Rojnameya Ronahî

‘Em ê doza Rêber Abdullah Ocalan bikin dozeke cîhanî’

Navenda nûçeyan

Hiqûqnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku ew ê doza Rêber Abdullah Ocalan bikin dozeke cîhanî û bang li hemû hiqûqnasan kir ku bi yekrêziyekê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Ji 25 salan ve Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û bi hevkariya hêzên navneteweyî dîl girtî ye. Ji wê demê ve tecrîdeke giran li ser wî ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin ku hevdîtina bi parêzer û malbata wî re jî li wî qedexe ye.

Der barê vê mijarê de, hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Nisrîn Osman destnîşan kir ku wek tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê nayê meşandin, ku ji 25 salan ve ji cîhana derve qut e û ne malbat ne jî parêzer û ne jî bijîşk dikarin serdana wî bikin. Nisrîn got ev tecrîd pîvan û qanûnên mafên girtiyên siyasî yên navneteweyî binpê dike.

Nisrîn Osman wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide cezayên dîsplînî li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne da ku wî ji cîhana derve qut bike. Ji ber ku ew ditirse fikrê wî yê edaletî, biratiya gelan û wekheviyê belav bibe û bandorê li gelan û li hundirê Tirkiyeyê bi taybetî bike.”

Nisrîn diyar kir ku CPT’ê jî êdî ketiye bin bandora siyasetên dewleta Tirk a dagirker, ji ber ku ew xwedî li berpirsiyarî û erkdariya xwe ya parastina Rêber Abdullah Ocalan û rawestandina cezayên dîsplînî dernakeve.

Di dawiya axaftina xwe de Nisrîn got: “Me ji nêzî 2 salan ve Desteya Parastina Abdullah Ocalan damezirand û tê de nêzî 700 parêzer cih digire. Em tev di meş û hemleyên îmzeyan de beşdar dibin û em bi parêzerên Kurdistanê û başûrê Afrîkayê re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di nav têkiliyan de ne.”

Her wiha, hevserokê Yekitiya Parêzeran a Helebê Eladîn El Xalid jî got: “Dewleta Tirk a dagirker der barê Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên din de tu qanûnan pêk nayne. Piştî ku Rêber Abdullah Ocalan dîl hat girtin, bi awayekî nerast û bi bêdadî di dadgehên derewîn de hat darizandin.”

El Xalid destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker “mafê di hêviyê de” pêk nayne tevî ku qanûneke navneteweyî ye û ji aliyê gelek dewletan ve hatiye îmzekirin ku Tirkiye di nav de ye.

El Xalid wiha domand: “Li gorî vê qanûnê, dema  20 sal ceza derbas bibin yan jî temenê girtî 70 sal derbas bike, divê serbert were berdan. Ev her du şert di rewşa Rêber Abdullah Ocalan de peyda dibin. Lê dewleta Tirk vê qanûnê paşguh dike.”

Endamê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Mihemed El Neîmî got: “Kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê kirin, li dijî qanûnên navnetweyî, lihevkirina Viyena ya sala 1968`an û qanûnên Tirkiye bi xwe ye.”

El Neîmî lê zêde kir û got: “Em ê li doza parastinê ya Rêber Abdullah Ocalan vegerin. Dê qada komîteya parastinê jî firehtir bikin. Em plan dikin ku toreke parêzerên cîhanî ava bikin.”

El Neîmî da zanîn ku gelek nivîsgeh û kombûnên parêzeran li seranserî cîhanê hene ku doza têkoşîn û parastinê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dişopînin û dikin plan doza wî bikin dozeke cîhanî.

Di dawiyê de El Neîmî wiha axivî: “Tişta bi serê Rêber Abdullah Ocalan tê, bi ser tu kesî nehatiye. Ew fîlozof e û xwedî teoriyekê ye ku hebûn û karîgeriya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kiriye. Rêxistinbûyînek û tecrubeyeke demokrasiyê li herêmê heye ku mîna wê li cîhanê tune ye.”