Di qada perwerdehî û hînkirinê de gava herî girîng û serkeftî ku Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê avêt avakirina Zaningeha Rojava bû. Xewna sedan salan ya ku bi zimanê xwe di peymangeh û dibistanan de perwerdeyê bibînin bi saya şoreşa Rojava pêk hat.
Bi boneya 2.Slavegera avakirina zaningha Rojava ya Herêma Cizîrê, ku di navbera du salan de zaningeh isbat kir ku cihê zanisteya resene, hemû netewên di Rojava de dijîn di vê zaningehê de kom bûn. Ev jî bû armanca şandeyên biyanî ku serdana Rojava bikin da ku rêbaz û sîstema Rêveberiya Xewseriya Demokratîk a bingeha xwe Netewa Demokratîk digre ku li tevahî cihanê deng vedaya nasbikin.
Dİ DEMKE KURT DE
XEBATEK ŞÎNBER
Têkîldarê mijarê Hevserokê Rêveberiya Fakulteya Zanista Perwerdê Selîm Hesen bi bîrxist ku zaningeh di 5’êTîrmeha 2016’an de li bajarê Qamişlo bi 5 fakûlteyan wekî (Fakulteya Petrol, petro kîmya, çandinî, wêje û zanista perwerdê) deriyê xwe ji xwendekaran re vekir. Di sala duyemîn de jî fakulteya Jineolojî û şêwekarî hate vekirin, ev bi serê xwe pêşketin û sekeftina zaningehê di demeke kurt isbat dike.”
150 XWENDEKAR Jİ BO PİSPORİYÊ Dİ QONAXANDE DERBAS DİBİN
Selîm diyar kir ku 150 xwendekar di zaningehê de dixwînin û wiha dom kir: “Ev xwendekar ser du salan li zaningehê dixwînin, ev herdu sal jî ser sê mewsiman hatine dabeşkirin, her wiha di werza 5 mîn de ya berî dawî mîna sitaj ji xwendekaran re tê çêkirin. Satjî mîna waneyên zanistî ye, da ku asta xwendekar pêşbikeve û nasbikin, armanc jê jî ku mamoste bi pisporî bi xebite, her wiha stajê sê qonaxin (Qonaxa çavdêrî, dayîna giştî û tekane re derbas dibe. Li ser vê bingehê mamoste û rêvebir ew xwendekar di nirxînin, ev jibelî nirxandinên rojane. Di dawiya salê de xwendekar projeyên pisporiyê pêşniyaz dike û li ser vê bingehê tê mezûn kirin.”
Bİ KEDE Û HEVKARİYÊ ASTENGÎ DERBASKİR
Hesen sipasiya keda mamoste û xwendekaran kir û wiha got: “Di destpêka vekirina zaningehê em rastî gelek astengiyên wekî veguhastin û xewgehek taybet ji bo xwendekaran hatin, her wiha wekî kêm lêvegerên zanistî û wêjeyî, alav û pirtûxane jî hebûn, lê bi hevkariya xwendekar û mamosteyan û bi saya Rêveberiya Xweser ev pirsgirek û astengî hatin derbas kirin. Her wiha di sala bêde hemû lêveger wegerînin zimanê kurdî.”
Hesen selîm bi bîrxist ku piştî du mehan wê yekemîn dewreya fakulteya wêje û zanista perwerdê bêne mezûnkirin û wiha bi dawî kir: “Di navbera herdû salan de guhertin û pêşketên balkêş di asta xwendekaran deçêbûye. Hêviya me heye ku ev xwendekar wê civakek ser pîvanên netewa demokratî û exlaq û polîtîk perwerde bikin. Hêjayî gotinê di sala 2019’an de lêkolînên bilind bixin nav bernameya perwerdehiyê de.”
DI ZANINGEHA ROJAVA DE GAVÊN DÎROKÎ
Mamosteya zaningha Rojava fakulteya Jinelojî Dicle Gulê ji bajarê Qamişlo wiha got: “Fakulteya Jıneolojî di meha Îlona 2017’ê vebû, ev jî ji bo zaningehê wekî gaveke dîrokî bû, raste di destpêkê jiber ku jinelojî tecrûbeyel nû di cîhanê de ye, xwendekarên jin armanc û çawa sûd jê bigirin nezanîbûn û tevlî bûn jî kêm ma. Lê bi derbasbûna vê tecrûbeya nû re mamoate û xwndekar jî sûd jê girtin, jiber ku jinelojî ji dîroka mirovahiyê heya roja meyî îro girêdayî jin û civakê ye.”
Diclê da zanîn ku 25 xwendekarên jineolojî hene û wiha dom kir: “Da ku em zêdetir ronî bavêjin ser vî fakulteyê ji ber ku bingha civakê ye û zanistek nû di cîhanê de ye, di sala nû de di riya beşê ragihandinê de vê zanistê bi gel û civakê bidin nasîn.”
Ferîşte NEZÎR