Monday, July 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ebdulmesîh El Şamî: Hikumeta Şamê êdî ber bi DYA’yê ve diçe

23/05/2023
in NÛÇE
A A
Ebdulmesîh El Şamî: Hikumeta Şamê êdî ber bi DYA’yê ve diçe
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan

Lêkolîner Ebdulmesîh El Şamî destnîşan kir ku daxuyaniyên hikumeta Şamê yên der barê erêkirina biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî de hewldide ku nêzî vebijêrkên DYA’yê bibe û ji biryar û vebijêrkên Rûsyayî dûr bikeve.

Tora Russia Today (RT) roja yekşemê hepeyvînek bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad re çêkir. El Miqdad destnîşan kir ku hikumeta Şamê amade ye biryara 2254’an Neteweyên Yekbûyî (NY) li gorî berjewendiyên dewletê pêk bîne. Ji dema dayîna vê biryarê ve, ev cara yekê ye ku berpirsekî payebilind ê hikumeta Şamê der barê pêkanîna vê biryarê de diaxive.

Hikûmeta Şamê ji gelek salan de tu carî li ser pêkanîna biryara 2254’an neaxiviye, lê niha nexasim hemwextî hewldanên dewletên Ereban ên vegerandina hikumeta Şamê li Komkara Erebî û hewldanên Rûsyayê yên nêzîkkirina hikumeta Şamê ji dewleta Tirk a dagirker re, biryara 2254’an dîsa ket rojevê.

Nêzîkbûna li washingtonê û dûrbûna ji moskovê

Têkildarî mijarê, lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Ebdulmesîh El Şamî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku erêkirina biryara 2254’an ji aliyê rejîmê ve, tê wateya ku ew hewl dide cihê xwe biguherîne û ber bi vebijêrkên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve biçe û ji biryar û vebijêrkên Rûsyayê dûr bikeve.

El Şamî wiha axivî: “Doz bi giştî hewldana veguhastina siyasî ya ji cihekî ber bi cihekî din ve ye, ku xwe bêhtir nêzî vebijêrkên DYA’yê bike û ji yên Rûsyayê dûr bike.”

El Şamî diyar kir ku erêkirina biryara 2254’an tê wateya dûrketina ji pêvajoya Astanayê û Rûsyayê û got: “Pêkanîna vê biryarê, guherîna cih, vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî û xurtkirina têkiliyên wê bi dewletên Ereban re, pêvajoya Astanayê têk dibin. Rejîm çareseriya siyasî naxwaze, ew û Îran her tim di projeyên çareseriya siyasî de dibin asteng.”

‘Hikumeta  şamê dê biryara navneteweyî pêk neyne’

Der barê gengaziya pêkanîna biryara NY’yê de, El Şamî got: “Rejîm nikare biryarê pêk bîne, lê li vir pirs ne ew e ku ew dikare pêk bîne yan nikare. Pirs ew e ku ew bi rastî dixwaze biryarê pêk bîne yan na? Rastî ew e ku rejîm naxwaze biryarê pêk bîne û armanca wê ji ketina nav vê biryarê ew e ku wê bi temamî têk bibe.”

Daxuyaniyên Miqdad hemwextî vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî û xurtkirina têkiliyên wê bi dewletên Ereban re derketin, lê belê El Şamî got: “Hikumeta Şamê dê daxwazên dewletên Ereban jî pêk neyne ku bi xwe di rastiyê de tu daxwazên wan jî tune ne. Ji ber ku wan erêkirinek ji Amerîka û Îsraîlê wergirtiye da ku li gorî planeke diyar têkiliyê bi hikumeta Şamê re bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.