Rojnameya Ronahî

Li Tirkiyê Minewreya Destpotiyê Li Dijî Demokrasiyê

Fener…

Idrîs Henan

Di 14 Gulanê de, li Tirkiyê hilbijartinên serokkomariyê û yên parlamantoyê li dar ketin. Encamên destpêkê diyar kirin ku; wê ji bo hilbijartina serokkomariyê, tora duyemîn di 28 Gulanê de li dar bikeve. Li gorî encaman; Erdogan 26 Milyon zêdetir deng bi dest xistin, ango bi rêjeya %49.51 qonaxa yekem derbas kiriye. Li aliyê dîtir, Kilîçdaroglu zêdetirî 24 Milyon deng wergirtiye û bi rêjeya %44.88 qonaxa yekem derbas kiriye. Yanê herduyan jî rêjeya pêwîst wernegirtin û bi mecbûrî hilbijartinên serokkamariyê derbasî qonaxa duyemîn dibin.

Yekem tişta bala mirovan dikişîne ew e ku rêjeya beşdariya hilbijartinan %88.2 derbas kir. Li gorî çavdêran ku ev bilindtirîn rêjeya tevlîbûna li Tirkiyê hatiye qeydkirin. Dêmekî baweriya hilbijêr pê çêbûye ku dengê wî gelek bi tesîr û xwedî bandoreke veguherîner e. Ev jî diyardeyek tendirust û demokratîk e ku berovajî hewlên desthilatdariya xwesetiya gel bê îrade bihêle û dengên wan xesib bike ye. Bê guman encamên li ser erdê vê yekê isbat dikin ku têgihaştina gel ji cewherê destpotiya heyî re gelek mezin bûye û bi rêya sindoqan xwestiye vê rêveberiya biyanî ya derveyî heqîqeta gelan afiriye, ji nav bibe û berteref bike. Bi gotineke din; gel xwestiye vîna xwe deyne holê ku nîşaneya pijiyabûneke demokratîk ya civakê diteyisîne. Vê yekê herdû aliyên hevrik tûşî qebûlkirina encaman kiriye.

Eger mirov encaman li gorî hesabên serketin û binketinê bigire dest, dê bibîne ku desthilatdariya heyî bi awayekî berbiçav pozisyona xwe ji dest daye û gav paş ve avêtiye. Tevî ku li jimara hilbijêran 5 milyon deng zêde bûn e, lê dîsa jî destpotiya heyî nekarî hilbijratinên serokkomariyê di tora yekem de qutûbir bike. Ev encam rewşa welat a aborî, kevneperestiya partiyên desthilatadariyê û daxwaza jin û ciwanan a guherînê baş rave dike.

Di van hilbijartinan de; derket holê ku hemû aliyên beşdarî hevrikiya desthilatdariyê bûn e, ji bilî Itîfaqa Ked û Azadiyê, bi daxwaza nûjenkirina destpotiya heyî li hev kirine û itîfaq dane avakirin. Lew re; şikil û navê rêveberiyê çi dibe bila bibe; heqîqeta kevneperestiya heyî naguherîn e. Di nav bernameyên wan de hêza zanist, exlaq, dadwerî û çakiyê nîne. Ji ber ku li cografyaya me, dîktatorî, faşîzm û destpotên desthilatê li ser bingehên etnîkî û takekes hatine damezirandin. Lew re jî; li cihên wisa ti qîmeta prensîbên weke maf, qanûn, exlaq, polîtîk, ewlehî, wekhevî, azadî, pêşketin, edalet û şaristaniyê nîne. Tenê navên fena; komar, dewlet, etnîk, al, … hwd pîroz in. Ji ber vê jî, li her dera ku destpotî têye pîrozkirin, li şûna çareseriyê, pirsgirêk zêde û kûr dibin. Ne ji dûr û ne ji nêzîk ve, mirov nikare “hikûmetên” bi rêya destwerdanên leşkerî û di bin wîsayeta hêzên çekdar de zindî mane, têgîna demokrasiyê bi hikumraniya wan ve biresîn e. Ji ber ku demokrasî navê sîstema azadî, pirrengî û pêkve jiyanê ye. Heqîqeta hevrikên desthilatadariya Tirkiyê jî dûrî cewherê vê rastiyê ye. Ji ber vê jî, çendîn niyeta veguherîner a gel bi dengan derketibe pêş jî, di atmosfêreke wisa ku parlamanto û desteyên birêvebir bê bandor bin, tevlîbûna zêde a gel têra rêgirtina li ber destpotiyê nake. Mezintirîn astengiya li ber demokrasiyê destpotî ye. Ancax bi serketina demokrasiyê, avakirina jiyana hevbeş, teyisandina pirrengiyê û dadmendiyê re destpotî têk biçe. Derveyî vê hişmendiyê, guherandina şiklên destpotiyê û minewreya li dijî vîna gelan a azadî û demokrasiyê ye.