Rojnameya Ronahî

“Xwendin Hebûn e”

Birûc Resûl / Qamişlo

Bi dirûşma “Xwendin hebûn e” Duyemîn Pêşangeha Pirtûkên kurdî li Qamişlo hat lidarxistin, di pêşengehê de 12 hezar û 140 pirtûkên bi mijarên jin, şoreşgerî, ziman, çand, ol, fikr, dîrok, felsefe, şoreşa azadiyê û Şoreşa Rojava hatin pêşandan.

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê roja 15’ê Gulanê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Duyemîn vekir. Pêşangeh bi dirûşma “Xwendin hebûn e” li Hola Zana ya bajarê Qamişlo hat  vekirin.

Di pêşengehê de 32 weşanxan, saziyên çandî û yekitiyên rewşenbîran yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn32 weşanxan, saziyên çandî û yekitiyên rewşenbîran yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî pêşangehê bûn, Ji sedî 45 beşdarê pêşangehê nivîskarên jin bûn.

Herwiha di pêşangehê de 12 hezar û 140 pirtûkên bi mijarên jin, şoreşgerî, ziman, çand, ol, fikr, dîrok, felsefe, şoreşa azadiyê û Şoreşa Rojava hatin pêşandan. Herwiha navnîşanên pirtûkan 3035 bûn. Di  pêşangehê de pirtûkên herî zêde  bala xwendevana kişandin, pirtûka Şoreşa Azadiyê û Şoreşa Rojava bûn.

Di roja dawîn a pêşangehê de Salih Heydo û Abdîn Merxso helbest xwendin û hunermend Kawa Kalê û Cano Hisen stran gotin.  Her wiha şanoyek hat pêşandan.

Pêşangeh di 17’ê Gulanê de  bi îmzakirina pirtûka Arşek Baravî a bi sernavê “Abeceyên kurdî û ola zeredeştî” bi dawî bû.

Derbarê Pêşengehê de endamên komîteya amadekar û  Nîvîskarên ku beşdarî pêşengehê bûne ji rojnameya me re axivîn.

Endamê Komîteya Amadekar Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku armanca wan ji vekirina pêşengehê belavkirina çanda xwendina bi zimanê kurdî û wiha dewam kir: “Armanca me ji pêşengehê ku gelê kurd zêdetir li zimanê kurdî xwedî derkeve û çanda xwendina bi zimanê kurdî belav bibe, cihê kêfxweşiyê ye komkirina nivîskarên kurdî di roja zimanê kurdî de. ”

’Pêşengeh zemînekê ava dike’

Helbestvanê Kurd Ehmed Huseyînî da xuyakirin ku girîngiya pêşengehan ew e

ku pêwendiyek germ di navbera civak û pirtûkê de ava bibe û wiha got: “Pêşengeh ji bo xwendevanan zemînekê ava dike ku asoyên yên têghiştin û zanînê berfirehtir bikin, bi taybet pêengeh ji me kurdan pîroze, ji ber ku salan zimanê me dihat qedexekirin û çewisandin.”

’Nifşîn nû  wê zimanê kurdî biparêzin û xwedî lê derkevin’

Nivîskarê kurd  Ebas Ismayîl ku 32 Pirtûkên Kurdî nivîsandiyê derbarê pêşengehê de wiha û got: “Li darxistina Pêşengeha Zimanê Kurdî pir girîng e, Nifşên me yên dema niha di warê nivîsa Kurdî de pir pêşketiye, Eger berê hejmara helbestvan, nivîskar û çîroknivîsên Kurdî bi 10‘an bûn, roja îro hejmara wan wan bi 100’an e, Gelê kurd li Rojava li zimanê kurdî xwedî derdikeve û roj bi roj pêş dikeve. Ez bi hêvî me ciwanên me yên nûhatî zêdetir li zimanê xwe yê dayikê xwedî derkevin û biparêzin.”

’Vekirina pêşengehê tê wateya naskirina rûmeta zimanê Kurd’

Nivîskar kurd Salihê Heydo Roja Zimanê Kurdî li tevahiya gelê kurd pîroz kir û got; Heta niha min 72 pirtûkên bi zimanê kurdî çap kirin,dema ku di roja zimanê kurdî de pêşngeheke wisa tê vekirin, tê wateya ku em rûmeta zimanê xwe nas dikin û rêzgirtina vê rojê digrin, tişa herî baş û xweş ku pirtûkên pêşengehê bi temamî bi zimanê kurdî ne.”