelek jin û ciwan dikevin di bin bandora vê yekê de. Ev jî tenê yek ji êrîşên dagirkeran li dijî gelê kurd û hemû gelên azadîxwaz e.

Li hemberî van êrîşan di serî de Rêber APO li zindana Îmraliyê berxwedaneke bêhempa dide meşandin. Li qadên berxwedanê jî şervanên azadiyê  mîna dewama vê berxwedanê ew jî berxwedaneke dîrokî li hemberî dagirkerên tirk didine meşandin û destanên lehengiyê xêzdikin. Rastiya berxwedan Rêber APO, gerîla û gel dan nasîn ku hezkirina welat tê çi wate yê. Bi gotina ‘’Em ê Kurdistan heya hestiyên xwe yên dawî biparezin’’asta têkoşînê bilind kirin. Ev pêşengên vê civakê ne. Gelê kurd bi sekin û felsefeya Rêber APO cîhan hejandin û bû mînak ji bo hemû gelên azadîxwaz.