Rojnameya Ronahî

Kampa Holê li ser tevahiya cîhanê xeter e

Hemze Sêvo/ Qamişlo.

Jin û azarokên DAIŞ’ê yên Kampa Holê  li ser bakur û rojhilatê Sûriyê û tevahiya cîhanê xeter e. Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser  bang li Civaka navnetewî kir ku li hemberî pirsgirêka malbatên DAIŞ’ê yên li bakur û rojhilatê Sûriyê, xwe bêdeng neke .

Hêzên hegemon di çarçoveya firehkirina  pirojeyên dagirkirina Rojhilata Navîn de, bi 10’ê salan e ku kar dikin, herî dawiyê bi riya komkirina komên çete yên wekî  El Nusra, Ehrar El Şam û DAIŞ’ê, xwestin bighêjin armancên xwe yên dagirkirinê. Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê de, ji tevahiya cîhanê re eşkere bû ku dewleta Tirk a dagirker bi her awayî destekê dide çeteyên DAIŞ’ê, tevî wê jî tevahiya hêzên navnetewî bêdeng man, herwiha dewleta tirk nehat darizandin û têkiliyên bi DAIŞ’ê re dewam kir. Ev yek jî eşkere dike rola gelek hêzên navnetewî di avakirina DAIŞ’ê hebû.

Li hemberî wê gelên Rojavayê Kurdistanê li ser xeta berxwedanê û paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan ji parastinê derketin û bersiva êrişan dan. Tevî  hemû hêza DAIŞʹê ya wê demê, yekem car li Kobanê derbe xwar û li Baxozê jî têk çû. Ev destkeftî bi saya zêdetirî 12 hezar şehîdên nemir hatin bidestxistin. Têkçûna DAIŞ’ê nedihat wateya tunekirinê wê. Ji ber ku şaneyên veşartî û hişmendiya tundraw li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriy hîn jî hebûn. Piştî têkçûnê, DAIŞ di stratejiya xwe de hinek guhertin çêkirin, ji bo xwe ji tunebûnê xilas bike, wê kampa Holê wekî cihê bîrdozî bi kar anî û hîn jî bikar tîn e.

Kampa Holê  ji 9 beşên sereke pêk tê, di kampê de nêzî 60 hezar kes ku zarok û hevjînên çeteyên DAIŞ’ê, welatiyên Sûrî û penaberên Iraqî ne, hene. DAIŞ’ê herdem hewl dide ku  di vê kampê de xwe ji nû ve komî ser hev bike. Di nav plansaziya DAIŞ’ê li kampa Holê de zarok bi awayekî bingehîn cih digirin. Di nav sê salên dawî li kampa Holê hezar û 800 zarok ji dayikbûne. Ev 1 hezar û 800 zarok helbet li ser hişmendiya tundrew wê mezin bibin. Bi vê re jî gelekî berçav e ku pêşerojeke xeternak tê amadekirin. Tevî ku kamp li ser tevahiya cîhanê xeter e jî, lê heta niha hêz û welatên ku çete jê hatine, guhê xwe ji banga Rêvebeiya Xweser digirin û welatiyên xwe venagerînên.

Li hemberî xeteriya Kampa Holê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya YPJ’ê, YPG’ê û QSD’ê gelek operasyon li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê yên di hundirê kamapa holê de, lidar xistin e, lê xeteriya malpatên DAIŞ’ê li ser tevahiya cîhanê hîn dewam dike.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka jin û zarokên DAIŞ’ê yên di kamapa Holê de, Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê danûstendinê  bi welatên ku çete jê hatine dike, da ku ev welat welatiyên xwe yên di nava çeteên DAIŞ’ê vegerînin. Herwiha li gor Desteya  Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, ji sala 2018’an û heta niha zêdetirî 1300 zarok û 500 jin yên li kampa Holê bûn, radestî welatên wan hatin e kirin.

Di derbarê rewşa Kampa Hol û malbatên çeteyên DAIŞ`ê, herwiha têkiliyên Rêveberiya Xweser bi welatên cîhanê re ji bo vegerandina malbatên çeteyên DAIŞ’ê, Rêveberiya Kampa  Holê Cîhan Henan û endamê Desteya Rêveber ya Peywediyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xalid Ibrahîm ji Rojnameya me re “Ronahî” axivîn.

’Piştî Duyemîn Pêngava Mirovî û Ewlehiyê rewş aramtir bû’

Cîhan Henan da zanîn ku piştî dûyemîn Pêngava Mirovî û Ewlehiyê rewşa aramiya Kmpê ji salên derbasbûyî baştir bû û wiha domand: “Li kampa Holê herdem reşa ewlehiyê di tevlîheviyê de bû û aramî kêm bû, Bi taybet di sala 2022’an de jimarek mezin kes li ser destê şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî hatin kuştin, herwiha gelek caran hêzên ewlêekariya kampê jî dibûn armanca êrîşên çeteyan. Lê piştî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya YPJ,YPG û QSD’ê li kambê dan destpêkirin û bi ancamên girîn bidawî bû, rewşa ewlehî û aramiya kampê heta astekê baştir bû, herwiha kuştina di hundirê kampê de kêmtir bû. Lê dîsa xeterî li kampê berdewam e û hîn jî kuştina bi sedem ne diyar deewam dike. Di dema niha de hêzên ewlekariyê bi awayekî guncaw çavdêrî û şopandinê dikin û rojane endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê di kampê de tên girtin.”

Hewldanên Rêvberiya Xweser

Endamê Desteya Rêvebir ya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xalid Ibrahîm diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo radestkirina malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji welatên wan re, di nava danûstendinê bi wan welatan re ye û wiha got: ” Di dema heyî de, em hewl didin ku pirsgirêka bermahiyên DAIŞ’ ê yên ku di kamp û girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne, çaresere bikin. Em hewil didin ku wan radestî  dewletên wan bikin. Herwiha hin welatan, hin welatiyên xwe yên k ji Rêveberiya Xweser wergirtine, lê piraniya welatên din xwe bêdeng dikin û ji bo dîtina çareseriyekê tu hewldanannakin.”

 ’Divê Civaka Navdewletî bi erkê xwe yê exlaqî rabe’

Xalid Ibrahîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê Civaka Navnetewî ji bo çareserkirina pirsgirêka bermahoiyên DAIŞ’ê bi erkê xwe yê exlaqî rabe û wiha got: “Hejmara kesên ku di kampa Holê de ne zêdeyî 50 nhezar kesî ye. Ev yek jî xeteriyeke mezin li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û cîhanê bi giştî çêdike, ji ber ku praniya  wan hîna jî xwedî îdiyolojiyeke tundraw in, lewma em bang li Civaka Navnetewî dikin ku çareseriyekê ji bo vê pirsgirêka ku mîna mayîneke demkî ye, bibîne, herwiha bi erkê xwe yê exlaqî rabin.”