Rojnameya Ronahî

Eger Erdogan Di Hilbijartinên Tirkîyê de Bi ser Bikeve, Dê Çi Bibe?

Navenda Rojava ya lêkolînên stratejîk

Hilbijartinên Tirkîyê di qonaxeke nazik û hestiyar de tên, ew jî ji ber rewşa ku Tirkiyê di asta navxweyî de tê re derbas dibe, her wiha ji ber rewşa herêmî û cîhanî bi giştî. Jixwe li ser asta navxweyî; Tirkî rastî kirîzeke rasteqînê tê ku lawaziya eşkere ya aborî  ya ku nayê veşartin heye, her wiha têkçûna Lîreya Tirkiyê li hember Dolar, ji bilî êş û azarên welatiyên Tirkiyê ji ber wê kirîzê.

Her wiha kirîza penaberan ji ber bilindbûna rêjeya bêkariyê li Tirkiyê û pirsgirêkên civakî yên ku li vir û wir di navbera penaber û welatiyên Tirkiyê de  çêdibin û bandorê li ser welatiyên Tirkiyê dikin, êdî bûye barek li ser milê Tirkiyê û ji bo welatiyên Tirkiyê xemgîniyekê çêdike. Jixwe erdheja wêranker a ku Tirkî rastî wê hat û bû sedema lawaziya eşkere di aboriya Tirkiyê de, bi her awayî nayê paşguhkirin.

Sîyaseta derve ya ku Erdogan û partiya wî di dema desthilatdariya xwe de, bi welatên cîran, welatên sereke yên li ser nexşeya siyasî ya cîhanê re û di gelek rewşan de bi welatên hevalbendên wî re jî; meşandine, bûye sedema gelek pirsgirêkan.

Eger Erdogan biser bikeve!

Serkeftina Erdogan tevî kêmbûna şansê wî yê serketinê, piştî hejmartina dengan, çi ji gera yekem ve be, çi  jî ji gera duyem ve be ya ku di 28 vê mehê de dê bi rêve biçe, serkeftina Erdogan dimîne yek ji texmînên li ser tabloya hilbijartinan. Gelo encamên wê serketinê li ser qada siyasî ya navxweyî, herêmî û cîhanî çi ne?

Tê çaverêkirin ku serkeftina Erdogan di hilbijartinên sala 2023 de bibe dê sedema alozbûna rewşa navxweyî ya Tirkiyê, çi di warê aborî, siyasî û heta leşkerî de. Binesaziya abûriya Tirkiyê şikestî û jihevketî bûye û aboriya wê hema bêje ber bi hilweşînê ve diçe, jixwe buhabûn, bêkarî û têkçûna Lîreya tirkî li hember Dolar, ev jî ji bilî bihabûna nirxê kelûpelan ku giraniyê dide ser milê hemwelatiyê Tirkiyê. Rewşa siyasî ya navxweyî jî, ji aboriyê ne baştir e, ji ber ku Erdogan pergala dewletê ji pergala parlamenteriyê veguherand perala serokomariyê û li ser hesabê parlamentoyê desthilatên serokkomar berfireh kir. Lewra Erdogan ew kar û desthelatên ku di pergala berê de di destê serokwezîr de bûn, girtin ser milê xwe, her wiha cihê cîgirê serokkomarê saz kir, serokkomar jî cîgirê xwe û wezîran destnîşan dike, êdî nabe ku endamên parlemanê bibin wezîr an jî bibin endamên encumena wezîran, her wiha serokkomar bûdceya dewletê amade dike û ji bo pesendkirinê pêşkêşî parlemanê dike û eger parlamenê pesendkirina wê nepejirand, budceya sala borî dê were pesendkirin û ew tê pêk anîn, ev yek jî ji bilî gelek kar û desthilatên ku ji bo serok li ser hesabê serokwezîr hatine veguhestin. Ji aliyê leşkerî ve, ji bo rêgirtina li ber destwerdana artêşê di siyasetê de û sînordarkirina rola artêşê, dê saziya leşkerî mîna hemû saziyên dewletê yên cîbicîkar di bin çavdêriya saziyeke sivîl de be ku ew jî Encumena Dewletê ye, her wiha leşker jî tenê di dozên displîna leşkerî de li pêşberî dadgehên leşkerî dê bên dadgehkirin, her wiha wî her du kursiyên ku ji bo artêşê di Dadgeha Destûrî de hatibûn veqetandin rakirin, jixwe ew dadgeh berê ji 17 kursiyan pêk dihat, lê niha ji 15 dadweran pêk tê ku hemû jî sivîl in, her wiha  ew zagona leşkerî ya ku gelek caran artêşê bi rêya wê welat kontrol dikir, dê bêbandor bike.

Êdî berdewamiya rewşa leşkerî ya heyî û eger Erdogan bi ser bikeve, dibe ku kirîzeke rasteqîn li welêt çêbibe, êdî ne dûr e ku lêdaneke leşkerî li dij Erdogan derbikeve ku rê li pêş artêşê pir teng kiriye, her wiha ne dûr e jî ku ew tengasî bibe sedemeke ji bo teqîna rewşê, li ser bingeha “zêdebûna fişarê teqînê encam dide”.

Siyaseta derve ya dewleta Tirk ji bo rûbirûbûna qeyran û pirsgirêkên herêmî, gelek caran ji dewleta Tirk re pirsgirêkan derdixistin û wê tengas dike, ew jî her çiqas Erdogan di van demên dawî de hewl da  ku bi hin welatên ku têkiliyên xwe bi wan re xerakiribûn, sererast bike, jixwe têkiliyiya herî girîng bi Misir û hin welatên Kendavê re ne.

Di nav van siyasetan de ya herî diyar, kirîza Sûriyê ye, ji ber ku Erdogan piştgiriya komên çekdar û çeteyan dike û Tirkiyê bûye dergeheke ewle ji bo terorîstên ji herêmên cûda yên cîhanê ku derbasî Sûriyê bibin.

Dema ku Erdogan demeke nû ya serokatiyê bi dest bixe û li gorî daneyên siyaseta wî bi dosyaya Sûriyê bi giştî û dosya danûstandinên wî bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi taybetî, mirov dikare bibêje ku eger Erdogan serdemeke nû ya serokatiyê bi dest bixe, dê siyasetên xwe yên êrîşkar li hember Sûriyê bidomîne, her wiha dê li ser pêkanîna pilanên xwe berdewam be û dê bêtir axa Sûriyê di bin perdeya “peymana millî” de dagîr bike ku dixwaze vê peymanê cîbicî bike. Jixwe tê çaverêkirin ku Erdogan dê hewil bide ku Rikberîya sûrî û milîsên wê ji bo çaksazkirina pêwendîyên xwe bi rêjîma Sûriyê re, bixe “qurbanî “.

Derbarê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, tê çaverêkirin yan jî tekez e ku Erdogan dê dijminatiya xwe ya li dij van herêman bidomîne û bi bihaneyên pûç ên li vir û wir, gefan li wan dixwe. Ya balkêş ew e ku heta îro tu gef ji herêmên Rêveberiya Xweser li ser axa Tirkiyê nehatine dîtin, lê ya ku her tim diqewime berovajiyê wê ye, ew jî gefa berdewam a Tirkiyê li ser van herêman e, ji bilî dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ku ev herêmên dagirkirî ji bo xizmet û ajandayên komên Rikberiyê hiştiye ku wan koman li wir wêranî pêk anîne, guhertina demografîk meşandin û çavkaniyên wan herêman talan kirin.

Di heman çarçoveyê de, pêkan e ku em nêzîkbûneke rasteqîn û hevdîtinên li ser astên bilind di navbera rejîma Erdogan û rejîma Esed de bibînin, ji ber ku ew nêzîkbûn ji niha ve pêk hatiye, Erdogan jî bi hêvî bû ku hevdîtina rasterast pêk bîne û weke kartekê di pêngava xwe ya hilbijartinan de bi kar bîne, lê rêjîma Sûriyê timî xwe li ser wî giran dikir û şert û mercên xwe disepandin, her wiha  rêjîma Esed dixwest civînê ji bo piştî encamên hilbijartinan paş bixe ku wê demê dîmena siyasî ya Tirkiyê zelaltir dibe. Jixwe ev nêzîkatî pirojeya Rêveberiya Xweser armanc dike û her du aliyan li hev dicivîne û wan dike yek; ji ber ku her du jî ditirsin ku ev piroje bibe nimûneyek ji bo çareserîyê li her du welatan (Sûrîye û Tirkî) û ev tişta ku her du naxwazin û bi hemû hêza xwe şerê wê dikin.

Di warê siyaseta navneteweyî de jî, dilê Erdogan ê ber bi Rûsyayê ve, nemaze li Ukrayînayê; wisa kir ku qey Tirkiyê li hember Natoyê rawestiya ye (tevî ku Tirkiyê weke endamekî Natoyê be jî) ku vê yekê jî Tirkiyê xiste nav xaçerêyekê de, her wiha vê yekê jî hişt ku gelek çavdêr vê yekê weke siyaseta “derketina ji tewereyê” bi nav bikin, anku derketina Tikiyê ji derveyî tewriya xwe ya asayî bi Natoyê re bi nav dikin, ev nêrîn hinekî dûrî rastiyê ye, lê ew jî pêkan e. Sedem jî ew e ku ev tewere di navbera şev û rojekê de û bi vî awayê hêsan ji wan nayên dûrketin, ji ber ku gelek erk û maf hene ku berî ku em li ser biryareke wiha bihizirin, divê li ber çavan bên girtin. Lê di rewşeke weke ya Tirkiyê de û li gor siyasetên Erdogan, dikare ji bo berjewendiyên partî û kesayetî vê yekê bike.

Her wiha siyasetên dijminatiya Erdogan ên li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek caran bi Amerîka re rûbirû dibû, ji ber ku gelek caran Amerîka li pêşberî daxwazên Tirkiyê di wan herêman de radiwestiya. Ji ber ku Amerîka xwe weke hevalbendê stratejîk ê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li herêmê dibîne. Amerîka rê nade Tirkiyê ku ajandayên xwe cîbicî bike, ji ber ku Amerîka di wê baweriyê de ye ku her êrîşeke Tirkiyê li ser QSD, têkbirina hewlên Amerîka ji bo rûbirûbûna terorê li navçeyê ye, êdî ev yek bû sedema ku Tirkiyê di peywendiyên xwe li gel Amerîka û Natoyê de tengas bibe.

Berdewamiya Erdogan ji siyaseta xwe ya navxweyî, herêmî û navneteweyî re û piştî serketina wî di hilbijartinan de, dibe sedem ku ew gelek hevalbendên xwe yên li herêmê û cîhanê ji dest bixe, her wiha  ev yek jî dê dewleta Tirkiyê bixe nav tengasiyeke berbiçav de ku nikaribe bi hêsanî jê derkeve. Heta ku Erdogan têkçûna xwe ya navxweyî veşêre jî, lê ew ê nikaribe têkçûna xwe ya herêmî û navneteweyî veşêre, ji ber encamên têkçûna herêmî û navneteweyî dikare Tirkiyê têk bibe. Ji ber vê yekê jî eger Erdogan siyaseta xwe sererast neke, dê nikaribe ji wê qeyranê derkeve.