Rojnameya Ronahî

Pêwîste kiryarên dagirkerên tirk û çeteyên wê di saziyên navnetewî de werin dadgehkirin

Norşîn Sîno /Qamişlo

Girêdayî kiryarên dakirkerên tirk û çeteyên wê di serî de li Efrînê û hemû deverên dagirkerî Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan Evîn Cuma ji rojnameya me re axivî: Evîn Cuma diyar kir ku armanca dagirkeriya dewleta Tirk  ji bakur û rojhilatê Sûriyê re, ew e ku herêmê ji gelê wê vala bike û axa Sûriyê tevlî Tirkiyê bike û pirojeya konfedralîzma demukratîk a rêveberiya xweser têk bibe. Evîn Cuma diyarkir ku; divê hiqûqnas û saziyên navnetewî li hemberî kiryarên dijmirovî yên ku dagirkeriya tirkiyê û çeteyên wê dikin bê deng nemîn in.

 

Piştî Şikandina DAŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tu rêyên dewleta tirk neman ku pirojeya Rêvebeiya xweser Têk bibe, dewleta Tik a dagirker dest bi şerê hewayî û bejayî kir. Di 18`ê Adara 2022`an piştî berxwedaniyeke mezin ya ku 58 rojan berdewam kir dewleta tirk a dagirker herêma Efrîn dagir kir. Dagirkirina Efrînê Têra wê nekir û armancên wan pêk nanî, bi hinceta parastina sînorê xwe ji Terorê û li gorî xala 51`ê ji Peymana Neteweyên Yekbûyî, Dewleta Tirk gelek deverên xaka sûriyê dagir kirin. Piştî dagirkirina herêma Efrînê dewleta tirk herêmên Serê Kaniyê û girê Sipî dagir kir û kiryarên dij mirovî mîna ‘kuştin, revandin, tecawizkirin, qutkirina daran, Wêrankirina binesaziyê û bi sedan kiryarên ku nayên jimartin rojane dide meşandin. Ev kiryar jî hemû li ber çavê cîhanê têne meşandin û li beramberî wê tu saziyên navnetewî dengê xwe jêre nake.

‘Armanca dagirkeriya dewleta Tirk ji Bakur û rojhilatê sûriyê ew e ku herêmê ji gelê wê vala bike û axa Sûriyê tevlî axa Tirkiyê bike’

Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan Evîn Cuma diyar kir ku armanca dagirkeriya dewleta Tirk ew e ku herêmê ji gelê xwecihî vala bike û axa Sûriyê tevlî axa Tirkiyê bike û got: “Ji destpêka dagirkeriya dewleta tirk ji bakurê Sûriyê re armanca wan ew bû ku herêmê vala bikin ji xelkê wê û axa Sûriyê tevlî axa Tirkiyê bike. Dewleta Tirk di bin navê parastina ewlehiya xwe bi hezaran kîlomitran ji axa sûriyê dagirkiriye û hîn jî gefa dagirkirina deverên din ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixue. Her weha ji bona ku hîn zêdetir dest deyne ser mal û milkên welatiyan û çeteyên girêdayî xwe li wan deveran bi cî bike. Ji ber vê yekê kiryarên dagirkerên tirk û çeteyên wê diyar dike ku armanca wan ne parastina sînoran e. Li gorî madeya 51 `ê ji Peymana Neteweyên Yekbûyî ya ku ji mafê her dewletekê ye ku sînorê xwe ji terorê biparêz e, dagikeriya tirk jî dixwaze vê yekê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne.”

Evîn Cuma da zanîn ku ji ber dewleta Tirk naxwaze desteka ji Kurdan re li Herêmê çêbibe, guhertina demografîk li herêmên di bin dagirkeriya xwe de pêktîne û wiha domand: “Bi sedan salan e dewleta tirk siyaseta qirkirinê li hember Kurdan dide meşandin. Bi taybet dema dîtin ku dengê kurdan bilind dibe û bawerî di asta navnetewî de bi kurdan zêde dibe. Ji bona şikandina bandora kurdan di raya navnetewî de, dewleta tirk a faşîst û qirker li dijî kurdan siyaseteke qirêj û gemar û bê navber dide meşandin. Hemû rê û rêbazên pişaftinê û qirkirinê li ser kurdan ji dirêjiya dîrokê û heyanî roja îro dide meşandin. Di serî de bi şerê taybet û siyaseta mişextbûnê û xizaniyê dixwaze kurdan ji war û cihê wan derxîne û qirkirineke çandî û hişmendî li ser wan bide meşandin.

   ‘ Li hemberî bêdengiya Cîhanê û saziyên Navneteweyî pêwîste pêla nerazîbûnan bilind bibe,

Evîn Cuma destnîşan kir ku Sedema bêdengiya Cîhanê, bi taybet jî dewletên Navnetewey, ew e ku dixwazin dabeşkirineke nû ji Rojhilata Navîn re û li gorî berjewendiyên xwe bikin û got: “Lihevkirina Lozanê sedsaliya xwe temam dike. Ji ber ku hemû hêzên ku serweriya xwe li ser rojhilata navîn didine meşandin dixwazin li gorî bercewendiyên xwe dîzayineke nû bidin heremê. Ji milekî din ve jî gelek dewletên heremê hene ku dixwazin rewşa heyî weke xwe bimîne, ji bona ku desthilatî û serweriya xwe biparêzin.

‘Divê Hiqûqnas kiryarên dagirkerên tirk û çeteyên wê  belge bikin û ji raya giştî re eşkere bikin’

Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan Evîn Cuma ragihand ku divê hiqûqnasên Kurd van kiryaran belge bikin û li gorî qanûnên navneteweyî bidin ber çaên Cîhanê û weha axaftina xwe bidawî kir: ” Erkê Hiqûqnasan pir girîng e, ji ber ku hiqûqnas her kiryarekî bi belgeyan û li gorî qanûnên navneteweyî didin ber çavên saziyên mafên mirovan. Ji dagirkirina Efrînê  û heyanî îro dagirkerên tirk û çeteyên wê kiriyarên bê exlaqî derheqê gelê kurd ên ku li Efrîn mane dide meşandin û ev kiryar hemû jî roj bi roj ji milê hiqûqnas û saziyên mafê mirovan ve tê belgekirin. Piştî dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Sipî dagirkerên tirk û çeteyên wê careke din kiryarên dij mirovî yên ku li Efrînê didin meşandin, li wan deveran jî û li ber çavê cîhanê careke din didine meşandin. Ji ber vê yekê jî ez dibêjîm Erka hiqûqnasan pir girînge û divê her tim bi belgeyan û li gorî qanûnên navneteweyî van kiryarên ku ji aliyê dagirkerên Tirk û Çeteyên wê ve têne meşandin eşkere bikin û bighînin raya giştî ya navnetewî.