Rojnameya Ronahî

‘ Hişmendiya sedsalî ya Lozanê niha jî didome’

Endamê KNK’ê Salar Mehmûd ku li ser sedsaliya Lozanê semînerek da, diyar kir ku hişmendiya ku Tirkiyeyê sed sal berê li ser Kurdan dikir, niha jî didome û got “Kurd dibe ku wê demê zeîf bin lê îro derfetê wê heye ku Kurd vê sedsalê bike sedsala xwe.”

Bi pêşengtiya Komeleya Zanistên Siyasî ya Kurdistan (KPSA) û Rêxistina Geşepêdana Medeniyetê (CDP) li Silêmanî li ser sedsaliya Lozanê ji aliyê Endamê KNK’ê Salar Mehmûd ve semînerek hate dayîn.

Di semînera li Silêmanî gelek rewşenbîr û çalakvanên siyasî cihê xwe girtin de ku Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Salar Mehmûd bi navnîşana ‘Cihê Kurd li Rojhilata Navîn di Sedsaliya Lozanê de’ nirxandin kir.

Mehmûd anî ziman ku şikestina herî mezin Kurdan li Lozanê xwarine û got: “Kurdistan li Rojhilata Navîn piştî Lozanê, hate parçekirin. Vê parçekirinê kir ku guherînên mezin ji ber nebûna aramiya li herêmê li ser pêk bê.

‘Hişmendiya sedsal berî niha didom e’

Endamê KNK’ê Salar Mehmûd bal kişand ser hişmendiya qirker û tineker a Tirkiye ya di dema Lozanê û piştî wê de ev nirxandin kir: “Ev dagirkerên ku berî sedsalî xwedî heman hişmendiyê bûn, îro jî wê hişmendiyê li ser gelê Kurd didomînin. Bi Lozanê xewna dewletbûna Kurd heta têkbirin. Di Lozanê de bi ti awayî navê Kurd nehatiye bikaranîn. Lozanê Kurd weke ayîn di nava gelê Tirkiye de winda kir. Tirkiye li ser bingeheke nîjatperestî hate avakirin û bi ti awayî cih nedan Kurdan. Ji bo wê Tirkiye hebûna xwe li ser stratejiya tinebûna Kurdan da avakirin. Dewletên hevkar jî di vê mijarê de alîkarî da Tirkiyeyê û nifş bi nifş ev hişmendî da domandin.”

‘Lozanê mafê netewî ji kurdan girt; pêşiya qirkirinê vekir’

Mehmûd qala piştî Peymana Lozanê û rewşa Kurdan kir û wiha domand: “Di 143 madeyên Lozanê de qet qala Kurdan nehatiye kirin. Bi kurt û Kurmancî Lozanê mafê dewletbûnê ji destê Kurdan girt, hebûna Kurd jî weke netewe tine kiriye. Piştî Lozanê ku Kurdistan hate parçekirin, dest bi qirkirina Kurdan hate kirin. Ji van qetlîaman Dêrsim, Geliyê Zîlan, serkutkirina serhildanên Kurdan, ev hemû encamên Lozanê ne. Tirkiyê ji Lozanê li ser esasê ku li ku derê Kurd hebe, destkeftiyeke Kurd hebe, wê tine bike, qebûl nekin; wê li dijî derkevin.”

‘Çareserî yekbûna netewî ya gelê kurd e’

Endamê KNK’ê anî ziman ku wê demê Kurd lewaz û qels bûn û got: “Niha Kurd amade ye, bi hêz e. Li ser asta Iraqê xwedî federalî ne, li Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema xwerêveberyê heye. Lobiyek xurt a Kurdan li ser asta herêmê heye. Bi sedan mamosteyên jêhatî li zanîngehên mezin hene, dikarin di her warî de cih bigirin.

Ji bo me Kurdan a girîng piştî sed salî ya derbasbûna Lozanê, yekbûna netewî ya gelê Kurd e ku dermanê vê pirsgirêkê ye. Divê em kilîla qulfa ku yekîtî û yekrêziya netewî ya me pêk bîne bibînin. Divê em vê serdemê bikin serdema gelê Kurd.”