Navenda nûçeyan
Encamên hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê, xaleke guhertina siyaseta Tirkiyeyê bû. Çi li ser asta hundirîn yan jî derve. Tirkan bi dengdayîna cezayî li dijî serokkomarê Tirk yê niha Recep Tayyîp Erdogan xuya kirin ku ji siyasetên wî ne razî ne.
Li gorî encamên dawîn ên ku Komîteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê ragihandiye, Kemal Kiliçdaroglu û Erdogan dê derbasî gera duyem bibin. Gelek pirsnîşan li ser rewşa siyasî ya pêvajoya piştî Erdogan derketin pêş hene. Ne tenê ji ber ku di gera yekemîn de nekarin serkeftina mutleq bi dest bixe û derbasî hevriyeke giran bi muxalefeta hevgirtî re bû, lê belê mijar girêdayî daxuyaniya wî di Îlona 2022`yan de dema li Samsûnê eşkere kir ku hewl dide desteka gel wek berbijarê serokkomariyê bo cara dawî, bi dest bixe.
Kemal kiliîçdaroglu tevî tîma xwe fikrê wî di siyaseta derve de çi ye? dê çi di siyaseta welêt de biguher e?
Ibîkiyan diyar kir ku heke Kiliçdaroglu bi serkeve dibe siyaseta derve ya Tirkiye bê guhertin. Lê Erdogan tevahî rê, dîplomasî, têkiliyên baş, heta şer û desteka terorê bi kar anî.”
Li gorî Ibîkiyan heke Erdogan bi ser keve, li hember pêşketina hevgirtina erebî û vegerandina Sûriye li Komkara Erebî de, li gel têkiliyên Îran û Erebistana Siûdî de, dê li ser asta erebî paşde biçe.
Di dawiyê de Ibîkiyan got: “Tirkiye di aloziya pergalê de ye. Ji ber ku hêz nêzî hev in. Dê muxalefeteke xurt hebe. Heke Erdogan bi ser keve, dê tundî û çewisandina azadiya ji dema berê bêtir, rû bide. Ger Kiliçdaroglu bi ser keve jî, dê bi dijberiya Ixwanan re rû bi rû be ku dê xebatên siyasî asteng bikin. Wek encam, dê Tirkiye bi aloziyên siyasî yên hundirîn re rû bi rû be. Ev pêvajoya guhertin û veguhastinê ye ku pêvajoya herî zehmet e.”






