Rojnameya Ronahî

Hediya Abdullah: Em amadekariyên vekirina pirojeyên girîng dikin

Cîgera Desteya Tendrustiyê ya Herêma Cizîrê Hediya Abdullah diyar kir ku ew amadekariya pirojeyên mezin û girîng dikin ku yek ji wan jî vekirina Nexweşxaneyeke taybet bi jin û zarokan li bajarê Qamişlo û got, di milê peydakirina dermanan de astengî  hene .

Norşîn Sîno \ Qamişlo

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser roj bi roj li gorî derfetên heyî, di milê tendirustiyê de ji bo gelên bakur û rojhilatê Sûriyê kar û xebatên cûr bi cûr dide meşandin. Di heman demê de ji pêşxistina milê tendirustiyê gelek pirojeyên girîng yên ji bo xizmeta gel pêk anîn e.

Derbarê rewşa tendristiyê li herêma Cizîrê, cîgera Desteya Tendrustiya ya herêma Cizîrê Hediya Abdullah ji rojnameya me “Ronahî” re axivî.

‘Em amedekariya gelek pirojeyên mezin û girîng dikin’

Hediya Abdullah diyar kir ku ji bo xizmeta gel ew amadekariya gelek pirojeyên mezin û girîng dikin  û wiha axivî: “Desteya Tendirustiyê her sal li gorî hewcedariya herêmê di milê tendirustiyê de gelek pirojeyan didin pêş xwe .Yek ji van pirojeyan jî, danîna amûra ‘ Mamograf ‘ ya ku bi zûtrîn dem nexweşiya penceşêrê tespît dike. Ji ber ku rêjeya nexweşiyê zêde bûye, me amûra Mamograf  li nexweşxaneya  Gel ya bajarê Hesekê jî danî. Herwiha ji ber ku gelek gundên derdora Şedadê hewceyî pêdiviyên xebatkarên tendirustiyê wekî klînkên gel , beşên alîkariya pêşînî û gelek mijarên têkilîdarê beşê tedirustiyê bûn, me nexweşxaneya li  bajarê El Şedadî li gor derfetên xwe yên heyî ji nû ve vekir , û ji niha heta dawiya salê em ê beşên nexweşxaneyê yên kêm jî bidawî bikin . Herwiha em salane klînkên girêdayî xwe nûjen dikin, alavên xwe yên biçûk û mezin diparêzin. Di heman demê de em ji bo tevahiya nexweşxane û kilînkên girêdayî me dermanan peyda dikin. Pirojeyên me yên herî mezin û girîng jî destpêkirina amadekirina vekirina nexweşxaniya li navçeya Hîmo ya girêdayî bajarê Qamişlo ye, Ev nexweşxane jî wê mezintirîn nexweşxane be li ser asta Kantona Qamişlo be.”

‘Em ê îsal nexweşxaneyeke taybet bi jin û zarokan li Qamişlo vekin’

Hediya Abdullah dazanîn ku ew ê wek Kordînasyona Jin a Meclîsa giştî ya herêlma Cizîrê  nexweşxaneyeke taybet bi jin û zarokan li Qamişlo vekin û wiha domand: “Hersal her desteyek  ji sedî 10 ji pereyên xwe yên salê vediqetîne ji bo pirojeyên jin , tê de her desteyek pirojeyekê ji bo jinan çêdikin , lê îsal me wekî Kordînasyona Jin a Meclîsa giştî ya herêma Cizîrê  xwest ku îsal  pirojeyeke hevbeş çîbikin û nexweşxaneyeke taybet bi jin û zarokan di bin siya Desteya Tedirustiyê ya herêma Cizîrê de vekin, ev nexweşxane wê weke alîkariyeke herwiha destekek ji bo jinan  be.”

Hediya Abdullah destnîşan kir ku dibe ku ew nexweşxaneya Koronayê ya li bajarê Hesekê bikin nexweşxaneyeke ji bo zarokan û wiha dirêjî da axaftina xwe : “Li bajarê Hesekê jî beşê zarokan li nexweşxaneya Gel  pir biçûke, ji bo vê jî, yan em ê beşê wê di nexweşxaneya gel de fireh bikin , yan jî emê nexweşxaneya Korona ya bajarê Hesekê  bikin nexweşxaneyek ji bo zarokan , ji ber ku di hin rewşên awarte de hejmara nexweşên zarok zêde dibin û rê di beşê zarokan ya nexweşxaneya gel de nîne ku hejmaraeke mezin pêşwazî bike. Lewma pêwîstiyeke mezin pê heye ku em gaveke wisa li gorî derfetên xwe bavêjin.”

 ‘Astengiyên me di milê peydakirina dermanan de hene ‘

Hediya Abdullah di heman çarçoveyê de diyar kir ku ew astengiyên  di milê peydakirina dermanan de dibînin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Astengiyên ku em têde derbas dibin peydakirina hin cureyên dermanan e, bi taybet jî di hin rewşên awarte de , hin derman hene zêdeyî derfetên desteyê ne û em  bi qasî ku ji destê me tê em hewl didin dermanan ji bo gelê xwe peyda bikin. Armanca me rehetiya gelê me ye.”

 

 ‘Ji bo tendirûstiyek baş divê gel paqijiyê biparêze’

 

Cîgera Desteya Tendrustiyê ya Herêma Cizîrê Hediya Abdullah anî ziman ku hêviya wan ya pir mezin ji gel  heye ku alîkariya wan di milê paqijiyê de  bikin da ku karibin jiyaneke bi tendirustî bijîn û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em hemû dizanin ku zêdetirîn nexweşiyên ku çldibin ji ber gemarê ne . Şaredariyên me jî di vî milî de alîkariyeke pir mezin pêşkêş kir û heta niha jî di milê paqijiyê de kêmasiyê naxin karê xwe de , lê dema ku gel jî bi me re alîkarbin di vî milî de wê karê me serkeftîtir be û bîhtir bi rêk û pêk be ,ji ber ku em gelê xwe hevdû temam dikin û hêviyên me yên pir mezin ji gelê me heye ku alîkariya me di milê paqijiyê bikin da ku em karibin jiyaneke tendirustî bijîn ”