Rojnameya Ronahî

Koşeya berxwedanê..mexmûr

Dilyar Cizîrî

Êrîşa hikûmeta Iraqê ya li dijî Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û girtina deriyê sînor yê Sêmalka ji aliyê PDK’ê ve ku beriya dawîbûna hilbijartinên Tirkiyê pêk hatin, ne tesadife. Herdû bûyer di çarçoveya heman konseptê de pêk hatine. Hikûmeta Erdogan ev saleke li serkeftinekê li dijî gelê kurd digeriya ji bo wê di propogandeya xwe ya hilbijartinên de bikar bîne, digeriya. Ji ber ew baş dizanin bi dosyayên dijberiya kurdan, wê piştgiriya “dewleta kûr” û pê re nijatperestên Tirk qezenc bike.

Ev zêdeyî salekiye ku hemû cûreyên çekên NATO’yê yên pêşketî, xaz û çekên qedexekirî bikar tînin jî heta niha nikarin li ber berxwedana gêrîlayên azadiyê destkeftiyan bidest bixin. Ev demeke dirêje bi riya PDK’ê û Hikûmeta Iraqê dixwazin peymana 9’ê Cotmehê li dijî Şengalê pêk bînin, lê di encama berxwedana gelê Şengalê de nikarin, pîlana xwe bigihînin serî.

Ji bo wê jî nêrîna wan ew e niha xalên lawaz ên gelê kurd û tevgera azadiyê Mexmûr, Şengal û Rojava ye. Ji ber wê dixwazin Rojava bixeniqînin, deriyên Sêmalka û El-Welîd bi îda û derewên ji rastiyê dûr, girtin. Di heman demê de xwest bi riya hikûmeta Iraqê navenda Berxwedana Tevgera Azadiyê Mexmûrê bi xendeq û têlên rêsayî dorpêç bikin. Wiha jî Erdogan ji nijatperestên Tirkiyê û dewleta Kûre re, bêje va min ala dijberiya gelê kurd a hûn dixwazin, bilbintir kir.

Pêkhateyên Rojava bi tekoşîna xwe ya demdirêj hemû planên wan vala derxistine, niha jî wê bi tekoşîna xwe rê li pêşiya dorpêç û siyasetên xeniqînê bigre. Em ê binêrin di demek ne dirêj de wê PDK’ê neçar bibe bi xwe deriyên Sêmalka vebike. Di wê navberê de û dema girtîbe jî gelê Rojava fêrî rewşên zehmet û dorpêçê bûne. Dikarin baş di rewşên weha de tevbigerin û çareseriyan peyda bikin.

Wan jî wiha fam kiriye wê li dijî Mexmûrê karibin destkeftiyan bi dest bixin. Lê gelê Mexmûrê di demek pir kin de bi berxwedanek mezin bersiva wan da. Hikûmeta Iraqê ya destpêkê bi tu awayî danûstandinan bi nûnerên gelê Kampê re qebûl ne dikirin, mecbûrî danûstendinan hatin kirin. Her çendî birîndar jî çêbûn, lê ev serkeftina em niha behsê dikin, bi wî rihê berxwedanê  tacîdar bû. Dibe hin kes bi çavekî biçûk li mijarê dinêrin. Na dema şêniyên wargehekê hejmara wê 12 hezar kes e, dewletekî neçarî tiştekî bike, bê guman ev baş nîşan dide, heger hêza civakê bû yek, wê tu hêz nikaribe gavên wê yê serkeftinê rawestî ne.

Em niha vê di berxwedana gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê de dibînin. Mirov piştî vê serkeftinê rehet dikare bêje, tu hêz di duniyayê de nikare li dijî hêza civaka rêxistinkirî raweste. Ji ber wê di wan meydanên Erdogan li sekeftinên hêviyê digere, hîn zêdetir winda dike. Jin û ciwanên Mexmûrê xaleke din li serkeftinên gelê kurd û tevgera azadiyê zêde kirin.

Erdogan wiha li bendê bû beriya tora duyemîn a hilbijartinan destkeftiyekê di çarçoveya qirkirina gelê krud de diyarî nijatperestên Tirkiyê bike. Li şûna wê xalek din a têkçûnan li xwe zêde kir.